23.07.2017

Žaristaniya Dewletparźz Sīstemekī Qirkirinź ye

Ev gelźn ku demekź ēanda 3 īmparatoriyźn bihižmet (bižeml) (Akad, Babīl, Akad) dijiyan, belkī jī qewmźn bazirgan ū pīžekar źn yekemīn źn dīrokź būn.

 

 

 

 

 

Abdullah OCALAN


Civaka homojen civaka ku di qirkirinê re hatiye derbaskirin e. Bi homojenkirinê re civak ji dîroka xwe ya rast tê qutkirin, bi pevxistinek (kurgu, spekülasyon) bîrdozî ya fîktîk (ola herî bênaverok û pevxistî), hemû çandên cuda têne tunekirin. Bi vî rengî qanûna (zagon) destketiya (qezenç) herî zêde ya li ser aboriyê derbasdar dibe, li ser desthilatdariyê jî, yekdestiya (yeknavendî, tekel) netewe dewletê tê pêkanîn. Li aliyekî milet pêvajoya herî bi felaket ên di dîrokên xwe de dijîn, li aliyê din bermahiyên dawî yên çanda civakî, di çerxên netewe dewletê de tê helandin. Di serdema qažo maf û azadiyên takekesî de, em ji jêmayiyên dawî yên rûmeta takekesiyê xatir dixwazin. Dema têgeha qirkirinê di dahurînin (analîz), em dikarin bi awayekî hîn gižtî û girtina cewhera sîstemîk, vê yekê serkeftî bikin. Ji bo qirkirina yahudiyan peyva ‘tekane (yegane)’ bi baldarî tê parastin. Rastî belovajî vê ye. Di modernîteya kapîtalîst de, qirkirinên ‘tekane’ nîn in. Di her civak, milet û netewe dewletê de kêm an jî zêde, qirkirin hene. Di hinekan de pêkanînên fizîkî tên mežandin, piranî jî bi awayekî vežartî û çandî tê pêkanîn. Bêhižtina dîrok, aborî, rêveberî û zîhniyetê, herî kêm qasî qirkirinên fizîkî û çandî bi bandor û bêrehm in.

 

Di paqijkirina avadaniyên nîjadî de, ceribandinên yekemîn ên qirkirinê, di belgeyên Asuran de bi žanazî tên vegotin. Polîtîkayên Asuran ên xwe dispêrin koçberkirina kesên bermayiyên talan, dagirkerî û qirkirina di asta herî jor de, fersendê nade vê yeke. Wekî Romayê, ji bo miletên xistine bin desthilatdariya xwe mafê jiyanê bide û bi vî rengî împaratorî nayê berdewamkirin. Pêkanîna otorîteyek ku zagona wê tüneye, bê sînor û keyfî esas e. Jixwe bidawîbûna wê ya bi rengekî bêbendewarî, girêdayî vê politikaya wê ye. Encama hemû sîstemên polîtîk ên ku tenê xwe dispêrin zordariyê, dižibin hev. Wekî mîratê girtina vê polîtîkayê ya ji Sargon, bi Hammurabiyê Babîlî pesandina wê û ji aliyê Asuriyan ve bi awayekî herî bêrehm pêkanîna wê, ji bo hemû gelêr Rojhilata Navîn û pergalên mîrîtiyên koledar tê wateya dojehê (cehnem). Tu mînak, qasî pevçûna netewe dewleta tirk û ermeniyan bi awayekî hînker (fêrker) nîžan nade ku netewe dewletî rejîmek qirkirinê ye. (Bi gelemperî înkarkirina dîrokê, tunekirina çand û otorîteya demokratîk). Sedema trajediya ermeniyan ew e ku xwedî burjuvaziyek di demek zû de buye kapîtalîst û xwedî astek pêžketî ya çandake di ser ya cîranên wan re ye, her wiha lîstokên bêrehm ên hegemonyaya kapîtalîst e. (Li hemberî menfaetek biçûk a rojane, çandek hezaran salayî ji ber çavan derxistin). Mirov qirkirina ermeniyan tenê bi fažîzma spî yê tirk (Tevgera Cemiyeta Îtîhat û Terakî û CHP’ê ya bi bernameya siyasî û bîrdoziya fermî) ve girêdayîn, dê bibe nêzîkahiyek teng. Di koka vê qirkirinê de, dîrokek ku gelekî diçe demên borî û kartêkerên (faktor) civakî yên hîn tevlîhev hene. Tebeqeya (Çîn) jorîn a qabîleyên ermenî jî, qasî sermayeya yahudî nebe jî, di çêbûna sermayeya di çanda Rojhilata Navîn de cihekî girîng digire.

Ermeniyan, bajar ji zû de ji bo xwe kirin navend, li gel vê yekê hostahiya wan a di pîžekariyê (zanaat) de û wesfên wan ên zêde yên bazirganiyê hîndi dema dewleta hîtîtan de ew kirine xwediyên sermayeyê. Bi taybetî di bajarvaniya Anatoliya û Mezopotamyayê de, di rewža aktorên bingehîn de bûn. Bi xiristiyaniyê re (P.Z. salên 300’an) hem ev rola wan hîn cudatir bû, hem jî hebûna wan hate rewžek ku bê dîtin. Di wateyekê de li Rojhilata Navîn zayîna zu (Bêamad) ya kapîtalîzmê pêk anîn. Bi gotina “zû” em behsa zayînek sîstematîk dikin. Nxwe daneheva kapîtal, ji dema sumeran û vir ve, ji aliye hêmanên marjinal ên her çandekê ve dihat pêkanîn. Burjuvaziya ermeniyan, bi xiristiyaniyê re cara yekemîn ev danehev anî rewžek bi bandor û sîstematîk. Pozîsyona wan a bibandor a di pîže (zanaat) û bazirganiyê de,  ev yek mumkun kiriye. Daneheva sermayeyê hemî gavan rê li ber hêrs û dijderketina civakên ežîret û qabileyên (bavik) li gorî pergala komunan dijîn, vedike. Ji ber ku li ser çanda wan a wekhevparêziyê hertim texrîbatan çedike. Dezgehên wekî bajar, çîn û dewletê pêžve dibe û rê li ber nakokiyan vedike. Di koka qirkirina ermeniyan de, divê hebûna nakokiyek bi vî rengî her tim li ber çavan bê girtin. Di bin trajediye de, faktorek din a bingehîn û dîrokî jî, nîjadperestiya ermeniyan ku ji xiristiyaniyê jî bandor girtiye û rê li ber bandorên dijber vekiriye bu. Dema hîtlerî težebusî tecrubeyan qirkirina yahudiyan kir, wî bixwe îtiraf kir ku wî bandor ji tecrubeya qirkirina ermeniyan a ji aliye hikûmeta Îtîhat û Terakiyê girtiye. 

 

Qirkirina Suryanî-Keldanîjî, ji aliyê heman mekanîzmayê ve, vê carê dê li nava bažûrê Kurdistanê pêk bê. Çîroka tunekirina van hersê çandên xiristiyan û çandên din ên berdewama wan (versiyon) ku ji Asur, Babil û Akadan (Em Mehelmiyên li Mêrdînê ku  koka xwe digihînin Akadan, dixin hesabê) dimînin jî gelekî trajîk. Ev gelên ku demekê çanda 3 împaratoriyên bihižmet (bižeml) (Akad, Babîl, Akad) dijiyan, belkî jî qewmên bazirgan û pîžekar ên yekemîn ên dîrokê bûn. Bi bajaran hatibûn dinê û bi bajaran mezin bibûn. Bandorkeriya (tesîr) mîtolojî, ol û hunerê bi kûrahî jiya bûn. Çanda sumeran belavî cîhanê kiribûn. Qewmên ku žaristanî belavî cîhanê kirin bûn. Ji vê dîroka bižemil (bihižmet) a 5 hezar salayî, wekî ku tenê mîrateyek bûye malê müzeye, maye: Hinekê bermayiyên dêran ên xweser, çend pîže û hinekê jî berhemên mîmarî û hunera moda. Çîroka wan dižibe ya ermeniyan. B.Z. ji destpêka 2000’an ve xwediyên kapîtala yekemîn (sermaye), vekirina karxaneyên yekemîn (Kâr=Kârum, di wateya acenteya yekemîn a serdema yekemîn e), xwediyên karwanên yekemîn taybetiyên wan ên eslî bûn. Yên ku mêtingehên (koloni) bazirganiyên yên yekemîn ava kirine, ew bûn. Yên ku bazirganiyan raçandina xwežik dikirin ew bûn. Pêžengên pîžeya telkârî bûn, nexžebediya bedew a zêr û zîv dikirin. Nivîsvanên muhasebeya (Hesêpgirî) bazirganî û bi hezaran nameyên li ser tabletên tuglayan bûn. Qasî aliyê dîrokê yê ku žanaziyê dide, ev aliyên wan ên ku xemginiyê didin, her tim di nava hev de hatine.

Pirsgirźka Civakź Ya Bajarbūnź

Ji bo hilwežīna dinya ū civakź em li sedemźn din negerin, bi tenź sedemźn ēavkaniya xwe bajźr ji niha ve bi vź rolź rabūne.

PKK ū Īdeolojiya Dewletdariya Netewe

Li gorī teoriya biserhevkirī ya rizgariya neteweyī di pratīkź de girźdayī tźgīna ‘Kurdistana Mźtingeh’ tižtźn bihatana kirin diyar būn.

Sosyalīzm ū Kapītalīzm

Mirov rastiya civakī timī tźrūtijī pźk bīne, wź bi heyecana pźkhatina kźliya di nava tevahiya rabihuriya kombūyī de pźk tź ū bi hźviyźn bźserūbinī yźn pažerojź pźk bīne, ev rastiya jiyanź ya herī nźzī heqīqetź ye.

2017 © Partiya Karkerźn Kurdistan (PKK)
[[email protected]]