26.03.2017

Pirsgirêka Civakê Ya Bajarbûnê

Ji bo hilweşîna dinya û civakê em li sedemên din negerin, bi tenê sedemên çavkaniya xwe bajêr ji niha ve bi vê rolê rabûne.

 

 


 

 

Abdullah OCALAN


Navekî din ê şaristaniyê medenîbûn e, bi Erebî bi maneya ‘bajarbûnê’ ye. Pirsgirêkên çavkaniya xwe ji bajarbûnê ne, ji pirsgirêkên ekolojîk ne kêmtir û ne jî bêqîmet in. Di roja me ya îro de yek ji çavkaniyên bingehîn ê gefê li jiyana civakî dixwe bajarbûn e. Çi bajar xist vê rewşê?

Bi têgihiştineke rast û dûz a formulên bajar = çîn = dewlet dikarin mijarê sivik bikin. Lê dikarin kûrahiya maneyê û pirralîbûna wê kor bikin. Mirovatiyê bi qasî avakirina gund avakirina bajaran jî li gorî xwezaya civakê li cih dîtiye û bi cih aniye. Bajar di serê wan mekanan de tê ku mejiyê civakî lê zêde dibe. Bajar jêhatbûna mejiyê mirov tehrîk dike, derdixe holê. Aqil têra xwe bi bajêr ve girêdayî pêşketinek meşandiye. Bajar ew mekan e ku mirov lê hay ji hêza xwe dibe ku dikare çi bike. Bajar ewlebûnê tîne. Mirovê bi xwe ewle zêdetir dikare rasyonel bifikire. Fikir jî rê li ber vedîtinên nû vedike. Teknîk û rêbazên zêdekirina hilberandinê pêş ve dibe. Mirovê ev ceribandî, bajar weke çavkaniya rohniyê dîtiye û her xwestiye ber bi bajar ve baz bide. Ji ber ku perestgeh di dema xwe de cihê kombûna aqilê pîroz û ruhan bû, bajar jî li dora perestgehan pêş ketiye. Civak aqil û nasnameya xwe li wir zêdetir keşif dike, diafirîne. Ev îhtîmalên bi hêz ên em behsa wan dikin di leha bajêr de ne.

Mîna ku di her rastiyê de dibe, rûyekî din ê bajêr jî bi derketina wî re xwe nîşan dide: ew jî çînîbûn û dewletbûn e. Bingehê maddî yê çînîbûnê, bêguman hilberîneriya zêde ye. Ji hin xwediyên aqil ên bajarê mezin dibe bi ceribandinê hîn bûbûn ku eger hejmara mirovan zêde bikin û li nava erdên bi bereket bixebitînin wê karibin qatbiqat ji şêniyên heyî mirovan têr bikin. Ya pêdivî pê hebû bi tenê avakirina vê nîzamê bû. Nîzam dewleta bi awayekî yekdestdarî bû. Di asta bajêr de be jî, ev rêxistina nîzama nû, eşkere ye ku weke yekdestdariya cotkariyê derketiye holê. Bajarên Sumeran di vê mijarê de her tiştî eşkere rave dikin. Gelek şaristaniyên mîna Misr û Harappayê di derketina xwe de yekdestdariyên cotkariyê ne. Amûrên sererastkirina hilberînê ne. Wexta ku têra xwe tê hilberandin, herî kêm ji yên dixebitin qatekî zêdetir karibe berhemê zêde pêşkêş bike û hatibe wê astê, wê wextê bingehê maddî yê dewletê hatiye danîn. Bûyera jêre dewlet tê gotin, ya rastî yên bi hilberîna zêde debara xwe dikin. Eger mirov dewletê weke rêxistina zêdeyiyan berhev dike bi nav bike dibe ku  manedartir be. Bajar jî ji bo vê mekanekî di cih de ye. Di civaka qebîle û gund de têkiliyên bi vî rengî gelekî zehmet in. Şêweyê avahiya qebîle û gund derfet û îmkan nadin vê yekê. Di binê derketina dewletê li bajêr de ev rastî heye. Bi vî awayî mirovatî li bajêr bi diyardeya mêtinkariyê re rûbirû dibe. Bi şêweyekî têkiliyê yê nas nake rûbirû dibe. Navê hunerê nû êdî ‘dewletgirî’ ye. Yên vî hunerî di destê xwe de bigirin ma çi nikarin bikin! Deriyekî mezin ê berjewendiyan e. Koleyê kedkar bi xwe jî fêhm kiriye ku di bêkariya dewletê de ji berê ve gelekî zêdetir ewle û xweşhal e. Mirov xebata wî bi tevahî bi darê zorê ve girê bide wê ev bibe zêde mezinkirina mijarê. Pirr hindik çîroka derketina bajêr bi vî rengî ye.

Herçiqasî xwedî hin pirsgirêkan be jî (rêxistina bi hêz û mêtinkaran), eşkere ye ku di pêşketina rasyonel a civakê de bajar gaveke şoreşgerî pêk tîne. Arîsto ji bo mezinbûneke îdeal a bajêr pênc hezar şênî difikire. Bajarên dema damezrandinê jî bi pirranî şêniyên xwe pênc hezar bûn. Mirovên nû têne cem hev. Mirov ji civaka qebîleyî bihurî ne. Kesên ji ezbet û qebîleyên cuda, bi welatîbûna bajêr bi hev têne girêdan. ‘Xelkê bajêr’, ‘hemşehrî’, ‘bajarî’ bi vî awayî pêk tên. Ev pêşketin dewlemendbûna bajêr nîşan dide. Bajar bi vê rewşa xwe amûrê pêşketinê ye. Çavkaniya pirsgirêkeke ciddî nîne. Di tevahiya serdema destpêkê de, car caran jî ji bilî Babîl û Romayê, pirsgirêka şêniyan li ti bajarî nayê dîtin. Bajar bi serdestiya civakbûna xwe balkêşiya xwe timî bi hêz dike. Modela Sumer weke lod û gidîşan zêde dibe, Misr jî bajarên hindik û cewherî ava dike. Ya rastî, şaristaniya Misrê weke şaristaniya nîv-bajar û gundî di dîrokê de bê hemta ye. Bazirganî û zenaetkarî gelekî pêş dikeve. Bi rê, mîmarî, spor, huner, avahiyên qesran ên li dora avahiyên perestgehê bi komikên nû fireh dibe. Gelek bajar jî li dora garnîzonên eskerî ava dibin. Nexasim garnîzonên Romayê her yek ji wan mîna kakilê bajarekî ne. Dîroknas behs dikin ku di vê demê de ji her deh gundî re bajarek dikeve. Ango di navbera wan de têkiliyeke sîmbîotîk heye. Ev tê wê maneyê ku di navbera gund û bajar de hê pirsgirêk nîne.

Bajarê Romayê weke bajarê bi heybet ê dawî yê serdema antîk, belkî jî tevahî pirsgirêkên serdema xwe di hinavê xwe de hildigirt. Vê yekê jî şaristaniya Romayê hem herî bi heybet hem jî kiribû bajarê herî bi pirsgirêk. Li Romayê mumkîn bû ku mirov li hemû çîn û koman (arîstokrasî, bûrjûvazî, kole, proleteriya lumpen, her cure komên etnîk, her cure komên dînî, her cure nijad) rast bê. Çîn û komên berê bi awayekî bermahî, yên nû bi awayekî nû ruh bi wan bikeve dihatin temsîlkirin. Li aliyê din, dîsa mumkîn bû ku mirov li şêweyê her cure exlaq, polîtîka û îdareyê rast bê. Bi tevahî mînakên qraliyet, cumhûriyet û demokrasiyê dihatin (li nava împaratoriyê) ceribandin. Mirov dikarîbû li tevahiya zanist, huner, felsefe û dînan weke bermahî û mînakên wan ên nû ruh bi wan dikeve rast bê. Roma bi rastî bajarekî ekumenîk (gerdûnî) bû. Tevahiya rê diçin Romayê, maneyeke vê gotinê jî ev rastî bû. Asta herî jor a şaristaniya navendî ya sê hezar û pêncsed salî nîşan dide. Hilweşîna wê jî hêjayî heybeta wê bû. Du hêzên mezin ên bûn bela serê şaristaniyê çîna xizanan Xiristiyan û komên hê hêza etnîsîteyê diparastin (eger mirov ji van koman re barbar bibêje mirovê bi termînolojiya şaristaniyê bixape) bi pêlên ji derve û hundir dawî li bajêr anîn. Dîroka 476 P.Z. bi tenê dîroka hilweşîna bajarekî, Romayê nîne, di heman demê de di kesayeta bajarekî de dîroka hilweşîn, xirabûn û rizîna şaristaniya pêşî ya sê hezar û pêncsed salî û serdema antîk e.

Dema weke serdema navîn tê bi navkirin, ji aliyê bajarbûnê ti carê xwe negihand serdema antîk. Bajarên serdema navîn bi kelhe û bircên xwe bi yeknesak û pirr piçûk destpêkir. Bajarên serdema navîn bi awayekî mîna biryargehên derebegtî û mîrnîşînan bûn. Li dewrûberê bi kombûna hinek zenaetkar û xizmetkarên qesrê potansiyela xwe ya berfirehbûnê hebû. Çîna bazirganan ji bo heybet û mezinbûnê leza pêşî bide jî mirov avahiyên weke mînakên berê yên bajarên Roma, Skenderiye, Antakya, Dara-Nisêbîn, Ûrfa-Edessayê zehmet e ku bibîne.Di zêdebûna hejmarê de herçiqasî ji yên berê bibihurin jî di warê kêrhatin û mîmariyê de (perestgeh, şano, meclîs, agora, hîpodrom, amfîteatr, serşok, kanalîzasyon, kargeh û avahiyên hwd.) ti carî nikarîbûn xwe bigihînin îhtîşama yên berê. Serdema navîn weke bajar û şaristaniya konan a li ser xirbeyên serdema destpêkê û antîk hatibe avakirin. Bajar hê di wê rewşê de nîne ku serdestiyê li gund û derveyî bajaran bike, ji vê dûr e. Bi awayekî di okyanûsa gundan de mîna giravokan e. Herçiqasî di binyeya wan de nakokiyên desthilatdarî û çînî hebin jî hê di wê rewşê de nînin ku rê li pirsgirêkên hawîrdorê vekin. Sîstema şaristaniyê bi giştî, ji ber yekdestdariyên sermayeyê hawîrdor hêdî hêdî dikeritandin. Xwêgirtina erdan bi yekdestdariya cotkariyê re têkildar bû. Vê rewşê heta bi dawiya sedsala 18. dewam kir û her çû pirsgirêk girantir kirin.

Pêxîrtengiya bingehîn a bajarbûnê sedsala 19. bi şoreşa pîşesaziyê weke berhemê îndustriyalîzmê derket holê. Ev xweber nebû; ev têkiliya xwe bi xwezaya antî-civakî ya îndustriyalîzmê re hebû. Aliyê herî girîng ê bajêr ji aliyê ekolojîk ve dibû pirsgirêk, diyalektîkeke wî ya ji hawîrdorê qut hebû. Gund yekser têkiliya xwe bi hawîrdorê re heye. Bi her tiştê xwe pêve girêdayî ye, û dizane ew berhemê wê ye. Bi heywan û nebatên xwe re mîna bi zimanê hawîrdorê bipeyive jiyana xwe dewam dike. Zimanekî hevpar, zimanê cotkariyê pêk hatiye. Di avabûna civakê de bandoreke mezin a vî zimanî heye. Li bajêr rewş berevajî ye; bajar her diçe ji cotkarî û hawîrdorê qut dibe. Zimanekî nû, zimanê bajêr pêşde dibe. Rasyonalîteyeke xwe ya cihê heye. Her diçe têkiliya xwe ya bi aqiliya hawîrdorê re qels dibe. Zimanê bajêr zimanekî welê ye, bi bazirganî, zenaetkarî, pîşesazî û pereyan re pêwendîdar e. Aqil û zanista van pêk tîne; ji aliyê van ve pêk tê. Diyalektîka pêşketina zimanê nû bi vî awayî ye. Eşkere ye ku li vir zimanekî bi nakok, têra xwe xerîbketî û zêhniyet mewzûbehs e. Bajarbûna demê çand û zaravayên komên klan, qebîle, eşîr, qewm û gund û yên li derveyî bajêr ên berê temsîl dikin digire nava xwe. Zimanekî xweserî xwe yê zanist, huner, dîn û felsefeyê pêk aniye. Ji aliyê çînî ve arîstokrasî û yên din weke du kategoriyên sereke pêk aniye. Bajarîtî hê nebûye xwedî şexsiyet. Weke dewameke giştî ya civakê ye.

Sedsala 19. û 20. ev tewazuna dîrokî bi temamî xira kirine. Bêguman ev rewş ji nişka ve pêk nehatiye. Li Nîvgirava Îtalyayê di sedsalên 10.-16. de ji nû ve mezinbûn û bilindbûna bajêr (Venedîk, Cenova, Floransa, Mîlano û yên din), şoreşa bazirganiyê ya di sedsala 13. de bi rêya Îtalyayê derbasî Ewrûpayê dibe îfade dike. Bajarên Îtalyayê ji pêvajoyê re pêşengiyê dikin. Bi Ronesansê re dîsa dixwazin li ser şopa Romayê mezin bibin. Di nava bajêr û navbera bajaran de reqabeteke gelekî dijwar heye. Di vir de pevçûn û reqabet di qonaxa nû ya şaristaniyê de li ser pêşengiyê ye. Mîna ku tevahiya jiyana berê ji nû ve zindî dibe. Lê şert û mercên nû wê veguherîne. Roma bi teqlîdê neyê afirandin. Lê wê karîbûn xwe bigihînin kopyayên Romayê yên mêşmirî. Ezmûna qraliyeta navendî û dewleta netewe jî wê bi ser nekeve. Lê bajarên Îtalyayê di sedsalên 10.-16. de bi rêya Ronesansê ji şaristaniya Ewrûpayê re pêşengî kirine û ev rastî ne ya guftûgoyê ye. Hem weke dêr (ekumen Katolîk) hem jî weke laîk meyla sekuler bi rola xwe rabûye.

Şoreşa bajêr a Elman di qonaxa pêşî de bi yekîtiya bajarên Hansatîk (nêzî 1250-1450 P.Z.) destpê kiriye û şoreşa bazirganiyê ya bajarên xwe pêk aniye. Dema duyemîn jî (1400 P.Z.) weke qonaxa manîfakturel diyar dibe. Li dijî navendbûnê konfederalîzma bajaran têkoşîneke zêde dide. Gelek gundiyan û komên nîv-karker, bi awayekî bingehîn jî taximên zenaetkaran di van têkoşîn û serhildanên çarsed salî qudandî de bi roleke diyarker rabûn. Piştî pêvajoyeke gelekî xwînrij, ev ezmûnên pêşî yên konfederalîzmên demokratîk ên bajar û li derveyî bajaran, ji ber sedemên cûrbicûr (îdeolojîk, rêxistinî, pêşengî) li hemberî meyla monarşiya navendparêz û dewleta netewe şikestin, têkçûn. Eger têkneçûna dibûya dîroka Ewrûpayê bi awayekî din bihata nivîsîn. Elmanya Federal a îro, ji faşîzma dewleta netewe ya bûrjûvaziyê ber bi vê modela kevin ve diberide û hêdî hêdî vediguhere. Lê weke konfederalîzma demokratîk ne, weke federalîzma bûrjûvayê.

Bajarên bi awayekî bingehîn bend û sukrên li pêşiya xwe rakirin û meşiyan bajarên Hollanda û Ingilistanê bûn. Di vê de navendîbûna sê şoreşan bi hev re û gelekî zêde jiyana wan a vê yekê, rola xwe heye. Şoreşên bazirganî, fînans û pîşesaziyê bi awayekî bingehîn li Amsterdam û Londonê gihiştin serketinê. Federalîzma kominî li h erdu welatan jî bi hêsanî hat tepisandin. Xelkên bajarên din û yên li derveyî bajaran bi hêsanî xwe radestî navendê û dewleta netewe nekirin. Ji bo vê jî pêdivî bi şoreşên sedsala 16. û 17. yên li Hollanda û Ingilistanê hebû. Amsterdam di sedsalên 17. û 18. de, London jî di sedsalên 19. û 20. de bajarên pêşeng ên van pêvajoyên şoreşî ne. Herdu bajar jî navendên dinya serdema nû ne. Sîstema şaristaniya navendî ya dinya veguherîneke mezin darbas dikir rêve dibirin. Navendên hêzên hegemonîk bûn. Şênî û nakokiyên wan bi lez mezin bûn. Di vê demê de avahiya kansêrolojîk a rastî ya bajêr destpê kir. Li gorî rêzê avahiyên xwe yên nexweşokî derbasî Franse, DYE, Rojhilatê Ewrûpayê, Rûsyayê, Rojhilatê Dûr, Emerîka Latîn, Rojhilata Navîn û Efrîkayê. Di dîrokê de bajarê sedsala 20. di vê ‘demê’ de destpêkir serketina xwe ya ji sedî sed bi dest xist. Tevî şaristaniya berê û dinya komin a li derveyî bajaran a dema duwanzdeh hezar salî bi rola sereke rabûn. Şûna serektiya vê dinya paradîgmatîk a duwanzdeh hezar salî paradîgma bajarî ya kapîtalîst digirt. Bajar êdî bi tenê navenda bazirganî, fînans û pîşesaziyê nebû; di heman demê de navenda hegemonîk a tevahiya fikra dinyayekê bû. Ev paradîgmaya ku di serî de bi zanîngeh û akademiyên xwe yên hêlîna zanistê, bi nexweşxane û girtîgehên xwe, bi çîn û burokrasiya xwe bi sazî bûye, li şûna fikra dinya navend eskatalojiya berê (axîret, ûxrewiyet), hewl dida bi fikra hişk a pozîtîvîst xwe serwer bike. Ya rastî, pozîtîvîzm dînî nû yê çîna bûrjûvayê bû. Lê bi maskeya ‘zanistperestiyê’ ya li rûyê xwe dixist (bi sûdwergirtina ji zanistên girîngiya wan bi awayekî awarte zêde bûne) xwe serketîtir û pratîktir didît.

Bi vê avahiya bajaran bi rastî civak bi kansêra sosyal ketibû. Arîsto bi xwe jî bajarên deh hezar şêniyên wan heyî xeyal nekiribû. Sed hezar, mîlyonek, pênc mîlyon, deh mîlyon, panzdeh mîlyon, bîst mîlyon û hedef bajarê bîstûpênc mîlyon e! Ev, mezinbûneke rastî ya kansêrolojîk nîne ma çiye? Bi tenê ji bo xwedîkirina bajarekî bi vî rengî dikare welatekî di asta navîn de tevî dewrûbera wî demeke kin ji holê rabe. Ti mentiqê vê mezinbûnê nîne. Eşkere ye ku tevî civak û xwezaya bajêr ji bilî zirardana Xwezaya Yekemîn wê ti encamê nede. Ti welat û hawîrdor tevî gelê xwe nikare bajarên mezin ên di vê astê de demeke dirêj hilgirin. Sedema bingehîn a xirakirina hawîrdorê ev mezinbûna kansêrolojîk e. Mîna ku bajarek welatê xwe bi xwe tevî gelê wê dagir dike, hildiweşîne û dike mêtingeh. Hêza nû ya mêtinkar bajar e; yekdestdariyên pîşesaz, fînans û bazirganiya global a li bajêr in, baregehên wan ên plazayê ne. Ewlekariya li van plazayan ji ya kelhe û bircên berê kêmtir nîne û ev jî vê rastiyê piştrast dike.

Emperyalîzm û mêtinkariya sedsala 21. êdî li derveyî welatan nîne li hundirê wan e. Mêtinkar bi tenê xerîb nînin, zêdetir hevkarên wan in. Bi tenê yekdestdariyên sermayeyê global nebûn; desthilatdarî û dewlet jî global bûn. Desthilatdariya global a hundir û derve jî ji hev nayên cihêkirin. Kî bi ser kîjan neteweyî ve ye ew jî êdî girîng nîne; hemû hevpar in. Ji hev cihêkirina ji aliyê eskerî, ekonomîk û çandî ve jî zêde maneya nema. Zimanê wê yê hevpar Ingilîzî, çanda wê Anglo-Sakson, rêxistina wê ya eskerî NATO û teşkîlata wê ya navneteweyî NY ye. Êdî yek du ne, gelek New York (Navenda hegemonîk a DYE; di salên 1930’î de nobet ji Londonê dewr hat girtin) û London hene. Em di serdema bajarên global de ne. Bajarên serdema global bi tenê bi leza şaneyên kansêr hawîrdorê tine nakin. Eger bi şêwazê jiyan û zêhniyeta xwe Merîhiyek hebûya, bi herhalî wê ji bajarên vê serdemê kêmtir seyr û dinyayî bihata hesibandin. Esaleta bajarî ya zêde pêşneketibû,  jixwe hê çênebû ji qîmeta xwe ket. Bi mode û moderntiyê xwe nîşan dide û bi vê dixwaze cinawiriya xwe ya rastî veşêre. Barbarê rastî (faşîzm, qirkirin, bê sînor qirkirina çandî û herî dawî jî qirkirina civakê) bajar e. Her cure kes û komên (ji fanatîkên sporê bigire heta bi komên muzîkê yên di şahiyan de dînîtiyan dikin nava wan pûç, ji burokrasiya îmhaker heta bi şêlankerên piyasê, ji yên bi ti pîvana exlaqî ve ne girêdayî heta bi yên bûne robot civaka medyakêş, dînên xeyalên sîmulark û ferazî) xweziyê bi barbarên (ez ti car bawer nakim ku qebîleyên koçber barbar in) berê tînin êdî navenda wan li derveyî bajaran nîne, li bajaran bi xwe ne, bajar bi xwe ye.

Babîlên (heyfa Babîlê, ji ber ku heta hilweşiya jî hê esîl û pîroz bû. Dejenere û rizîn bi sînor bû) serdema modern pêk tên. Pêşbînî nayê kirin ku wê dawiyê çawa bê. Lê gerstêrka me bi tevahî daneyên zanistî nîşan dide ku wê nikaribe vê dinyayê (ev dinya sosret a xiyanet li xwe kirî, bi biryara ekolojiya dinyayê îmha bike) hilgire. Eger dîsa derkevin derveyî bajaran ango li gund û zozanan vegerin jî hem cih teng e, hem jî têra xwe bi nexweşî ne. Divê mirov baş fêhm bike ku civaka bajêr li ber sînorê ‘qirbûna civakê’ ye.

Hîç şik û şuphe têde nîne, ji vê rewşa bajêr ketiyê avahiyên çînî yên desthilatdar û dewletdar berpirsiyar in. Kurtêlxurî û ranta bajêr ew bi awayekî dijwar kirin barbar û cinawiriya bajar (Levîathanê nû) afirand. Eşkere ye ku mirov bi temamî nikare ji vê xelk û civaka bajêr berpirsiyar bibîne. Lê li cem hişk ter jî dişewite. Mirovên li keviyên bajar, ‘Xiristiyanên nû’ yên bajar, neçarbûn rêyekê bibînin. Naxwe di rewşeke welê de ne, mehkûmê jiyaneke welê ne, ji Neronan gelekî bi tehlûketir ji şewitandina ji aliyê hezaran Neronan ve xirabtir di rewşekê de ne. Divê mirov bedewî, exlaq û aqlê bajêr ê bi sînor mayî bifikire. Her pisgirêka çavkaniya xwe bajêr e, divê êdî bigirin navenda her projeya xwe ya civakî (ji ber ku ji zû ve ketine rewşa nexweşiyê). Di vê çarçoveyê de em dikarin ji tevahiya pirsgirêkên civakî û ekolojîk re çareseriyên manedar bibînin û divê kes vê ji nedîtî ve neyê. Ji bo hilweşîna dinya û civakê em li sedemên din negerin, bi tenê sedemên çavkaniya xwe bajêr ji niha ve bi vê rolê rabûne.

Ji Parêznameya ‘Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê’ (Pirtûka 3’emîn)

Şaristaniya Dewletparêz Sîstemekî Qirkirinê ye

Ev gelên ku demekê çanda 3 împaratoriyên bihişmet (bişeml) (Akad, Babîl, Akad) dijiyan, belkî jî qewmên bazirgan û pîşekar ên yekemîn ên dîrokê bûn.

PKK û Îdeolojiya Dewletdariya Netewe

Li gorî teoriya biserhevkirî ya rizgariya neteweyî di pratîkê de girêdayî têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ tiştên bihatana kirin diyar bûn.

Sosyalîzm û Kapîtalîzm

Mirov rastiya civakî timî têrûtijî pêk bîne, wê bi heyecana pêkhatina kêliya di nava tevahiya rabihuriya kombûyî de pêk tê û bi hêviyên bêserûbinî yên paşerojê pêk bîne, ev rastiya jiyanê ya herî nêzî heqîqetê ye.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]