26.03.2017

Di Wjey De Rola Jin

Di pngavn civak yn destpk de heta niha j rola jin awa di pketin komkirinn nirxn civak de bhampa be, di wje pdebirina w de j heman reng ye.

 

        

 

 

 

Fehîma DETAN


Wêje hunereke bi pêveçûna xwezaya mirovahiyê re pêketiye. Hunerek e ku mirovahiyê xwe pê îfade kiriye û bi rêka wêjeyê jiyana xwe bedew kirine. Wêje êwazeke vegotinê yê gihandina hemû pêvajoyên dîroka çandî û jiyana mirovan a civakî ye. Lewre bi rêka vegotina wêjeyê mirovahiyê serpêhatî û nirxên xwe parastine. Rola jinê di wêjeyê de bi qasî ya di jiyanê û pênesekirina wê de ye. Di pêngavên civakî yên destpêkê de û heta niha jî rola jinê çawa di pêketin û komkirinên nirxên civakî de bêhampa be, di wêje û pêdebirina wê de jî heman rengî ye. Ti pêketinên jiyana civakî bê wêje mayende nebûne. Lê belê heke em di roja îro de tenê titên nivîskî bigirin dest, wê demê dîroka berxwedan û têkoîna mîrovahiyê çawa ji bo pêdebirina jiyanê û parastina nirxên mirovahiyê timî têkoiya ne, jinê timî cihê xwe di nav de bi rola pêengtiyê girtiye. Lewre rola jinê di wêjeyê de di asta berpirsiyartiya parastin û bedewkirina jiyanê de ye.

Dema em BZ 1000’ê jî bigirin dest gelek destanên wê demê yên ku bi zimanê jinê jî hatine gotin mirov dibîne. Xwedevantiya jinê di wan destanan de jî diyar e. Heke em beriya vê jî bigirin dest em ê bibînin ku dayîk bixwe hêza manewiyata civakê û kombûna wê ye. Lewre lorîkên ku dayîk ji zarokên xwe re dihûne jî hemû wêje ne û ji xwezayê qet qut nîn in. ahî û înan de jî mirov timî dibîne ku jin zêdetir wê pênase dike û xwediya wê hêzê ye ku karibe di bûyerekê serdemekê jî pênase bike. Lewre gelek tit bi deng û hestên jinê hatine hûnandin û ev dide diyarkirin ka jin çiqasî dikare jiyanê bi kêfxweî, xemgînî û bedewiya wê terîf bike.

Wêje manewiyata ku mirovahiyê jiyana xwe ya civakî pê mayînde kiriye ye. Ji ber girêdayî cîhana mirovan û xeyal, raman û hêviyê ye, jinê bi hestên xwe yên tenik kariye bi vegotineke bedew wê ji civakê re ragihîne. Heke em bêjin mirov ji deryaya hizir û xeyalên xwe tenê dilopan dadiwerivîne ser cîhana zahirî û xwe pê îfade dike, lê ya asoyê mirovan ber bi bedewiyeke bedewtir ve dibe cîhana mirovan ya xeyalê ye. Ji ber vê yekê em nikarin navê hinek kesên tenê nivîsîne û hatine zanîn ji wan re bêjin van wêje pêde biriye û rola jinê tê de nebûye. Ji ber ku herikîna çemê mirovahiyê timî bi wêjeyê hatiye îfadekirin û pênaseya wê bihêztir bûye. Têkiliya wêjeyê bi hemû pêketinên mirovan re heye û mayendekirina wan re di nava hevdu de hatiye hûnandin. Heke ne ji cîhana xayalê mirovan û teswîreke mirovan a batinî be, mirov wê çawa bawerî, hêvî, raman û hwd. bi wan li ser piya bimînin û civakîbûna xwe biopînin û bidomînin.

Têkiliya jinê bi wêjeyê re dema em îrove bikin, wê demê em ê mijara berdewamiya rola jinê ya civakî ji serê ewilî ta niha bigirin dest. Bi destpêkirina jiyana civakî û pê de, jinê rola xwe ya bi vegotinên wêjeyê bûye hozaneke ku karibe derdorê xwe kom bike, timî jinê bedewiya jiyanê bi zimaneke wêjeyî teswîr kiriye û ji nifekî gihandiye nifekî din. Zimanê jinê yê jiyanê bi wêjeya devkî çalakiya jiyanê îfade dike û mayîndekirina wê dide diyar kirin. Ji ber ku di jiyanê de bingehê civakîbûnê temsîl dike, tê wê wateyê bi wêjeyeke bedew xwe îfade kiriye da ku jiyaneke bedew û bi estetîkê barkirî bê berdewam kirin, timî jinê rengê xwe nîandaye. Çawa em dibêjin jiyaneke bê astetîk nabe, ango bê  bedewkirin û wate lê barkirin nabe, wê wêjeyeke bêyî ku rola jinê tê de hebe, qet nebe. Em dema dibêjin estetîk, tavilê divê bedewkirina jiyanê û wate lê barkirin bê bîra mirov. Mirov di vir de bêje têkiliya jinê bi wêjeyê re çi ye, yan jî rola jinê di wêjeyê de çi ye, ev dê mijarê hinekî weke çawa cîhaneke li ber çavên me be û em tenê di kulekekî de lê temae bikin bibe. Çawa civakeke bê jin nabe civak, wê demê rola jinê di wêjeyê de jî weke ya di malbat û civakê de ye. Rola jinê di wêjeyê de bi qasî hebûna wê girîng e. Ji ber ku jin wê rola dananasîna hebûna xwe bi wêjeyê bike. Wê demê rola danasîna civakê jî heke bi wêjeyê pêketiye, jin wê danasînê batir bide nasîn.

Rola herî zêde jî dikeve ser milê jin; divê ku bi wêjeyê ikil bide hîs û hiê civakê. Divê civakê bide fikirandin. Di nava wêjeyê de jin dê weke netewê, çand û hebûnê bi wêjeyê bide mayîndekirin. Dema ku jin rola xwe di wêjeyê de nelîze wê demê dê wenda bibe û bê jibîrkirin û dîroka hebûna civakîbûna jinê dê wenda bibe. Dema ku jin têkoîna jiyana azad bike, divê ku di nava wêjeyê de rola sereke bigire ser milên xwe. Di wêjeya Kurdî ya devkî de rola jinê gelekî xurt e. Vê yekê hitiye ku çirûskên têkoîna jinê bêne dîtin û nasîn. Herî zêde cihê jinê di civakê de çiqasî maye ew pir ba diyar bûye. Lewre di gelek destanên Kurdî de mirov dibîne û dikare asta rewa jinê ya ku tê de ye jî fêm bike. Mînak di van destanên Kurdan hemûyan de jî jin heye, lê belê bi qasî ku rewa heyî îfade bike jin jî tê de heye. Ji van destanan weke:

a)- Mem û Zîn

b)- Siyabend û Xecê

c)- êxê Sîsebanê

e)- Derwêê Evdî û Edûlê

f)- Binefa Narîn û Cembeliyê Hekarî

h)- Xanê Lepzêrîn û Kelha Dimdimê

j)- Zembîl Firo

k)- Memê Alan

p)- Destana êxê Senan

 di van destanan hemûyan de jî navê jinê, dengê wê û vegotinên wê jî mirov dibîne, di heman demê de rewa jinê jî ba mirov di wir de dibîne. Lewre gelek destanên ku negihîtine me jî ji aliyê pêvajoya desthilatdariyê de hatine wenda kirin û nehitine deng û rengê jinê rihê civaka azad û wekhev îfade bike.

Heke dîroka mirovahiyê ber bi ev qasî idet û çewtkirineke dîrokî ve çûye, ev ji ber bêrol mayîna jinê ya dîroka civakî ye. Heke ne wiha bûya dê terîfa jiyaneke rast bi wêjeyeke rast bihatiba kirin. Dema ku ev terîf jî lewaz bimîne, hemû êwazê wendakirina vê rolê, nediyariya jinê bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Ev pirsgirêk ji aliyê rol lîstina wêjeyê tenê de nîn e, wêje jixwe îfadeya rast û jiyana ku tê jiyandin bixwe ye. Heke jin ew qasî rola wê jê hatiye girtin, ev tenê bes e mirov rewa jinê batir bizane. Lê heke ne wiha be, kî bi qasî jinê dikare cîhana xwe ya xeyalî terîf bike û vebêje. Di heman demê de pênaseya xwezaya yekemîn û ahenga wê bi xwezaya duyemîn re, divê jin bi zimanê wêjeyê bide pênasekirin û bigihîne rih û dilê civakê. Lê heke ev di wêjeya nivîskî de pêneketibe, ev nayê wê wateyê ku jinê nexwestiye vê rolê bigire ser milên xwe û xwedî lê derkeve. Herî zêde jî li ser dîroka jinê dagirkerî hatiye pêxistin û berdewam kirin. Heta niha jî em tenê di asta navan de jinên nivîskar û jinên ku di serhildêriya civakî de rol lîstine dibihîzin. Ji ber ku jiyana jinê ya civakî nehatiye nivîsandin, rola wê di wêjeya nivîskî de pêneketiye, wêjeya bi eqil, rih û hestê jinê qels maye. Di roja îro de wê dewlemendî û pirengînîbûna jiyanê bi wêjeya jinê re pêbikeve.

Ji Dayê Tewrêze Hewremanî ku di sala 938’an (di nav rêza nivîskarên wêjeyê de cihê xwe girtiye,) heya niha jî gelek jinên kurd rola xwe di nava wêjea kurd a nivîskî de lîstine û berhemên xwe yên nivîskî jî hitine. Lê berhemên wan yên nivîskî ji ber tundiya desthilatiyê hatine wendakirin û li ser hatiye girtin. Ji dema mîtolojiyan û heta roja îro jî perdeyeke re li ser hebûn, reng û dengê jinê hatiye nixumandin.  

Her wiha di nava nivîsên jinekê de jî mirov dikare rewa jinan a civakî û asta desthilatiyê ba fêm bike. Mînak, di maleke helbestê ya Mestûre Erdelanî wiha dibêje:

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,
Le hemû xêlê jinan de niye kes hawan im:

Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,
Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.

Mestûre Erdelanî

Gelo ev rewa heyî ba nade îfade kirin û danasîn kirin! Lê divê em êdî vê rêka wan biopînin û rola me ew e ku em ji nû ve vejiyandina rihê jiyanê yê hatiye veartin û hatiye tarî kirin, derbas bikin û bi awayekî çalak rola xwe bilîzin û civaka xwe bedew bikin.

Pirsgirka Zilam

Zilam j bi qas ku difikire dikare v yek ji xwe re weke pirsgirkek nebne wer bij, di nava xefletek mezin de ye.

Flozofa Serbilind Hypata

anda dayika xwedawend ew end xurt e ku kokn w heya bi krahiya genn hi mirov xwe berda ne. Her wiha bdengkirin qutkirina w j gengaz xuya nake.

Azadiya B Snor

Mirov ferzane wiha dibje; drok niha ye, em j di krahiyn drok de ne... Pnc hezar sal in ku drok bye gola xwn ev av j pnc hezar sal in ahdiya v yek dikin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]