23.09.2017

Ziman avkaniya Zhn, Rih Hest Mirov e

Ew kesn ku di dema xwendin, nivsandin, axaftin, ghdarkirin, temaekirin heta ponijandina xwe de zimann biyan esas digirin ti caran ziman xwe hilnabijrin, w nekaribin ji b watebn j rizgar bibin.

 

 

 

Egîd NÛMAN


Ziman, wate û zîhniyeta mirov e. Li ser vî bingehî jî dema ku mirov li bingehê ziman dinêre, ne tenê weke amûreke jihevdu fêmkirin û peyivînê, bingehê avahiya mirov a zîhnî, hestî û rihî jî dide nîandan. Bi çavê mêtinger û dagirkeran ziman, tenê weke amûrekî jihevdu fêmkirinê tê nirxandin û ji wê pê de ti nirxekî cuda jê re nayê dayîn. Ji roja ku mirovahiyê dest bi hevdu fêmkirinê kiriye û bi zimanê sîmgesel daxwaz û fikrên xwe bi hevdu re parvedikirin heya niha, gelek ziman, zarawa, devok û bindevokên her gelekê pêketî ne û mirovahiyê hewldaye ku bi vê yekê bikevin cîhana hest û ramanên hevdu. Her wiha gelek gel û civakan di vê mijarê de dewlemendiyekî mezin jî dane avakirin û karîne di warê wêjeya zimanê xwe de jî pêde biçin. Lê gelek gel û civak jî di warê çandî de rastî qirkirinên mezin hatine û nekarî ne zimanê xwe pêbixin û heta ji aliyê dagirker û mêtingeran ve ji rûpelên dîrokê hatine paqijkirin. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku bi taybet di vê sedsala dawiyê de rastî qirkirinên herî hovane hatiye, zimanê wê hatiye înkarkirin, nasnameya wê ji holê hatiye rakirin û heta ji xwebûnê hatiye derxistin. Her ji destpêka pêketina ziman heya roja me ya îro her gelek bi zimanê xwe bi nasname bûye û bi zimanên wan jihevdu hatine cihêkirin û cêwaziya di navbera wan de jî bi destnîankirina ziman çêbûye. Ji bo ku têkiliya di navbera civak û gelan de jî pêbikeve, hewl dane ku zimanê hevdu fêrbibin an jî bi rêka wergêran daxwaziyên hevdu fêmbikin.

Dagirker û mêtingeran hewl dan bi vî awayî gelê Kurd jî ji nasname, ji ziman, ji çand û ji xwebûna wê dûrbixin û nehitin ku ti caran bi çanda xwe bijî û xwe bi zimanê xwe îfade bike. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û li dinyayê yek ji gelên herî qedîm û xwedî çandekî dewlemend e. Bi taybet êrî birina ser çand û zimanê Kurdan a ji aliyê dagirker û mêtingeran ve, mijarekî wer xweber nîn e û bi êweyekî herî hovane li gelê Kurd sepandî ne. Li her parçeyekî Kurdistanê ev siyaset li ser gelê Kurd hatiye meandin û dagirker heya dawiyê jî di vê rejîma qirkirinê de bi israr bûne. Gelê Kurd jî li hemberî vê sîstema qirkirinê her tim berxwe daye û heya ji destê wê hatiye xwe parastiye. Hem zimanê xwe yê Kurdî weke zarawayên Kurmancî, Soranî, Dumilkî, Kelhûrî, Hewramî, Lorî û Lekî parastiye û hem jî di warê devok û bindevokên herêmî de bi israr bûye. Di sedsala 21 an de ku hê jî gel û civak bi van sîstemên qirkirinê re rû bi rû ne, ev dide nîandan ku ka sîstema modernîteya kapîtalîst bi taybet jî rastiya netew-dewletê çi qas diyardeyekî derveyî mirovahî, exlaq, estetîk û zîhniyeta mirovbûnê ye.

Bi qasî êrîên dagirkeran û destarê hêrandina çanda mirovan a ku ji aliyê mêtingeran ve tê gerandin, li hemberî vê yekê helwestek raber nekirin, tênekoiyan û serî li doza rizgariya xwe nedayîn jî ew qas titekî xeter e û ji bo ku mêtinger bigihin armanca xwe ji wan re zemînê hewce pêkê dike. Rêber APO di parêznameyên xwe de bi awayekî sosret bal dikîne ser vê xalê û wiha dibêje; “Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Mirov dikare ziman di çarçoveyeke teng de weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bidest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwedî îfade. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bihêz a jiyanê. Asta pêketinê ya ziman asta pêketîbûna jiyanê ye. Civakek çi qasî zimanê xwe yê dayikê pêde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêde dibe. Dîsa çi qasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Ekere ye ku civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zîhniyet, exlaq û estetîkê nabe û heya ji holê rabin wê weke civakeke nexwe mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên ku wate, exlaq û estetîka xwe jidest bidin, nirxên wan ên civakî û saziyane jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin madeya xam a bikaranînê. Weke encam mirov dikare bibêje; mînak, eger ziman weke li cem Kurdan bê jiyîn, civakeke di vê rewê de ji aliyê madî ve wê heya dawiyê xizan bibe û bikeve reweke parçeparçebûyî ango gelekî ekere ye ku ji aliyê wate, exlaq û estetîkê ve wê bi aî, xayînane û kirêt bijî û nikaribe ji vê rewê xilas bibe”. Di vê çarçoveyê de weke gelê Kurd jî çi qas em xwedî li zimanê xwe derbikevin, çi qas biparêzin û pêbixin, em ê ew qas bikarin bibin civakekî pêketî û wê asta me ya jiyanê jî bilind bibe. Bi vî awayî em ê hem bikarin bi awayekî exlaqî, xweik û bi wate bijîn û hem jî em ê bikarin ji gelên din re, ji gelên bindest re jî bibin mînak.

Her ferdekî Kurd divê xwe di ber pêxistina zimanê dayîkê de berpirsyar bibîne. Nexwe wê ti caran nekaribe xwe ji bê exlaqî, kirêtî û bê watebûnê rizgar bike. Gelek caran hinek kes dibêjin, “ez bi Tirkî batir fêmdikim, ez bi Farsî batir fêmdikim an jî bi Erebî batir fêmdikim”. Ew kesên ku di dema xwendin, nivîsandin, axaftin, gûhdarkirin, temaekirin û heta ponijandina xwe de zimanên biyanî esas digirin û ti caran zimanê xwe hilnabijêrin, wê nekaribin ji bê watebûnê jî rizgar bibin. Çi qas ji zimanê xwe dûrbikevin, ew qas ji çand, exlaq, xweikî û wateya xwe ya civakî jî dûrdikevin. Kes an jî komên bi vî rengî wê ti caran neyên hezkirin jî.

Li ser bingehê parastina zimanê Kurdî, pêxistina zimanê dayîkê û xwedî li xwe, çanda xwe û zimanê xwe derketinê divê em hemû jî xwe berpirsyar bibînin û nehêlin ku ti kes destê xwe dirêjî zimanê me bike. Her wiha divê em di warê wêjeya Kurdî de jî xwe bigihînin wê astê ku em bikarin hêjayî çanda xwe ya hezaran salan bibin. Li ser vî bingehî ez jî Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Rêber APO ku vejînkerê vî zimanê dîrokî ye, li gelê Kurd ê rencdêr û têkoêr ku di her firsendê de xwedî li zimanê xwe yê qedîm derdikevin pîroz dikim.

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]