30.03.2017

Şikestina Zayendî Ya Yekem

Bi nivîsandina dîrokê re zanista civakî, zanistinên wek aborî û siyasetê, li jêr navê nêzîkatiya zanistî û objektîf ketin nava dualîteya heyber û kirde û zilam kirin kirde.

 

 


 

Ji Dîroka Jina Azad


Koletiya ku Jinê bi şikestinên zayendî yên yekemîn û duyemîn jiya, di serdema modernîteya sermayedar de gihîştiye lûtkeyê. Li beramberî vê rewşê teqez divê jin zane bibe û bizanibe ku bi çi re rû bi rû hatiye, li beramberî vê jî têbikoşe. Ji ber şertê jîna civakê bi parastina nirxên ku civakê pêktîne ve girêdayî ye. Wateya gotina Rêbertiya me ya “drûşmeya me ya bingehîn a vê carê; divê sêyemîn şikestina zayendî li dijberê zilam biqulipe, be”, di rizgariya jinê ji koletiya heyî û azadbûna wê de diyarker e. Her du şikestin jî jin xistin hedef û wiha pêş ketin. Lê ruxmî vê jî zilamê ku bi rastiya jina ku peremperçe hatiye kirin jiyana xwe parve dike, ew zarokên ku ji hêla wê jinê ve têne perwerdekirin û bi tevahî hêmanên civakê ku pê re peywendîdar in, ketine jêr bandora vê şikestinê. Lê belê li kêla van hemûyan jî, ji ber sînoreke xweragirtinê heye, ji hêla avakerên pergala tehekumkar ve ji zilam re di perava vê şikestinê mîsyonek hatiye dayîn. Ev mîsyon îro gihîştiye wî halî ku zilam bûye taşeronê tevahiya pergala mêtinger. Ev pozîsyon jî bi hincetên civakî, siyasî, aborî û biyolojîk û bi prîman re tê xurtkirin, wiha jî ji bo berdewamiya wê dibe temînat. Teşegirtina zilam ku dibe temînat, diyardeya zilamtiyê, domdarbûna tehekuma civakî, pozîsyona perçiqîn, koletî û bûyîna milkê desthilatiyê saxlem dike. Ev karakterê zilamtiyê li ber azadiya jinê, pêvê girêdayî azadiya civakî dibe kelem. Beriya ku karakterê zilamtiyê were guhertin, divê ev taybetiyên ku kronîk bûne, werin derbaskirin. Ji ber ev taybetmendî yên kesayeta zilamê heyî ne, di encam de tişta were şikestin jî zilamtiya heyî ye. Di karakterê zilamê heyî tiştên bêne şikestin, di nasnameya ku jê re zilamtî tê gotin, di pêşxistina şikestina wê de, birêvebirin, pêşvebirin û ber bi encamê ve birinê de dîsa divê jin di asta pêşengtî mîsyon bigire. Divê were zanîn heke şikestina sêyemîn a zayendî li dijberî (aleyh) zilam nebe, heke zilamtiya hatî îcadkirin têknebe, wê civakîbûn bi tevahî ji holê rabe û îmkana jiyana ku mirovahî nifşê xwe dewam bike nemîne. Ji ber di jinê û nirxên civakî ku jinokî kirine de koletî kûr dibe, di zilam û desthilatiya mêrokî de jî çanda şîdeta serdest û perçiqandin her diçe bêrihmtir dibe. Em îro, bi Levîathanê ku dûvika xwe gez kiriye û her diçe ber bi daqurtandina xwe ve diçe, rû bi rû ne.

Rizgarkirina civakê ji kevneşopiyên paşverû û elimandinên desthilatiyê, rizgarkirina ferdên civakê ji kolebûyînê, her wiha jin û zilamên ku mêjiyên wan bi pergala zilamsalar hatiye şuştin bikaribin li derveyî pergalê bifikirin, ev bi sêyemîn şikestina zayendî re dibe. Sêyemîn şikestina zayendî ya ku li dijberê zilam pêş bikeve, heke amûrên hukumkirinê -ku sparteka bingehîn ji bo dewamkirina desthilatiya zilam in- ji destên wî bêne derxistin, bêne bêfonksyonkirin û li gorî sûda hemû mirovahiyê werin bikaranîn, wê bigihîje armanca xwe. Armanc ew e ku jin û zilam wek hêmanên civakî yên azad û wekhev tevlî jiyanê bibin. Desthilatdariya bi karakterê zilam ku li ser jinê şikestin pêk tîne, amûrên di destên zilam de li dijî jinê bikar tîne, vê jî pîroz û destnedayî dike. Zilamtiya îro, hebûna xwe bi van amûran didomîne, bêyî wan zilamtî dikeve bin gumanê. Ger desthilatdarî nebe, zilamtî jî nabe. Şîdet, derew, zext, zordestî nebe -ku ev rêbazên bingehîn ên pergala serdest in- zilamtiya zilam jî mijara gumanê ye. Girtina van amûran ji destên zilam, bêfonksyonkirina wan, ji bo sêyemîn şikestina zayendî şert e. Sêyemîn şikestina zayendî li dijberî zilam projeyeke demdirêj e, têkoşîna jiyana nû ye. Pergal bi serweriya zilamtiyê destpêkir, lê belê derveyî hejmareke kêm xwediyên desthilatiyê, zilam jî kire kole, ew ji cewherê wî, ji xwebûnê derxist, hêz û baweriyeke qelb û pûç da wî. Heke îro hêza zilam nikare vîna azad biafirîne, vîneke wî ya ku ber bi ramana azad ve biçe tine ye, ne ayîdê xwe ye, heta xwe jî nas nake; şikestina vê rewşê tê wateya ku ji çanda desthilatdariya zilam serbixwe dibe, hemû zincîrên ku wî didin girêdan, dixapînin û kole dikin dişkên.

Destpêkirina vê jî ji malbatê ji bo gihîştîbûneke têkûz girîng e, lê belê îro wek bizav divê em ji xwe destpêbikin û bibin mînak. Di roja îro de ku netew têne derbaskirin, nakokiyên çînî cihê xwe ji nakokiyên bingehîntir re dihêlin, pirsgirêkên ku derdikevin pêş ên ekolojî û zayendperestî derdixin li pêşiya civakê ketine ser hev. Ruxmî vê jî di bedeneya bizavên hawîrdorê de li gorî girîngiya pirsgirêkê têkoşîn dernakeve holê, ev jî ber bi qederperestiya ku cîhanê terkê qirêjiyê, bêavî û tinebûyînê dike ve dibe. Ji aliyekê ve jî li beramberî zihniyeta desthilatdar ku vê mêtingeriya ekolojîk pêktîne têkoşîn nayê meşandin. Wiha jî pirsgirêkên hawîrdorê wek rastiya mutleq tê lansekirin. Ji ber nayê dîtin ku qirêjiya esas di têkîliya di navbera însan û xwezayê de heye û kêlî bi kêlî xweza tê tinekirin. Lewma jî li beramberî xwezayê nêrîneke rast nayê pêşxistin û ji pirsgirêkên hawîrdorê re çareseriyên radîkal nayêne raberkirin. Wiha jî di xêva civakê de îmaja xwezaya ku terkê mirinê hatî kirin, cîhana ku ber bi rizînê ve diçe û gêrstêrka (gezegen) ku piştî çend sedsalên din wê zuha û tine bibe, çêdibe. Ev rewş jî enerjiya têkoşîna civakî pasîf dike, rola însan di vê tabloyê de nayê dîtin, xweza jî her diçe tê pasîfîzekirin. Di bingeh de divê li dijberî zihniyeta serwer ku xwezayê zuha dike, têkoşîn bê meşandin. Pêwîst e di navenda hemû rizgariyan de jî rizgariya jinê cih bigire. Bi têgihîştina ku hemû azadî ji azadiyê jinê derbas dibin, têkoşîn heke bê meşandin û li gor vê jî çanda zilamsalar a ku êrîşê xwezayê dike, were derabaskirin, ev jî wê başiya herî mezin ji xwezayê re be. Di vê wateyê, zanebûn yek ji şertên bingehîn a sêyemîn şikestina zayendî ye. Her du zayend jî divê diyardeya hişmendiyê (bîlînç) di şênberiya xwe de di wateya dîrokî û rojaneyî de jêrpirs bikin, ev jî ji bo fêmkirina serdemê girîng e. Bêyî pêşxistina zanebûn û têgihîştina dîrokî, têgihîştina zayendî û ya herî girîng jî têgihîştina azadiyê, pêkanîna sêyemîn şikestina zayendî ne gengaz e. Sêyemîn şikestina zayendî ya li dijberê zilam pêş bikeve, guhertina zihniyeta desthilatdar a zilam dike armanc. Ji bo destpêkirina vê jî di serî de pêwîst e zilam xwe binase, karakterê zilam ku di dîrokê de hatî afirandin fêm bike, li beramberî tiştên ku dane wî tiştên ku ji wî hatine stendin ferq bike. Devjêberdana desthilatiya mîkro ku dane wî, tê wateya pêşxistina vîna cewherî û azadiya ku ji wî hatiye girtin. Ji bo zilam vê pêk bîne, divê heqîqeta jinê fêm bike, têgihîştina dîrokî ya rast pêş bixîne, pêvajoyan rast tehlîl bike, şikestina ku pergala desthilatdar di jinê de afirandî derxîne zanebûnê, ji rêya koletiyê derkeve û bikeve ser rêya azadiyê. Herwiha pêve girêdayî, bi vê rêyê pergala ku bê redkirin û rastiya karakterê wî diyarker bike, tiştên di derbarê zilam de ên werin pejirandin û pîvanên ecibandinê derxîne holê. Li gor vê jî xwedî hewldan be. Çawa ku bi şêwazeke qeba gotina “em vîna zilam bişkênin” gotineke ne rast e, di halê xwe de hiştina pirsgirêkê û ji xwe re vekirina qadên jiyanê yên dûrî azadiyê jî ji bo me wê rizgariyê neyîne.

Şikestina vê carê ku li dijberê zilam pêk bê, ew tiştên bi jinê dane wendakirin, qezenckirina wan dike armanc. Her pêngava ji bo vê bê avêtin wê dîrokî û têgihîştî be. Neyê hiştin zilam bi navê jinê biryar bistîne û jin bi biryara zilam ber bi pratîkê ve naçe, ev jî yek ji van pêngavan e. Zilam vîna xwe li ser jinê ferz dike, ev jî bi awayeke dualî koletiyê kûr dike. Bi mêtingerkirina gelên din re serxwebûna rastîn nayê bidestxistin, ev mînak jî gelên mêtinger vedibêje, ne ku gelên azad. Di dualîteya heyber û kirde de desthilatiya ku li ser heyberkirina jinê tê pêşxistin wek azadî hesibandin ji bo zilam wendahiyeke dîrokî ye. Ji ber azadiya rastî li ser koletiyê nayê înşakirin. Ji bo vê jî hewceye zilam vê di xwe de derbas bike, pêngavên azadbûnê biavêje û ji karakterê zilam ê heyî dest berde, biryardariya vê nîşan bide û ber bi pratîkê ve biçe. Herwiha jin jî di derbarê xwe de biryar bistîne, van biryaran pêk bîne û li beramberî isara zilam di tiştên kevin de têbikoşe. Ev jî tê wateya ku li cihê xwe wek xwe û ji bo xwe bihizire, xwedatiya zilam û çanda zilamsalar ku tê ferzkirin derbas bike û bibe takekeseke azad.

Mijarên ku bingehên azadiyê pêktînin wiha ne; di wateya îdeolojîk de têgihîştina zanebûna nasneme, naskirina nasnameya zayendî, afirandina şertên azadiya nasnameyê, têgihîştina polîtîk û ji bo pêkanîna vê jî xwe birêxistinkirin, rêxistinbûna xwe jî li gor pêdiviyên serdemê cihbicih kirin. Her wiha divê di her şertûmercê de û her kêlî li beramberî êrîşên hîyerarşiya desthilatdar wek her zindiyê parastina xwe ya rewa bike û vê jî li gor dem eyar bike. Jinên cîhanê ji rewşa pasîfîze derketine, di bizavên civakî de bi çalekî cih digirin ev jî di asta jinên cîhanê de dikare wek destpêka sêyemîn şikestina zayendî were hesab. Ji ber bi van pêngavan re ew mîsyona ji bo jinan hatiye destnîşankirin dikeve jêr pirsê û red dikin. Ji sedsala 18’an ku dîroka bizavên jinê destpêkiriye heya niha, jinan di pir bizavên civakî de cih girtine. Ji vê demê pêve bizava jinê ya pir zindî, biêş û zehmetî be jî hebûna xwe nîşan dide. Têkoşîna jinan di destpêkê de ne siyasî bû, bêtir bi saziyên alîkarîkirinê re bi sînor bûn, lê bi siyasîbûna jinê re di nava partiyên siyasî de jî jinê cih girt. Jin tevlî hilberînê bû, lê ji ber dabeşkirina ked-destê, bêedalet bû, xwedî mafê dengdan û perwerdeyê nebû, ev mijar ew ber bi lêgerê ve kişand.  Ev teleb herçend di serî de pir pesîf bêne dîtin jî, ji ber bi xwe re jêrpirskirina îmtiyazên zilamên karker anî, watedar in. Neheqiyên ku di qada taybet de li jinê hatine kirin, mixabin hîna jî nehatine dîtin. Jin kete qada gelemperî, li beramberî neheqiyên ku pêre rû bi rû ma di vê qadê de kete nav tevgerê, lê di qada taybet de kedkariya xwe ya bê bersiv bixwe jî qebûl kir. Ruxmî van hemû kêmaniyan jî, tevgera jinê ku bi awayeke zindî û dînamîk derkete holê bi xwe re zanebûn û bawerî jî afirand. Serîrakirinên destpêkê bêtir ji bo kar, nan û mafê dengdayînê bûn, lê belê ji salên 1970’an şûnve li teleba wekheviyê, teleba azadiyê jî zêde bû. Her ku daxwaza azadiyê kete dewrê, ji hêla dewletên tehekumkar ve ev tevgerbûna jinê hate cidîgirtin. Di têkoşînên ji bo mirovahiyê hatine meşandin de mîrateyek azadiyê heye, di dîroka jinê de jî çavkaniya ku wek mîrateya azadiyê, em jê hêz bigrin civaka xwezayî û nirxên wê ne. Ji bo jin bikaribe bigihîje zanbûna nasnameya xwe, divê di zemînê dîrokî de hebûna xwe bihêz bike. Lewre xurtkirina têkîlî bi dîrokê re û di nava bandorkirineke zindî de, xwe wek parçeyeke dîroka heyî û dewamkera wê dîtin, girîng e. Çi takekes be, çi rêxistin an jî civak be, di bingeha belavelabûn, şikestin û dirûvguheriyê (başkalaşma) de bêkokbûn û ji zanebûna dîrokî bêparbûn veşartiye. Dîroka bizava me, dîroka xwedîderketina vê mîrateyê û domdarkirina têkoşîna azadiyê ye. Têkoşîna jinê ku em dimeşînin  jiberxweve çênebûye. Têkoşînên ku beriya me hatine destpêkirin, bedelên hatine dayîn, nirx û destkeftiyên zayendî ku hatine afirandin bingeha têkoşîna ku îro em dimeşînin jî pêk tînin. Hertiştî ji xwe destpêkirin û redkirina yên beriya xwe; redkirina xwe ye. Nêrîna rexneger û lêpirsînger hertim pêşketinên hîna xurt û bikalîte derdixîne holê. Rexneya ku rast were kirin encamên rast jî bi xwe re tîne. Di pergala sermayedar de, ketina jinê di nav qada gelemperî, rizgarbûna wê ji dariziyên feodal heke wek asta azadiya di nava şaristaniya sermayedar de were dîtin, tê wateya ku neyê zanîn ku jin çawa di nav vê pergalê de hucre bi hucre tê mêtandin, heta tê wateya erêkirina wê. Di vir de mijara ku em dixwazin bal bikişin ser pêngavên azadiyê ku di sedsalên 19 û 18’an qewimîn wek berhema sermayedariyê dîtin rê li ber mezhûrbûnê (sakinca) vedike. Di vê wateyê bêyî ku bikevin nava mentiqên azadiya çewt, lêkolandina pêşketinan, wê hîna bêtir di cih de be. Dema bizavên jinan di asta cîhanê de dibin mijara nîqaşê bêtir bi tevgerên ku girêdayî çalekiyên navend rojava pêşketine têne bisînorkirin û lêkolînên bi navenda rojava derdikevin ser dika dîrokê. Ev nêzîkatî azadiya jinê ji koka wê qut dike. Di wateyekê de ev bi tinekirina bingehên xwe înşakirina avahiyê û di esas de jî lênehûrbûna çavkaniya vejîna azadiyê ye. Xebatên bi navend rojava di warê têgihîştina dîroka azadiya jinê de têr nekin jî heya radeyekê hin berhem derxistine. Lê belê jina rojhilat, bi taybet jî jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd hatine jibîrkirin. Ev xebata me di bingeh de watedarkirina xwe, zemînên dîrokî ku têkoşîna me ya azadiyê xwe dispêrse kirina rojeva xwe û di meşa azadiyê de avêtina pêngaveke din ber bi pêşve ye. Dîsa, derbaskirina vê bêdîrokbûnê jî dike armanc. Ji ber vê sedemê bi şûna yek bi yek bidestgirtina bizavên jinan, di serîrakirina dawî ya jinê de, di derbarê diyardeya femînîzmê de pêşxistina hin analîzan wê, dê di cih de be.

Femînîzm, herçend wek koka gotinê di sedsala 15’an li Ingilistanê wate girtibe jî, cara yekem di Fransayê di wateya jinatî (kadincilik) hatiye ziman. Di sala 1890’an de jî bi parastina mafên jinan re pêwediya wê hate çêkirin û wiha hate bikaranîn. Di sala 1892’an de li Parîsê di Kongreya Yekemîn a Navnetewî ya Jinê de peyva femînîzmê wek îfadeya teorîk a parastina mafên jinê hate pejirandin. Bi demê re têgeha ku hate sîstematîkirin bi awayê “teoriyeke ku li ser bingeha ezmûnan, bi lêpirsîna femînîstan, ji hêla analîtîk ve xurtkirin, her tim li ber çavan derbaskirin, ku her kes bikare bigihîje, ne tenê ji bo kesayetên taybet, ji her kesê re vekirî ye û pîroz neyê kirin” bi pênaseyên nû re hate dewlemendkirin.

Femînîzm, şêwazê raman û kiryarên ku wekheviya civakî, siyasî û aborî ya zayendan dike hedef e. Şêwazê ramana ku di civakê de jin mafên jê sûd bigire zêde bike, bi mafên zilam re bigihîne asteke wekhev hedef dike, herwiha jin bikaribe di derbarê xwe de bixwe biryar bigire. Di çarçoveya tiştên di derbarê jinê de, li gor berjewendiya jinê, şîrove û kiryarên di derbarê jinê, parastina xwedîbûna derfetên wekhev bi zilam re, di vê rêyê de jî teorî û rêxistinbûna ku têkoşîna vê bide meşandin dike armanc. Di femînîzmê de teoriyek bi tenê tine ye, herwiha di yek eksenê de pêşketin jî tine ye. Di vê eksena tek de rêxistinbûn jî nayê pêşdîtin. Femînîzm ku pir teorî û girêdayî vê şêweyên birêxistinbûnê jî esas digire, ji îdeolojiyekê bêtir, di wesfa teorî an jî nêrînekê de ye. Di dema derketinê de nirx û mafên ku jê re têkoşîn hate meşandin wek qezenckirina mafê dengdanê, ji karê wekhev re ked-desta wekhev, mafê perwerdeyê, di cewher de ev hemû berhema rasyonalîzma ku di nav pergalê de derket û lîberalîzmê ye.

Li rojava bi pêşketina ronesans û bizavên reformê re ronîbûn di cewher de tê wateya ku ew mîrateya ku rojava ji rojhilat stendî, gihîştiye wê astê ku bi mêjiyê xwe yê analîtîk birêve bibe. Di kêleka pêşketinên teknîkî ku di encama dîtin û îcadên nû derketin holê, xweza bêdawî hate bikaranîn. Ev pêvajoya ku jinûve xîmên binesaziya civaka rojava hate avêtin, şaristaniyên rojavayî li dijî civakên rojhilatî ketin nava pêngaveke nû. Di vê pêvajoya ku mêjiyê analîtîk derkete asteke bilind, rê li ber pêşketina rasyonalîzm û mekanîktiyê vekir. Asta zihnî ya ku gihîştinê jî bi lez li qanûnên qezencê hate teyisandin. Civaka şareza ya kapîtalîst ku jê re şareza, hemdem, pêşketî û pergala dawî tê gotin, bi van vegotinan re derkete ser dikê û deriyên qezenckirina bêdawî vekir. Wiha jî di dîroka mirovahiyê de pêvajoya mêtingeriya herî kûr a mirovahiyê destpêkir. Di pêvajoya ku di dîrokê de wek şoreşa endûstrî tê zanîn, fîzîka mekanîk rêyeke nû di dîrokê de vekir, di serî de tevnkerî di pir qadan de di hilberînê de teqîn rûdan û jin di vê pêvajoyê de wek hêza erzan a kar kete jêr xizmeta sermayedariyê. Bi pêşketina sermayedarî û hilberîna endûstriyel re jinê ku li derveyî malê jî dest bi xebitînê kir, ji zilam cudatir, bi piçûkdîtin û mêtina keda xwe re rû bi rû ma. Sedema ku di şoreşê de bihêz û bi her tiştî tevlî berxwedanê bû, bi ferqkirina vê perçiqîn û newekhevtiyê ve girêdayî ye. Ruxmî vê, hê jî perçiqîna jinê nayê ziman. Ji derketina femîmîzmê pê ve formên ku pêşketine, wateyên dîrokî û cudahiyên wê heya rojên îro werin lêhûrkirin, ji bo gihîştina nêrîneke rast girîng e. Nirxên ku derketin holê hem jîna siyasî û civakî ya netewan bi kûranî bandor kiriye, hem jî ji ber netewên cuda jî xistiye jêr bandorê, xwedî cewhereke gerdûnî ye.

Bi destpêkirina şoreşa Fransayê, sazîbûna sermayedariyê û qadên ku lîberalîzmê jê bejnveda derketina femînîzmê teoriyek e ku di cewherê xwe de ji nava pergalê derketiye û diyarker bûye, di pergalê de bi armanca hin sererastkirinan teşe wergirtiye û dema pergal bisazî bû, xwe wek alternatîfekê da cihêkirin. Bizavên femînîst girêdayî şert û mercên jê derketin û pêşketin formên cihêreng girtin. Yên ku zextan wek çavkaniya pergala zilamsalar dibînin, bi navend zayend in û wekhevîtiyê diparêzin, ên ku çavkaniya zextan wek sermayedarî dibînin û formên ku Afrîqa-Emerîkî ne û derveyî rojava ne, ji hev cuda dibin.

Şoreşa 1789’an ku di dîrokê de wek şoreşa Fransa ya burjuva tê zanîn, di encam de bi şandina 16. Louîs ber bi giyotînê ve û parvekirina desthilatiyê bi çîna burjuva re encam girtibe jî, di cewher de ji ber dînamîkên di nav xwe de hilgirt şoreşa gel e. Şoreşa ku çînên jêrîn û navîn û ciwanan tê de cih girtin, bi drûşmeyên ku jin diqêriyan destpê kir, gihiştî bû û ber bi serketinê ve çû. Drûşmeya “wekhevî, azadî, biratî” di wê demê de yek ji tişta ku herî zêde kesên Fransî dixwestin û pêdiviya wan pê hebû, bû. Jinan herî zêde ev drûşme berz kirin, ji ber pir acîl bi azadî û wekheviyê pêdivî didîtin. Piştî şoreşê jî dengê jinan qut nebû, ji ber kirpandina biratiyê tenê weke ku zilamtiyê îfade dike û biratiya zilaman hedef dike, pergala nû jî li gorî vê ber bi guherînekê ve diçû, lê ev hate ferqkirin. Danezana mafên hemwelatî û mirov hatin amadekirin, pejirandin. Lê belê ruxmî ku jinê ked, xebat û xwîna xwe rijand jî ji wê re cih nehate dayîn. Li gor vê di sala 1791’an de Olympe de Geuges, bi nêrîna ku divê mafên mirov bi sererastkirina malbatê û di nav malê de destpêbike, danezana mafên jinê û hemwelatiya jinê amade kir. Di nav civakê de ji bo başkirina rol û mafên jinê, berfirehkirin û di vê wateyê de jî rabûna cihêtiya zayendan kire armanc. Di nav wê şoreşê de yek ji derketina herî xurt a ku bi armancên şoreşgerî derkete holê ev gav bû. Li rojava bi pêvajoya ronakbîrî re lêpirsîn hatin rojanekirin û diyardeya ferd pêşket, pergala sermayedar ev xurtir kir, lîberalîzmê jî ji azadiya takekes û daneheva (bîrkîma) bêdawî re heya dawî derî vekir, pêşketinên bi vî awayî di pêkhatina yekemîn baskê femînîzmê de xwedî roleke diyarker e.

Dema dîrokzanên femînîst dest bi nivîsîna dîroka jinê kirin û wiha lêkolîna dîrokê kûr kirin, bi êş be jî hîs kirin ku rêbazên heyî yên lêkolînê kêm dimînin. Ji ber di dibistanên tibê de dema bedena mirov tê lêkolandin, bedena zilam tê esasgirtin. Heta pêdiviya nasandina organên jinê nayê dîtin. Lêkolînên di derbarê pêvajoya menepoza jinê jî di dawiya sedsala 20’an de destpêkir. Bi nivîsandina dîrokê re zanista civakî, zanistinên wek aborî û siyasetê, li jêr navê nêzîkatiya zanistî û objektîf ketin nava dualîteya heyber û kirde û zilam kirin kirde. Zanist li gor zilam û ji hêla wî hate pênasekirin. Rêbertiya me vê mijarê wiha dinirxîne “Zanista civakî weke ku rim di têran re hilnayê, lêkolînên di derbarê jinê ku wek mijareke piçûk a zanistê hate bidestgirtin, di çarêka dawî ya sedsala 20’an de destpê kir. Bizavên femînîst, hawîrdor, wêrankeriya hovane ya şer û desthilatiyê, karakterê zayendparêz a dîrok û desthilatiyê dide fikirandin. Ev mijar tenê jî ku divê zanista civakî objektîf be, hemû karakterê zayendparêz a avaniya zanistê nîşan dike. Zanist zayendparêz e.” wiha jî rêbertiya me nêzîkatiya zansitê di derbarê jinê bi eşkeretî radixîne ber çavan.

Pirsgirêka Zilam

Zilam jî bi qasî ku difikire dikare vê yekê ji xwe re weke pirsgirêkekê nebîne û wer bijî, di nava xefletekî mezin de ye.

Fîlozofa Serbilind Hypatîa

Çanda dayika xwedawend ew çend xurt e ku kokên wê heya bi kûrahiya genên hişê mirov xwe berda ne. Her wiha bêdengkirin û qutkirina wê jî gengaz xuya nake.

Azadiya Bê Sînor

Mirovê ferzane wiha dibêje; “dîrok niha ye, em jî di kûrahiyên dîrokê de ne”... Pênc hezar sal in ku dîrok bûye gola xwînê û ev çav jî pênc hezar sal in şahîdiya vê yekê dikin.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]