23.09.2017

Parastina Jin

Yn ku pengtiya gel Rojhilata Navn j dikin, Kurd in. Baweriya me j li ser w esas ye ku Kurd weke mnak, taybet di Rojava de ji bo geln Rojhilata Navn v pengtiy dike.

 

 


 

Raperîn GABAR


Rojavayê Kurdistanê di herêma xwe de xweseriya xwe li ser esasê zîhniyeta Konfederalîzma Demokratîk îlankir. Di dîrokê de heta roja me ya îro pitî ketina çanda jin ango civaka exlaqî û polîtîk ku di kesayeta jin de hate xistin bû malê mirovahiyê. Tabî ji wê demê heta vê demê di ketina wê de weke Sûmeran ku xwe îna kir em dikarin bibêjin ku ev wek sîstema xweseriya demokratîk ango konfederalîzma demokratîk înakirin li ser esasê zihniyeta ku Serok APO danî pêiya me ev ne tenê ji bo mafê gelê Kurd, ev ji bo mafê tevahî mirovahiyê ye.

Di roja me ya îro de em jî bi vîna gelan, bi hêvî û baweriya gelan vê yekê ava dikin. Li ser vê esasê avakirina Xweseriya Demokratîk îro li Rojava ku destpêkiri ye jî li ser esasê çand, hêvî û baweriya gelan e ku êdî zêdetir bikaribin vê xurtir bikin. Li ser vî bingehî Xweseriya Demokratîk tê avakirin. Ev di dîrokê de cara yekemîn e ku tê avakirin û cara yekemîn e ku di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de û bi taybet di Rojava de da îsbatkirin, hem sîstemeke ku li derdorê zîhniyeta jinê tê avakirin û hem jî dema em YPJ bigrin dest artêek e ku di Rojava de bi zîhniyeta jinê xwe weke hêza parastina jin binav kir û ava kir, peytkirina vê yekê ye.

Ev sîstema ku tê avakirin xwestin di kesayeta Kurdan de, di kesayeta jinên Kurd de gitî bikin malê civakê. Helbet em îro binêrin xweserî avakirin di cihekî de xwe kirina hêz û xwe avakirin, li gorî sîstemê desthilatdar hêza xwe ya otorîter avakirin e, lê yê me tu dinêrî dijî vê ye. Em bê dewlet sîstema xwe ava dikin.

Her tim me digot dewletek bila hebe, em jî serbixwe bin, em jî hêz bin… Lê em bi vê zîhniyetê vê carê dibêjin ne bi dewlet û ne bi desthilatdarî; bila bi yekîtiya gelan bê avakirin. Mînak em bibêjin ku di parçeya me ya hêrî biçûk, di Rojava de niha hemû gelên wir dibin xwedî vîn. Bi çand û mafên xwe, xwe birêxistin dikin. Suryanî hene, Ereb hene, Kurd hene beyî ku yek li ser yekê desthilatdar be, cuda nêzîk bibe wê bihev re parastina xwe bikin, wê bihev re çanda xwe bimeînin û bihev re li ser wê axê di aliyê aborî de wê bikaribin xwe birêve bibin, xwe sazî bikin; van hemûyan wê bihev re çêbikin. Helbet ev, wê bibe malê dîrokê.

Divê hemû mirovahî bikaribe vê ji xwe re esas bigire û tekoîna xwe li ser vê esasê bimeîne. Divê li hemberî sîstema desthilatdar vê bide meandin. Aborî weke endustriyeke ekolojîk ku debara xwe bide meandin û bikaribe bixe bin xizmeta civaka xwe de. Yan jî dema em dibêjin çand beyî ku yek were nîanî te bide tu xwe bixwe çanda xwe ya bi hezaran salan heyî li ser çanda dayikê, civaka polîtîk û exlaqî xwe birêxistin bikî. Sîstema konfederalîzma demokratîk tê çi wateyê? Mafê her kesê ku bi awayekî demokratîk tê de hebe, her kes bikaribe xwe tê de îfade bike ye. Taybet ji bo gelên Rojhilata Navîn. Me ev yek li gelek cîhan dît: ji Tunusê bigrin, ji Misirê bigrin ji hemû cîhan bigrin sîstem hilweandin, lê çi li ûna sîstemê hate rûnitandin? Ji ber ku alternatîf nebû heman sîstem hate rûnitandin. Ji ber ku alternatîfek ku bikaribe bixe ûna dewletê nebû. Lê ya me, sîstema me heye, sîstema me jî fikra Rêber APO, felsefeya Rêber APO, ango xweseriya demokratîk e.

Yên ku pêengtiya gelê Rojhilata Navîn jî dikin, Kurd in. Baweriya me jî li ser wê esasê ye ku Kurd weke mînak, taybet di Rojava de ji bo gelên Rojhilata Navîn vê pêengtiyê dike. Jin jî di vir de cihê xwe digirin; weke hêza parastinê me diparêzin. Me mînaka YPJ’ê da, Hêza Parastina Jin bi zîhniyeta jinê tê avakirin, zîhniyeta jin çi ye, xwe parastin e. Ji bo ku yeke din îmha bike û xwe ava bike na, mafê xwe yê parastinê weke gel bihev re parastin e. Ji bo vê yekê jî em dinêrin li Rojavayê Kurdistanê rolgirtina jinê gelek xurt e û vê yekê jî weke vekirina akademiyan û dibistanên perwerdehiyê, di nava hêzên asayîê de cih girtin, di hemû aliyên civakê de jî pêengtîkirinê re pêktîne. Ji ber çi me got civaka exlaqî û polîtîk di kesayeta jin de binketiye, em dixwazin careke din civaka exlaqî û polîtîk di kesayeta jinê de bigirin dest û vê ji nû ve bidin avakirin, di kesayeta jinê de ev pêengtî ji bo tevahî mirovahiyê ango gelên bindest ji nû ve bidin avakirin, vê li Rojava di kesayeta jinê de weke mînak bidin rûnitandin…

Lgerna orea Serdem Jineoloj

: Jineoloj hem w ji aliy felsef zanist ve rastiya jin, jiyan, xweza, gerdn civak derxne hol di lgerna me ya heqqet de bibe diyardeyeke hm; hem j w droka berovaj bye sererast bike...

Pirsgirka Zilam

Zilam j bi qas ku difikire dikare v yek ji xwe re weke pirsgirkek nebne wer bij, di nava xefletek mezin de ye.

Flozofa Serbilind Hypata

anda dayika xwedawend ew end xurt e ku kokn w heya bi krahiya genn hi mirov xwe berda ne. Her wiha bdengkirin qutkirina w j gengaz xuya nake.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]