23.09.2017

Ferīde, Īslam ū Gulīstan…

deynź žehīdan bi nivīsandina nivīsekź li holź ranabe. Ew deyn heya ku em xeyala wan a...

 

 

 

 

 

Delîl DILPÊT

 Ferîde, Îslam û Gulîstan sê însanê ciwan bûn. Di jêrzemîna Cizîrê de li gel dehan jin û mêr, kal û pîr û ciwanan hatin qetilkirin. Ew her sê hevalên ciwan jî di nav xan 28 însanên ku di jêrzemîna avahiyê yekê yê hatî xirabkirin de bûn. Tevî birîndar bûn û ewqas bangawaxî çê bû jî, dewleta Tirk hovitiya ku ji bavûkalê xwe jê re mayî bi kar anî, guyê xwe ji bangawaziyan girt, ew avahî bi tanq û topan di ser van însanan de hilwežand. Ew 28 însan li pêžiyê çavê dine qetil kir. Di dawî derket ku, bi dehan jêrzemînê din a wekî jêrzemînê ku Ferîde, Îslam û Gulîstan tê de hatin qetilkirin jî hebûn e. Di encam de nêzî cenazeyên 200 însanî di wan jêrzemînan de hatin derxistin. Hevala Ferîde, Gulîstan û heval îslam jî din av wan de bûn.

Cenazeyên ku di jêrzemînan de hatin derxistin nedihatin nasandin. Dewleta Tirk bi top baranê avahî di ser wan însanê birîndar de hilwežandinê têr nebû, bi hovitiyek mezin, cenazeye wan însana perçe perçe kir, žewitan. Di wê astê de ku hindek cenaze encax bi riyê DNA yê hatin naskirin û hatin vežartin. Lê piranî cenaze nehatin nasandin, bêyî ku bi navê wan gorekî wan hebe hatin vežartin. Vežartina wan jî bi žeklekî dizî, bi revandina dewletê çê bû. Cenazeyê hevala Ferîdê jî din av wan de ye.

Min kên be jî hevala Ferîde nas kir. Ji ber ku ez jî bi xebatê çand û huner ve eleqedar bûn, hin niqažê me çêbûbîn. Êrižê li ser çanda gelê Kurd di çi astê de ye, em çawa dikarin wan êrižana bižkênin, çanda gele Kurd çawa dikare bê sazîkirin, çandê em çawa dikarin bijîn, bidin jiyîn, pêžbixin û hwd. Di nav van niqaž û danustandinan de min hevala Ferîde naskir. Min dît ku, ežqê welêt û gel dilê hevala Ferîdê tije kiriye. Min hevalên din, hevala Gulîstan û Îslam nasnekir in. Xwazû min ew hevalana jî kiribana…

Dema ku navê wan 28 însanê birîndar yê di jêrzemînê de hat dayîn, navê hevala Ferîde û Îslam jî di wan navana de derbas dibû. Min wê deme fêm kir ku, wan hevalana jî di nav xwesertiyê de cîhê xwe girtin e. Ji bo min ew tižtekî ku ez pê ecib bimînin nîn bû. Ji berk u min hest, xwestek û helwesta hevala Ferîde dizanibû. Li hember žehadeta wan jî ez žaž nemam. Ji ber ku min dizanibû, çiqas hovane dibe bira bibe, hevala Ferîde wê berxwe bide, wê esla li hember dijmin çok nežkêne, serî netewîn e.

 

***

Ferîde, Îslam û Gulîstan sê însanê ciwan bûn. Li xwe zêdetir li welat û gele xwe hez dikir in. Ji bo ku gele xwe di bin lepê qirkirinê de bê derxistin, wekî her gele ku bi çand û nasnameya xwe dijîn bijî, di nav lêgerîn û tekožînê de bûn. Ji bo ku gele Kurd azadiya xwe bi dest bixe û azad bijî her fedakarî dabûn ber çavên xwe. Berdel çi dibe bira bibe çavê xwe jê nežkandin, jê nereviyan. Ruhê û mêjiyê wan bi gel tije bû. Dilê wan bi dile gel ve tev lê dida. Lewra bilindbûyîna tekožînê, di milî azadbûyînê de her gav avitina gele Kurd dile wan ža dikir. Lewra nedixwestin ku di nav keraxa de bin, her tim dixwestin ku di orta tekožînê de bin, bi pêžketinên gele Kurd re bijîn.

Wan her sê hevalana bi van hestana di nav tekožînê de cîhê girtin. Ji tu qadên xebatê, tekožînê nereviyan, lê bele taybet xebata çand û huner dimežandin. Ji ber ku dizanibûn, eger gelek nikaribe bi çanda xwe bijî, nikaribe bi zimanê xwe biaxive, wê nikaribe bibe xwediyê nasnameya xwe û wê nikaribe heyîna xwe biparêze. Taybet jî gele Kurd. Ji ber ku gele Kurd di bin êrižekî qirkirina çandî de ye. Komara Tirkiyê dema avabû biryara tunekirina gele Kurd da bû. Lewra êrižekî hovane li ser çand, ziman û nasnameya gele Kurd dida mežandin. Ew êriža, êrižekî qirkirinê bû û li qirkirina rež a fîzîkî xirabtir bû. Wan hevalana ji ber ku ew dîtibûn, mežandina xebata çandê wekî erka xwe yê sereke girtibûn dest û xebatê xwe mežandibûn. Lewra wan hevalana her bajarê Kurdistanê ji xwe re kirin qada tekožînê û vê jî ewana hîn zede bi gel ve kirin yek. Sazî û dezgeh avakirin, xebatê çand û huner rêxistin kirin. Di vê mijarê de çi ji deste wan hat ew kirin û xwe žûn ve negirtin. Dema ku xebatên cuda ketin rojevê, bê tereddûd di nav wan karana de jî cîhê girtin.

Dema ku gele Kurd xwesertiya xwe îlan kir, kelecana van hevalana bê hesab bû. Biryara gel a xwesetiyê bi cožekî mezin pêžwazî kirin. Xwestin ku di nav pêkanîn û bi serxistina vê biryara gel a pîroz de cîhê xwe bigrin. Bi vê armancê çûn Cizîra Bota û li vê dere tevlî žoreža Kurdistanê û xwesertiya gel bûn.

Bere jî van hevalana li bajarê Cizîrê xebata çandê mežandi bûn. Lewra Cizîra Bota û gele Cizîrê nasdikir in. Dema ku gele cizîrê biryara xwesertiyê dan û gav avitin, van hevalana xwestin ku li gel gele Cizîrê cih bigrin, wan tene nehêlin. Bi wan re tev têkevin pižt xendek û barîqatan û li hember dijmin berxwe bidin. Û berxwedan. Bêyî ku li hember dijmin sere xwe bitewîn in, çok bižkênin berwxedan û tevlî refê žêhîdan bûn.

 

***

Min qet nedixwest ku nivîsek bi vî žeklî binivîsim. Lê bele ji pižtî žehadete ew ji bo min wekî deynekî ku nedim nebe nabe bû. Bê guman ew deyn bi nivîsandina nivîsekê li holê ranabe. Ew deyn heya ku em xeyala wan a welat û gelekî azad pêk neynîn wê neye dayîn. Hêvî û xeyala wan wekî bara mile me, deynê li stuyê me ku em nedin nabe ye.

Em ê wê deynê mutleqe bidin.

Em ê armanc û xeyala wan jiyanî bikin. Ew sonda me ye û em ê derî wê jiyanê ji xwe re heram bikin. Bira çavê we žûn ve nemine ey žêhîdê çand ê.

Bira ruhê we žad be…

 

Hevala Ferîde, Gulîstan, Sêvê, Pakîze, Fatme bi berxwedaniya xweseriyê pêžengiya 8 Adarê kirin. Tekožîna wan wê li tekožîna jinê re bibe pêženg û wê armanc û hêvîya jinê bi serxe. 

Kesayeteke ku bedena xwe bi agirź azadiyź dipźēe

“Lźgerīna min a ji bo dītina Rojeke din vala bū. Roj yek e. Bilindbūn ū pīrozkirina jiyana li vir, her wiha dilsoziya wź heye. Min terīfa herī gihižtī ya azadiya jinź li vir dīt.”

‘Dilsoz ū evīndara xak ū axa pīroz’

Zīlan ku tevahī bźhnźn bihužtź li derdora wź kom būne ū mīna nūreke īlahī ligel Roja Pīroz rūken e…

Li Amedź Navź Berxwedaniyź Berfīn e

Bi derxistina hźza jinź gel bandorkirin, xistina tevgerź di hevala Berfīn de bibū armanceke bi beden, dimežiya. Ew hźz ū ew rih di hevala Berfīn de hebū. Milītaniyź di hevala Berfīn de xwe dūbare nas kiribū...

2017 © Partiya Karkerźn Kurdistan (PKK)
[[email protected]]