25.05.2017

Rastiya ehdan

ro, dil tij evn Ferzad Kemanger, avn tij xweik yn rn Elemhol hevaln w, sing tij tn agir azadiy yn ehdn Dalaho ji bo ayndeyeke azad dibin avkaniya hz lehengiy.

 

 

 

 

Egîd NÛMAN


Rastiya ehîdên Kurdistanê, rastiyekî wisa ye ku her kengî mirov bixwaze nikare bi awayekî rehet û hêsan bîne ziman û binivîse. Li her parçeyekî Kurdistanê rastiya ehîdan xwe bi êweyekî gelek bi ê û gelek bi xemgînî dide nîandan. Li ser vî bingehî li Rojhilatê Kurdistanê jî rastiya ehîdan heye ku divê mirov di serî de bejna xwe li ber rastiya wan bitewîne û dûvre jî wan rastiyên wan ên pîroz heya nava hestiyên xwe hîsbike. Di meha Gulan’a 2010’an de, di meha ehîdan de û di dema pikivîna kûlîlkan de pênc hevalên dilsoz û têkoer li çiyayê Dalaho ehîd bûn. Em hemû jî ba dizanin ku heya mirov layiqî xwastek, daxwazî û xeyalên ehîdan nebe, mirov nikare bi serbilindî bijî û bi serbilindî jî têbikoe. Di vê çarçoveyê de dema ku em rastiya ehîdan li hemû jiyana xwe ferzbikin û wer jî bijîn, em dikarin hem ji xeyalên wan re bibin bersiv û hem jî em dikarin bibin opdarê rêka heqîqetê.

Tevgera azadiya Kurd hema hema li her devereke Kurdistanê berdêlên giran dane û bi van berdêlan re jî mîrateyekî mezin ê têkoîn û azadiyê daye avakirin. Rastiya ehadetê, naibe ti rastiyekî din. Ji lewra divê mirov bi awayekî gelek hesas û gelek dilsozane binirxîne, bixwîne û bijî. Tevgera Azadiya Kurd ku weke partiya ehîdan jî tê binavkirin, wer hêsan xwe negihandiye roja me ya îro ku hem di nava welatê Kurdan de û hem jî li derdora welatê Kurdan ev qas çerxekî mezin ê plangerî, xiyanet, hevkarî û lîstokan dizivire. Li welatekî wiha, ji bo gelekî wiha ku di nava herdu kevirên destara qirkirinê de tê hêrandin xebat meandin û bi êweyekî dilsozane jiyana xwe bextkirin, nimûne û wêneyekî wer payebilind e ku di dîroka mirovahiyê de jî kêm caran hatiye dîtin.

Hevalên ku li çiyayê Dalaho’ya ser bi Kirmanan’ê ehîd bûn, ew heval bûn; di demekê de ku ji her aliyekê ve êrî li ser gelê Kurd dihatin kirin, Serok APO di nava tecrîdekî giran de bû –hê jî ev rewa Rêber APO bi vî rengî ye- û ji her hêlekê ve xeta xiyanet û teslîmiyetê dihat ferzkirin de wêrektî û fedakariya destanwarî ya keç û xortên Kurdan nîan dan û bi êweyekî têkoerane û qehremanane berê xwe dan çiyayê Dalaho ku ji bo azadiya gelê Kurd bixebitin. Ev rastiyek e ku, heya mirov zorî û zehmetiyên gelek mezin li ber çav negire û bi awayekî wêrekane bi ser de neçe, di ert û zirûfên Kurdistan û Rojhilata Navîn de ne gengaz e ku hinek mîrate û destkeft bêne avakirin. Li ser vî bingehî jî ew pênc lehengên Kurd ên ku di çarçoveya azadiya gelê Kurd de xebat meandin, ji bo mîsogerkirina vê azadiyê jî canên xwe jî kirin mertal û bi vî rengî bedarî karwana ehîdan bûn. Li hemberî paverûtiya rejîma Îran’ê, li hemberî despotîzm û dîktatoriya rejîmê heya dawiyê têkoiyan û ti caran jî ji vê têkoeriya xwe, xwe nedan pa.

Di dîroka gelan û artêan de gelek erên mezin qewimî ne û artê pevçû ne. Lê belê, di eran de bikaranîna rêbazên derveyî exlaq her tim xirab hatine dîtin û weke bê exlaqiya herî mezin hatine binavkirin. ehadeta hevalên Dalaho jî bi rêbaza jehrê bû û rejîma Îran’ê carekî din rûyê xwe yê erê namerdane û derveyî exlaqê er da nîandan. Jixwe di kevneopiya er a Îran’ê de zêdetir rêbazên bi fêl û fen û her wiha lîstokên cur bi cur hatine bikaranîn. Dema ku em li erê di navbera Îskenderê Makedonî û Daryûê sêyemîn jî dinêrin, dema ku em li erê Osmanî û Sasaniyan jî dinêrin, dema ku em li erê Îran û Iraqê jî dinêrin, dema ku em li erê Îran’ê yê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd jî dinêrin em heman lîstok û rêbazên derveyî exlaq û pîvanên eran dibînin.

Di nava heman hefteyê de rejîma Îran’ê pênc dîlên azadiyê yên Kurd li zindana Evîn’ê ya Tehran’ê darvekirin û kîna xwe ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî herî akere da nîan da. Ji bo çewisandin û ikandina îradeya Kurdan zindan her tim weke rêbaza sereke hatine bikaranîn û eger bi ew qas îkenceyên giran û zirûfên zindanê yên giran neyên têkbirin, vê carê jî benê sêdareyê nîanî wan didin û bi vê rêbazê hewldidin hem îradeya gel hemûyî bikînin û hem jî ji bo ku ti caran serî li rêka azadî û serfiraziyê nedin çavên wan ditirsînin. Lê belê, her weke ku hat dîtin û hezaran caran jî hatiye peyitandin, zindan bûne kelheya berxwedanê û zêdetir bûne wesîle ku agirê azadiyê gûr û ge bibe. Niha di roja me ya îro de bi sedan û hezaran zarokan navê Ferzad Kemanger, îrîn Elemholî, Elî Heyderyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan li xwe kirine û weke ku daxwaza Mamoste Ferzad ku digot “Bila dilê min di singê zarokekê de lêbide”, îro ew bûne çiraya azadiyê û gelê Kurd bi wê çirayê pêeroja xwe dît û bi ronahiya wê çirayê jî têkoîna xwe bilindtir kirin û nehitin ku hêviyên wan ehîdan bê war bimînin.

Weke gelê Kurd jî tita ku divê bê kirin û hê jî tê kirin ew e ku bi awayekî herî xurt em xwedî li bîranîna wan ehîdên dilsoz û qehreman derbikevin. Rast e, gelê Kurd gelek berdêlên giran dane û ti caran jî xwe ji dayîna van berdêlan nedaye pa. Bi taybet di pêvajoyekî wiha girîng û hesas de ku ev pêvajo dikare bibe ew pêvajo ku em bikarin hemû hêvî û arezûyên ehîdan bînin cih û dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re mîsoger bikin; divê em hemû hêz û tuwanaya xwe raber bikin da ku ji vê berpirsyariyê re girêdanbûna xwe bi layiqî bicîh bînin.

Li Amed Nav Berxwedaniy Berfn e

Bi derxistina hza jin gel bandorkirin, xistina tevger di hevala Berfn de bib armanceke bi beden, dimeiya. Ew hz ew rih di hevala Berfn de heb. Miltaniy di hevala Berfn de xwe dbare nas kirib...

RWIY IYAY AGIR

Heya ku li ser gel Kurd r nkar tinekirin hebe, di dest min de eka min, ez li ser iya bijm.

Berxwedana 15 Lehengan Li Besta

Ew tev wek tkoern rya azadiy, bi hem cesareta xwe er kirin bihev re cewher ruh miltaniya PKK PAJK nandan

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]