24.04.2017

DLANA KOZKN

avn zr, Gemiyn xwe bi darn ikest diajon Bay re destan davje canek N guleyek di qirik de

 

 

 

 

 

 

. Cemîd Siyamend

 

Çavên zêrî,

Gemiyên xwe bi darên ikestî diajon

Bayê re destan davêje canekî

Nû guleyek di qirikê de

Û du parçe hesin, di tenita xwe de girtiye

Bi rêz cîhana jêrîn,

Berî gemiyên winda,

Didine giravên mirinê

Kebaniya tariyê,

ûrên xwe diavêjin

Diavêjin ji bermayê keça ronahiyê re

Wê di çavên rojê de, serjêbikin

Xwîna sor,

Xircikên azahiyê dide pita xwe

Rêka pênabertiyê di birînê de dibîne,

Lê, ew hîn dikare

Êri li ser kozikên êê bike

Bi kenekî fedokî

Can li berxwe dide,

Diheje, dilerize

Lêvên ziwa li hêviya gotineke din in

Benikên deng parçe bûne

Tiliyên bi xwîn bilind dibin

Mirovên xwe avêtine malan

Weke koselan xwe vediêrin

Wêneya serkeftinê çêdikin

Û ji min re dibêjin;

“Ez jî bi we re me

Min jibîr nekin

Zimanên min,

Nikare barê hêviya min rabike”

 

i Awaz?

i awaz dixwazin ez ldim? Li pit tln bi stir. Di nav hembza er de, Li ser perd enstrmaneke jihevket Kurtepista cudabna, Di evndaran de,

Trmeh

Ji bona azadiy Serxwebn Jiyaneke n mirovahiy Li dij koledariya hezar salan

Li Hviya Te Me Xatir

Esmera min Sed bst roj bihurn Dil min ji befr sartir e Sermay j, serma dikir Di rojn ile de Li ser bibkn wran,

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]