17.12.2017

Ziman Nasnameya Civak ye

Civakek ku ziman dayk iqas pxistibe, nexwe asta jiyan j ewqas pdixiye. Dsa ziman xwe iqas vinda kiriye iqas r bi r serweriya ziman ...

 

 

 

 

Delîl DLPÊT

Dema mirovahî di tekamûlê de wekî nifekî cûda bû, taybetmendiyên xwe yên cûda jî pêxistin. Taybetmendiyê esasî yên ku mirov li zindiyê din cûda kirî, civakbûyîn bû. Danûstandin, li hev û din xwadî derketin, parastina xwe bi hev re kirin û hwd. hit ku têkîliya di navber însanan de cûdabûyîn û civakbûyîn pêbikeve. Ji bo ku tekîliyê civakbûyinê karibe bên meandin jî, hevce bi amurekî din hebû. Ew amur jî ziman bû.

Peketina hemû pêkhateya civakê bi pêketina zimanê dawerî (sîmgesel) ve girêdayî ye. Eger ku pêketina zimanê dawerî nebûya, ne wekî civak em û ne jî pêkhateya dîrokî û aritanî wê bibûna. Lewra dema ku mirov ziman digre dest, di mirovbûyînê de wekî gavê herî girîng binirxîne vê rast be û di cih de be. Rêberê gelê Kurd, orea zimên wekî “orea herî mezin a ku hîna nehatiye kiifkirin û bi nav kirin” dinirxîne. Sedema wê, bi avakirina civakê ve girêdayî ye. Yanê ziman û fikirandin bi hev re girêdayîne, heman demê de pêketina civakê jî bi vê ve girêdayî ye. Yê ku nasnameya civakê avadike,taybetmendiyê civakan li hev û dû cûda dike, her civakê bi qerekterekê avadike an go qerekter dide civakê ziman e. Lewra ewqas girîng e. Em dikarin bêjin ku, qederê orea zimên tû oreê din li ser xaka ku em dijîn ji civakbûyînê re xizmed nekiriye.

                Hemû dîroknas xaka ku em li ser dijîn, xaka Mezopotamyayê wekî dergûa mirovahiyê bi nav dikin. Tê gotin ku zimanê dawerî-sîmgesel cara yekê li vê derê pêketiye û li zimanê Hînd-Ewropa re bîye kuk. Ne tenê ziman, civakbûyîn, hema bêje ji bo aritaniyê hevce bi çi pêkhateyê hebin, ewana gitî li vê derê, li ser vê axa ku em dijîn, bi destê dê û bavê me, kal û pîrê me  hatine avakirin, hatine afirandin. Ew nirxandina rast e û di cih de ye. Her çiqas arkeologê bi navê S. N. Kramer dîrokê bi Sûmeran dide destpikirin jî, a rast ew e ku, civaka Sûmeran jî, ji neolîtîka Mezopotamya yê jorîn bandor bûye. Eger ku neolîtîka Mezopotamyayê jorîn nebûya, ne civakê Sûmeran, ne zîgurat û rahîbê wan, ne bajarê wan û ne jî aritaniya navendî û hwd. wê nebûyana. Di erd kolana arkeolojîk de xirabeyên ku derketî ser rûyê axê yê wekî Xirabeyê Nevala Çorî, Xirabeyê Çemê Xalan û herî dawî jî Xirabeyê Xirabrekê û hwd. vê rastiyê nîanî me dikin. Li gor asar û belgeyên ku li Xirabeyê Xirabrekê hatî dîtin, civaka Sûmeran li gel vê civakê, gotin di cih de be, zarokê duh e.

Dîroknas û arkeologê bi navê Gordon Child jî vê yekê sererast dike. Heta di wê astê de ku, li gor nirxandina Gordon Child pêkhate û îcadên ku di dema neolîtîkê de pêk hatî, heya sedsala 16., yanî heyanî oresa piesaziyê yê Ewropayê jî nehatine derbaskirin. Wan pêkhateyana gitan çandek avakirine û ew jî bi riyê zimên komî ser hev bûne, bîne hafizeyê mirovahiyê û heya roja îro jî hatin e. Mirov dikare bêje ku, bi orea zimên, “Hîmê hafizayê civakê, yê ku winda nebe hatiye avitin”.

Çand pêkhateya mirovahiyê gitîne. Qederê pêkhateyên çêkerî, pêkhateyên wateyî gitî bi hev re çandê avadikin. Lê belê çand dema di asta teng de tê destgirtin, bi zimên ve dibe yek. Lewra mirov dikare bêje, ziman bi serê xwe dikare wekî çand bê nirxandin an go amorê çandê yê herî sereke ziman e. Di jiyana civakan de hebûn an go nebûna zimên ne mijara niqaê ye. Ji bo ku yê civakê ava dike, heyî dike ziman e, lewra nabe mijara niqaê. Amorê çandê ya esasî jî dîsa ziman e. Lewra heyîna zimên, heyîna çandê û civakê ye; tûnebûyîna zimên jî, tûnebûyîna çandê û civakê ye. Ew yek ewqas vekirî û zelal e.

Peyva zimên peyvêkî ku bi çandê ve girêdayî ye. Ziman bi xwe destkeftiyê civakê yê fikarî û ehlaqî ye, derketina holê yê zîhnî, hestî û pêkhateyî ye. Lewra dewlemendiya zimên, heman demê de tê maneya dewlemendiya jiyan û civakê bi xwe. Rêberê gelê Kurd di parasnameya xwe de li ser vê mijarê pir bi kûrahî û berfirehî disekine û dibêje; “Civakekê ku zimanê dayîkê çiqas pêxistibe, nexwe asta jiyanê jî ewqas pêdixiye. Dîsa zimanê xwe çiqas vinda kiriye û çiqas rû bi rû serweriya zimanê dagirkeriyê de mabe, ewqas jî hatiye dagirkirin, piaftin û qirkirin. Civaka ku vê rastiyê bijîn wê di milî zîhniyet, ehlaq û xwaikbûyînê de nebin xwadî jiyane kî bi wate; wê wekî civakekî nexwe heya tefiyane bijîn û wê bibin mehkûmî jiyanekî trajîk.”

Divê li zimanê dayîkê xwadî derketin karekî hêsan û di rêzê de neyê destgirtin. Ew nirxandinê Rêberê gelê Kurd a ku me li jo rê dabû diyarkirin vê yekê pir bi eklekî vekirî nîanî me dide. Ew nirxandina him rewa ziman û gelê Kurd û him jî helwesta dewleta Tirk a li dijî zimanê Kurdî raberî me dike. Dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd yek peyva Kurdî bi kar nîne, nenivîse û neaxive çi ji dest hat ew kir û dike. Tenê li hember karanîna zimanê Kurdî helwest nîan neda, heman demê de li hember karanîna tîpên ku di nivîse zimanê Kurdî de tên karanîn jî helwest nîan de. Di dîroka mirovahiyê de mînakekî din yê wekî vê helwesta dewleta Tirk nîn e û nabe jî.

Dive gelê Kurd zanibe, yên ku axaftin, nivîsandin, ferbûn, perwerdeya bi zimanê dayîn bi çûk û hêsan dibînin, dixwazin bira dewletbin, dixwaze bira sazî, dezgeh û rêxistinbin, dixwaze bira kesbin, ewna li dijî heyîna gelê Kurd in. Ewna naxwazin ku gelê Kurd jî wekî her gelî bi nasnameyê xwe, bi taybetmendiyê xwe bijî. Ewna dixwazin ku gelê Kurd wekî madeyê di dest dagirkeriyê de her bimîne, her bê karanîn û wekî nirxandinê Rêberê gelê Kurd a ku me li jorê dabû diyarkirin, dixwazin ku gelê Kurd bibe xwadiyê jiyanekî tirajîk. Ew yek ewqas vekiriye ku, ji îroveyê re hevce bile nîn e.

Gelê Kurd bi zimanê xwe qerekter û nasnameya xwe qezenc kiriye. Tevî hemû qedexe û êriên tûnekirinê jî, gelê Kurd li ziman û nasnameya xwe xwadî derket û heya roja îro jî anî û gilêzê devê wan di devê wan de ma. Lewra dive kes li benda helandina gelê Kurd nemîne; gelê Kurd wê bi ziman û nasnameya xwe her bijî.

 

Em ehdn Hewlr Jibr nakin!

Ew kesn ku di ern li dij dagirkern Kurdistan de birndar bibn, kesn b dest ling av, hatin qetilkirin. Kjan zagon, kjan wijdan, kjan exlaq dihle ku qirj gemariyek wiha b kirin?

Partiyn Hevreng HDP

Kesn ku ne ten hinek tit, dixwazin gelek tit biguherin, w bi dil can dengn xwe bidin HDP.

Teiya AKP Ya Kevn

awa ku AKP Tayp Erdoxan ev roj li dij demokras wekheviy dixebitin, div em j ev roj ji bo demokras wekheviy bixebitin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]