21.07.2017

Dema Kapītalīzm Derket Rewža Ewrūpayź

Ewrūpa di žerź žaristaniyź de tźk biēe wź bi temamī tźk biēe, lź wexta bi ser bikeve jī wź serdestiya wź ya stratejīk misoger bibe.

 

 


 

 

Abdullah OCALAN


Di qonaxa koledar de bi pêvajoya hilwežîna Împaratoriya Romayê re krîza dawî ya kûr bû, ne Xiristiyantiyê û ne jî Îslamê jêre çareserî dît. Sistema wan a bi navê ‘Nîzama feodal’ an jî ‘žaristaniya serdema navîn’ ji reçeteyên rahibên Sumer û Misrê pirr zêde cihê nebûn, bi reçeteyên metafizîk ên bi zehmetî têne fêhmkirin çi bi bernameyên siyasî, çi jî bi çalakiyan civak xistin ‘tarîtiya serdema navîn’ û jê wêdetir ne tižtekî din. Gelek çandên di serdemên destpêkê de hebûn, tinebûn. Krîza Romayê ji aliyê mîrasgirên wê ve hatiye mezintirkirin. Civakên di qada žaristaniyê de weke ‘taîfeyên cennet û cehennemê’ di dora xwe de rawestiyayî û bi vê armancê ji bo žer bikin ref bi ref rêzgirtine, weke pêjnên dikin reprep û dimežin, disekinin, hema bêje ev dinya me li derveyî jiyana zindî hatiye hižtin.

Li gorî vê tabloya ku min ji aliyê teorîk ve bi xalên sereke rêz kir, di rewža berçav de em çi dibînin?

a-     Qewmên pêžî Xiristiyantî qebûl kirin Grek, Ermenî û Asûrî, bi fethên Îslamî re bežekî mezin qadên wan ên dîrokîçandî ji destê wan derketin. Hînê hewl didan û dixwestin bi awayekî hem li hemberî Romayê nasnameya Grek, hem jî li hemberî Bîzans û Sasaniyan nasnameya Ermenî û Asûriyan mayînde û xurt bikin, ketin ber pêla fethê ya Îslamî û van gelan ji ya di destê xwe de bežekî mezin dan, ketin rewžeke gelekî trajîk û qadên çanda manewî û maddî yên hezar salan ji dest dan. Yên weke qewm bûn xwedî gelek desketî û belav bûn Ereb û Tirk bûn. Kurd û Farsan bi tenê karîbûn hebûna xwe biparêzin. Li miqabilî vê, bi saya Xiristiyantiyê yek ji qewmên herî zêde bi ser ket Rûs bûn. Li hemberî Rûsan Tirkan, Tataran, Moxolan û heta Çîniyan bûne aliyê binketî.

b-    Qebîleyên Ewrûpayê bi rêya Xiristiyantiyê kara xwe û destketiyên xwe xistine weznekê. Di nasnameyên qewmî de bi sedema baweriya hevpar hin pêžketin çêbûne û bûne sedem arîstokrasiya rahiban û pižtre jî çanda kevin a derebegan bežekî mezin ê zindîtiya xwe ji dest bidin. Serî li aliyên serdest ên neolîtîkê hatiye tewandin û asîmîlasyon li ser hatiye ferzkirin. Lê rastiyeke dîrokî ye ku cara pêžî di vê demê de hêmanên neteweyî bi awayekî mayînde derdikevin holê.

c-     Xwecihên Efrîka, Emerîka û Awûsturalyayê nikarîbûn çanda xwe ya resen biparêzin, li hemberî Xiristiyantî û hinekî jî li hemberî Îslamtiyê demeke dirêj nasnameyên xwe ji dest dane. Çanda Hindê jî li aliyê binketiyan cih digire. Li hemberî van dînan, Çînê newêrîbû belav bibe.

Žaristaniya serdema navîn bi gotina min qonaxa duyemîn a žaristaniyê, li žûna krîzê çareser bike rê li ber encamên wê kûr bike vekir û bi vî awayî Ewrûpa bûye xwediyê rewžeke stratejîk. Ewrûpa di žerê žaristaniyê de têk biçe wê bi temamî têk biçe, lê wexta bi ser bikeve jî wê serdestiya wê ya stratejîk misoger bibe. Bêguman žerê žaristaniyê di navbera du hêzên stratejîk ên serdema navîn, li Ewrûpa û li ser Ewrûpayê žerê Misilmantî û Xiristiyantiyê ye. Ji texmînan wêdetir rewž gelekî tevlîhev e.

Em wexta tên digihîjin sedsala 15. Xiristiyantiyê li tevahiya Ewrûpayê belavbûna xwe temam kiriye, ketiye dema qraltiya pîroz û derebegtiyê. Împaratoriya Roma-Germen di wê îdîayê de ye ku mîrasa Romayê dewam dike. Lê belê hevrikên wê yên li ber radibin hene. Qraltiya Franseyê di serê van hevrikan de tê. Xanedaniya Habsbûrgê ya Awûsturyayê weke hêzeke nû mezin dibe, bi heman îdîayê radibe. Çartiya Rûsyayê ji zû ve xwe weke Romaya Sêyemîn (pižtî ketina Stenbolê) îlan kiriye. Qraltiya Polonyayê weke çandeke nû bûye Xiristiyan, ji bo pîroztiyê bi destê kesî ve bernede herî li pêž e. Ingilîstan û Franse di nava žerê sedsalê de ne. Xiristiyanên Spanya û Balkanan di rewža xweparastinê de ne. Bajarên Îtalyayê dibin kapîtalîst û li aliyê din jî ji Ronesansê re pêžengiyê dikin. Çav li rê ye ku bajarekî mîna Romayê mezin bibe, yekîtiya xwe çêke û di nava Ewrûpayê de bibe mînak. Heta bi qirika xwe ketine nav hevrikiyê. Xwelihevrakižandina wan dijwar e. Bi tenê di warekî de kêrhatî bûn; di nava dused salên dawî de ji bajarbûyîna Ewrûpayê re pêžengî kirin û kapîtalîzma bazirganiyê li Ewrûpayê belav kirin û derfeteke stratejîk amade kirin. Bi îhtimaleke mezin ev derfeta stratejîk ji Ewrûpayê re wê bibe žensekî mezin. Sedsala 16. wê vê yekê pižtrast bike. Žerên Xaçperestan weke hêvî ji wan dihat kirin bi encam nebûbûn. Diyar nîne ka Ewrûpa wê bibe çi.

Tam di vê demê de Erebên Misilman hînê di ser Îberîk-Spanyayê re bi awayekî stratejîk gefan dixwin. Carekê ketine Franseyê bi zor û zehmetî ew derxistine. Eger ew bereyê ji dest bidin Ewrûpaya Xiristiyan wê bibe mîna mêtingehekê û bi temamî tine bibe. Împaratorên Osmanî di ser Balkanan re bi bayê birûskê gihižtine Awûsturya-Macaristanê û gihižtine ber deriyê Polonyayê. Eger neyên rawestandin, weke Romayê dibe ku hebûna çandî û siyasî ya Ewrûpayê jî biqedînin. Tirkên Osmanî û Erebên Endulus-Spanyayê baž dizanin ku li hemberî Ewrûpayê serketineke temam bi dest nexin, ji sedî sed wê gav bi gav berepaž têk biçin. Dewleta Altinordû ya dewama Moxolan e, di ser Derya Rež re her kêlî dibe ku êrîžê bibe ser Ewrûpayê.

Çend xisletên Ewrûpayê yên rehê xwe kûr hene. Rêûresma demokrasiya qebîleyan hînê teze ye. Gelên Ewrûpayê pirr zêde neketin nav sîstema koledar a žaristaniyê. Seresere li Xiristiyantiyê serwext bûne. Zêhna wan bi tevahî nehatiye fetihkirin. Nexasim xeta bakur bi vî rengî ye. Têkiliya wan bi jiyana xwezayî re xurt e. Dema herî teze û bi lez a bajarbûnê dibînin. Bajar ji ber ku împaratortî û qraltiyê zêde nas nakin, aliyê wan ê demokratîk bi hêz e. Li cem wan hemûyan rêveberiyên nîvdemokratîk hene û ev rêveberî di nava xwe de konfederasyonan ava dikin. Serweriyên din û yên li derveyî îradeya xwe bi hêsanî qebûl nakin. Bi tevahî derebegî û qraltiyên têne damezrandin teze ne. Ezmûn û qabîliyetên wan ên ji bo temsîla Ewrûpayê kêm e. Di Seferên Xaçperestan de pirraniya wan dawežiyane.

Li hemberî vê žaristaniya Îslamê xwedî ezmûn û tecrûbe ye. Li pižt wê dinya berê ya žaristaniyê heye. Pirsgirêkên desthilatdariyê bažtir nas dike. Ji xwe gelekî razî ne. Ji ber ku bawer dikin, dîn û pêxemberê axir zeman temsîl dikin hînê zêdetir dogmatîk in. Di Seferên pêžî yên Xaçperestan de têk neçûn û rêyên bazirganiyê hînê di bin destê wan de ne. Di bazirganiyê de jî hînê serdest in. Dema mirov di çarçoveya van rastiyan de binêre, mirov ê bi hêsanî bibîne ku Ewrûpa pirr kûr di nava krîza žaristaniyê de ye. Tehlûkeya Îslamê ango tehlûkeya Tirk û Ereban roj bi roj mezintir dibe. Konstantînopolîs ketiye destê Osmaniyan, Fatih Siltan Mehmed esker kižandiye bažûrê Îtalyayê bajarê Otrantoyê. Îslam bi xwe weke dîn û qewmên bi xwe re dimežîne bi temamî ji bo Ewrûpayê veguheriye kabûsekê. Xiristiyantî žêweyekî žaristaniyê yê karibe serî bi vê kabûsê re derxîne nîne. Jixwe timî têk diçe û wenda dike. Ji bo žer xeta bi tenê Viyana maye. Eger ew jî bižkê êdî rawestandina Îslamê û Tirkan gelekî zehmet e.

Di vê rewžê de gelekî manedar e ku bajarên Îtalyayê xwe bi bazirganiya kapîtalîzmê digirin û Ronesansê datînin holê. Herdu tevger jî ji bo Ewrûpayê di heman demê de pirsgirêka man û nemanê ne. Ji ber vê yekê, bûyerên li nîvgirava Îtalyayê diqewimin di asta çarenûsê de diyarker in.

Du hêzên krîzê çareser bikin ango Xiristiyantî û Îslam bi îdeaya mirovatiyê ji tarîtiya hilwežîna Romayê rizgar bikin û bigihînin ronahiyê rabûn, lê çi di nava xwe de çi jî bi helwestên wan ên li beramberî hevdu krîz mezintir kirin û ji nû ve rê li ber pirsgirêkên rizgarî û rohnîbûnê vekirin. Ewrûpa yan wê krîza ku du hêzên temsîla qonaxa duyemîn a žaristaniyê girantir kirî û xistiye himbêza wê, çareser bike, yan jî wê weke Romayê hînê bêtir noqî tariyê bibe.

Tam di vê nuqteyê de divê em bipirsin ‘kapîtalîzma’ ku me derketin û hilatina wê ya di sedsala 16. de xistiye ber lêpirsînê, dibe ku bi kêra çareseriyê bê. Ev pirs bi dijwarî dikeve rojevê. Xisletên derketin û hilatina kapîtalîzmê dibe ku ji krîzên Îslamiyet û Xiristiyantiyê yên serdema navîn a derengmayî re (sedsala 14. û 15. P.Z.) bibe žensekî çareseriyê. Ya rastî, ezmûna sedsala 16. a Hollanda û Ingilîstanê žensê çareseriyê rohnî dike. Lê wexta ku em van xisletan ji nêz ve hûrûkûr dikolin, em dibînin û me hewl dabû nîžan bidin ku vê carê di qonaxa sêyemîn a žaristaniyê de rîsk heye ku krîz ji krîza du qonaxên pêžî yên žaristaniyê hînê mezintir bibe û li tevahiya dinyayê belav bibe. Kapîtalzîmê karîbû di warê žer, siyaset û ekonomiyê de xwe weke yekdestdar bibîne û ev jî sedema krîza bingehîn a tevahiya dîroka žaristaniyê ye. Hem berhema krîzê ye, hem jî krîzê bi xwe hildiberîne. Dikare krîzê li zeman û mekan belav bike. Lê ev nabe çareserî. Bûyerên ji sedsala 16. heta sedsala 21. diqewimin gotinên min bi zêdeyî pižtrast dikin.

Ji niha û pêve wê du sernavên me Dewleta Netewe û Îndustriyalîzm bin. Kapîtalîzmê di dîrokê de cara pêžî weke hêmanên bingehîn ên çareseriya pirsgirêkên civakî ev amûr kirin dewrê, ji lewra em ê van amûran bixin ber lêpirsînê û di beža encamê de ez ê hewl bidim guftûgo û hukmên xwe der barê krîza rejîmê, krîza žaristaniyê ango kapîtalîzmê de bigihînim encamê.

Ji Parêznameya ‘Žaristaniya Kapîtalîst’ (Pirtûka 2’emîn)

Li Bažūrź Kurdistanź Nasnameya Kurd a Hemdem

Li ser Kurdźn di nava sīnorźn Iraqź de diman, hesabekī wan ź kūr heye. Dixwazin her kes bawer bike ku pirsgirźka Kurd bi tenź bi modernīteya kapītalīst ēareser dibe.

Li Cem Kurdan Žerź Žorežgerī Ū Afirandina Mīlītanan

Dīsa xwe ji žopźn xwedawend Starź heta bi Īnannayź, ji Kībele, Meryem, Fatma ū heta bi Rosayź mehrūm nake ū para xwe digire. Bi qasī ku karibe hilgire, xwe bi tevahiya rastiyźn heqīqeta civakī xwež ū bar dike.

Lenīn Lźgerīnvanek Heqīqetź ye

Lenīn jī di lźgerīna heqīqetź de lźgerīnvanek bū. Em nikarin bźjin ēima te hź zźdetir nedīt? Ev žaž e. Wź demź zihniyetź heyī ev bū; dewletź birūxīne ū li žūna wź dewletek nū avabike.

2017 © Partiya Karkerźn Kurdistan (PKK)
[[email protected]]