26.05.2017

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

 

 

 

 

 

Egîd NÛMAN


Ev nêzîkî sîh-çil sal in ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li Ewrûpa’ê têkoîna azadiyê tê meandin. Ji gelek aliyan ve her çend hê jî hinek astengî hebin jî, têkoîna azadiyê gihîtiye astekî bilind û ji bo azadî û serfiraziya gelê Kurd û gelên herêmê derfet û mecal ji her demekê zêdetir in. Di vê çarçoveyê de dema ku mirov li pêketinên heyî û destkeftên gelê Kurd ên heyî dinêre, mirov dibîne, ji bo ku Netewa Demokratîk bi hemû ling û axên wê ve bê avakirin, derfet hene.

Weke ku tê zanîn, gelê Kurd bi salên dûr û dirêj e ku rastî tinekirin, talan, qirkirin û tevkujiyan tê. Her wiha li hemberî van hemû pêkanînan jî her tim ala berxwedan û azadiyê jî bilind kiriye. Li hemberî zordariyê gelek caran serê xwe hildane û têkoiya ne. Ji ber gelê Kurd weke pêengê pêkanîna demokrasî û azadiya herêmê ye, bi avakirina Netewa Demokratîk re jî dikare careke din bi vê rola xwe ya dîrokî rabe û wê rola xwe ya dergûbûna ji mirovahiyê re dîsa bidomîne.

Netewa Demokratîk, ne tenê peyvek an jî êwazekî ji rêzê ye. Dema ku mirov li rîeyên wê dinêre, dibîne ku Netewa Demokratîk forma herî ba, guncav û bikêr hatî ye ku di serî de civaka Kurd, hemû civakên herêmê di jiyana xwe de pêkbînin. Dîsa di vê mijarê de xalên herî sereke yên ku derdikevin pêberî me, xalên weke komûn, koperatîf û meclis in ku di avabûna Netewa Demokratîk de hêmanên sereke ne. Niha li Kurdistanê pirsgirêkên weke aborî, çandî, jiyanî, hunerî, demokrasî û azadiyê têne jiyankirin. Bi rastî jî kîjan êwe û tee dikare van pirsgirêkan çareser bike û bike ku civak serfiraz bijî. Di vir de jî rola pêkanîn û damezrandina van hêmanan heye. Ji bo ku civakekî demokratîk bê avakirin, ew koletiya ku hatî sepandin ji holê bê rakirin û civakekî pêketî û li gorî rola wê ya dîrokî bê sazkirin, ev hêmanên ku em behsa wan dikin divê bi awayekî rêkûpêk bêne bikaranîn û xebitandin.

Li her gundekê, li her tax û kolanekê avakirina komûnan, li her navçe û bajarekê avakirina meclis û koperatîfan, bingehê netewbûna demokratîk in ku dikarin di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê de bi rola sereke rabin. Dibe ku me li jor tenê behsa çend pirsgirêkan kiribe, lê belê ew qas pirsgirêkên civakî hene ku heya mirov bi awayekî xurt û têrker li hemberî wan pirsgirêkan tênekoe, ne gengaz e ku wer bi hêsanî bêne çareserkirin. Weke mînak û pirsgirêka herî girîng pirsgirêka azadiya jinê ye. Bi rastî jî her kesek (ango her zilamek, xortek) di vê mijarê de çi qas lê hûrdibe û xwe di ber vê pirsgirêkê de berpirsyar dibîne. Yek ji ertên sereke yên Netewa Demokratîk ev e. Her wiha di mijare hevbe û dabekirina aboriya komûnal û demokratîk de em çi qas hewldidin û xwe di ber de berpirsyar dibînin? An jî ka me çi qas Komûn, Meclis, Koperatîf û Komelên din famkirî ne? Li ser bingehê rastiya ku bê komûn, meclis û koperatîf civaka Kurd wê nekaribe demokratîk bibe û bi rola xwe ya dîrokî rabe, divê em xwe di ber pêkanîna van hêmanan de berpirsyar bibînin û ti caran ji vê erka xwe venegerin.

Di mijara meclisan de jî, di mijara komûn û koperatîfan de jî her tit ji dewletê tê hêvîkirin. Her weke ku her tit ji dewletê hatiye hêvîkirin û dewlet dikare ji me re her titî bîne, tevdigerin û wer dihizirin ku wê ev pirsgirêk bi vî awayî çareser bibin. Ji ber wê ye ku di mijara axaftin û perwerdehiya zimanê dayîkê de jî daxwaz ji dewletê têne kirin. Her wiha di mijara aboriyê de jî li benda dewletê dimînin ku dewlet bê hinek gavan bavêje. Niha di vir de nakokiyekî bingehîn derdikeve holê ku tê gotin dewlet dijî azadî, demokrasî û serfiraziyê ye. Lê belê di van mijaran de weke dewlet dikare bibe alîkar an jî dikare ava bike difikirin û li benda vê yekê dimînin. Jixwe dewlet naxwaze civakek bi vîna xwe bijî û sîstema xwe ya Konfederal ve sîstema dewletê ya mêtinger û zordar ji holê rabike. Jixwe yê ku ev sîstem li ser civakan sepandiye dewlet bixwe ye û wê ti caran jî bi rizaya dilê xwe vê yekê nepejirîne.

Weke mînakekî din, pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê dayîkê heye û ev demeke dirêj e ku li ser vê mijarê guftugoyên berfireh têne meandin. Lê dîsa di vê mijarê de jî ji dewletê bendewariyek heye. Niha li vir pirsgirêk tenê pirsgirêka zagonî nîn e. Weke ferd û civak ka ez bixwe vê yekê pêktînim an na, mijara nîqaan e. Weke ku Rêber APO got, “hûn dikarin destpêkê dibistanên bi zimanê dayîkê bixwe vebikin”, divê ne tenê di mijara ziman de di gelek mijarên din de em bixwe avabikin û bimeînin. Destpêkê ez ê bixwe bi zimanê baxivim, li derdora xwe belav bikim, bi sazî bikim, rêbixim û bimeînim… Destpêkê ez ê hewlbidim aboriya xwe komûnal bikim, li derdora xwe belav bikim, bi sazî bikim, rêbixim û bimeînim… Destpêkê ez ê ji bo koperatîfan bixebitim, li her deverê belav bikim, bi sazî bikim, rêbixim û bimeînim…

Ev sîstem sîstema civakê bixwe ye ku civak vê sîstemê dimeîne, xwedî lê derdikeve, rêdixe, diparêze, pêdixe û birêve dibe. Ev hêmanên ku em behsa wan dikin, naibin saziyên dewletî û weke wan jî naxebitin. Bi temamî di çarçoveya demokrasî û vîna gel de dimein û bi serkirdehiya civakê bixwe ve têne birêvebirin. Heya ku destpêkê ev hêman bi awayekî rêkûpêk neyên pêkanîn, ne em dikarin behsa demokratîkbûnê bikin û ne jî em dikarin sîstema Konfederalîzma Demokratîk bi awayekî ba damezrînin. Dema ku behsa netewa demokratîk tê kirin, di serî de li van hêmanên wê tê temaekirin û li gorî xebitîn û meandina van hêmanan asta demokratîkbûnê tê diyarkirin. Her weke ku di cewherê gerdûn û xwezayê de heye, her civak, her civat, her ferd û baweriyek jî dikare di çarçoveya netewa demokratîk de bijî û xwe îfade bike. Niha ji bo ku em xwe bigihînin wê asta ku tê xwestin, divê her kesek ji aliyê xwe ve têbikoe û sazî û dezgehên vê yekê bi awayekî rêkûpêk ava bike.

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

Di Nava Sstem Bixwe De Gera Li Azadiy!?

Di dinyaya modernteya kaptalst de tu iqas bixwaz tu dikar muxalefet bik. L ten bi ertek; di nav jiyana a de bimn rastiyan rexne bik

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]