26.02.2017

Li Hviya Te Me Xatir

Esmera min Sed bst roj bihurn Dil min ji befr sartir e Sermay j, serma dikir Di rojn ile de Li ser bibkn wran,

 

 

 

 

 

. Rêzan LOQMAN


Esmera min

Sed û bîst roj bihurîn

Dilê min ji befrê sartir e

Sermayê jî, serma dikir

Di rojên Çile de

Li ser bibîkên wêran,

Rondik,

Li ser kilmêên min ên kevn,

Cemedê rondik dibarandin

Ger zanibûya,

Te jiyana min divê;

Ji zû de, wekî axê

Xwe dirêj bikira,

Ji mirinê re.

Jixwe tu caran

Nejiya bi gulan re.

Min dil,

Lê her tim,

Bi taviyên seda Nisan’ê re

Bûbûma baran

Tirsiyam,

Serma mirinê,

Dilê evê dest da xençerên xwe.

Û rojê Larî girt.

Xwîna sor li ser rûyê asîman

Destê sibehê efeq belav kir

Û stêrka gelawêjê,

Kenekî ermok berda.

Lê derengmayî!

Di dema sibehê de

Rûyê eva esmer

Mîna rûyê te

Careke din çavên xwe vedike

Lê, du çavên,

Di geliyekî kûr de parçekî

Bîst û yekê ...

Ez dîsan li hêviya te me,

Xatir!

 

21. 02. 2001

 

TÎBÎNÎ; ehîd Rêzan berî ku xatir bixwaze û biçe ser dilovaniya xwe bi 15 rojan ev helbest nivisandiye.

ehîd Rêzan di 08.03.2001 de li Xakurkê navça Xinêre ehîd bû.

 

i Awaz?

i awaz dixwazin ez ldim? Li pit tln bi stir. Di nav hembza er de, Li ser perd enstrmaneke jihevket Kurtepista cudabna, Di evndaran de,

Trmeh

Ji bona azadiy Serxwebn Jiyaneke n mirovahiy Li dij koledariya hezar salan

Wje Bedew Ye

Heke wje ji bo pdiviya civakan be, w dem gel Kurd yek ji wan gelan e ku her zde bindestiya w ya hezaran salan pdiviya w bi wjeyeke bhempa heye.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]