18.01.2017

Teiya AKP Ya Kevn

awa ku AKP Tayp Erdoxan ev roj li dij demokras wekheviy dixebitin, div em j ev roj ji bo demokras wekheviy bixebitin.

 

 

 

 

 

Egîd NÛMAN


Niha li Bakur’ê Kurdistan û Tirkiyê pêvajoyekî hilbijartinê destpê kiriye û hemû partî û rêxistin di nava amadekariyên hilbijartinê de ne. Her weke ku tê zanîn, hilbijartin li hemû dinyayê têne kirin û yek ji hêmana demokrasiyê ye. Di esasê xwe de demokrasî tenê bi hilbijartinê nikare bê pênasekirin. Li hemû cîhanê jî ev rêbaza hilbijartinê tê bikaranîn. Li Bakur’ê Kurdistan’ê û Tirkiyê jî ev xebatên hilbijartinan didomin. Lê belê, partî û namzetên serbixwe, xwedî heman hêz û derfetan nîn in. Li aliyekê partiya desthilatdar û partiyên berê bûne desthilatdar hene ku her tit bi yekdestdariya xwe ve girêda ne, li aliyê din jî partiyên din hene ku bi derfetên xwe yên heyî bedarî hilbijartinan dibin.

Her weke ku tê zanîn û dîtin, hikûmeta AKP’ê bi hemû rê û rêbazan hewldide dîsa bibe desthilatdar û zilma xwe ya li ser civakan bidomîne. Dîsa dixwaze bibe desthilatdar û dîsa xwîna civakan bimije. Dîsa dixwaze bibe desthilatdar û dîsa ji mirovahiyê re titekê nehêle. Ev xislet, nasnameya AKP’ê ye ku ev 12 sal in pê dimee û pê siyaseta xwe ya qirêj dimeîne. 12 sal berê jî behsa çareseriya pirsgirêka Kurd kiribû, pitî 12 salan jî dîsa behsa çareseriyê dike. Wer diyar e ku wê her tim jî hewlbide ku civakan pê bixapîne. Dema ku mirov bi gitî pêvajoyên desthilatdariya AKP’ê dinêre, dibîne ku li ser navê baiyê, ango li ser navê azadî û demokrasiyê ti gaveke xwe ya cidî nebû ye û her tim derfetên heyî jî li ser bingehê xapandina civakan û têkûzkirina desthilatdariya xwe bikaranî ye. Ya rastî divê mirov tenê weke desthilatdariyê pênase neke; ji ber ku zîhniyeta AKP’ê, bi taybet jî ya Tayîp Erdoxan zîhniyeta dîktator û despotan e. Di nava van 12-13 salan de çi kiribe, li ser bingehê dîktatoriya xwe kiriye. Li kuderê civakan behs û dewa mafê xwe kiribe, li wir hema ûrên tûj ên dîktatoriyê nîanî civakan da ne.

Dixwazin li Tirkiyê her tit bi dilê wan be û ew çawa bixwazin bila wer be. Ji bilî dîktatoriyê ti tit nikare vê yekê pênase û rave bike. Dema ku mirov li siyaseta hikûmeta AKP’ê ya bi welatên din re jî dinêre, dibîne ku ji bilî hikûmeta AKP’ê ti kes êdî bawerî bi wan nayîne û êdî xwe li vê dîktatoriya ku hatî avakirin ranagirin. Lewma hikûmeta AKP’ê û Tayîp Erdoxan hewldidin hemû derfetên heyî ji partî û malbatên xwe re bikar bînin. Qesta spî ya Erdoxan jî berhema vê ferasetê ye. Xulase, niha rewa ku li Tirkiyê tê jiyankirin, rewekî gelek aloz e ku bi awayekî lezgîn divê bê çareserkirin. Dema ku mirov li vê rewê dinêre, dibîne ku Tirkiye ber bi erekî navxweyî ve diçe û ne gengaz e ku civakên heyî êdî bikarin vê yekê qebûl bikin.

Yekane rêya çareseriya van hemû pirsgirêkên ku me behsa wan kir heye, ew jî siyaseta demokratîk e ku bi pêengiya HDP’ê tê meandin. Yekane rêya demokrasî û îradeya gelan jî heman xet e ku HDP nûnertiya wê xetê dike. Bi rastî jî hema hema 90-92 sal e hemû civakên li Tirkiyê û Bakur’ê Kurdistan’ê heman siyaset û polîtîkayên qirkirinê dîtin. Ango ji vê siyasetê re ana ne û êdî nikarin çavên xwe li vê rewê bigirin. Hemû civak jî êdî di ferqa vê yekê de ne û lewma her roj zêdetir berê xwe didin HDP’ê û dixwazin ew jî siyaseta demokratîk bimeînin. Ji ber berjewendiyên civaka xwe, pêeroja xwe, îradeya xwe û pênaseya xwe di HDP’ê de dibînin berê xwe didin HDP’ê. Heya niha ti partiyekê nekariye bibe dergûa ev qas cêwaziyan. Heya niha ev qas deriyên xwe ji civakan re venekirî ne. Heya niha nehitî ne her kesek bikare nûnertiya xwe bike. Xala herî girîng jî, heya niha ti kesê hêviya xwe bi partiyê heyî neanî bû ku bi vî awayî berê xwe bidinê.

Her weke ku me got, HDP partiya hemû gel û civakên li Tirkiyê û Bakur’ê Kurdistan’ê ye. HDP, sîvana herî demokratîk e ku her kesek dikare tê de cîh bigire û nûnertiya xwe bike. Di van demên dawiyê de sedema bingehîn a tengbûn û acizbûna hikûmeta AKP’ê û serkêê wê Erdoxan jî ev e. Her roja ku diçe, ji dengên wan diçe, ji xizîneya wan diçe, ango bi gotina gelêrî ji kîsê wan diçe. Lewma ev qas bi awayekî hovane êrîî HDP’ê û endamên wê dikin. Lewma ev û roj xew çavên wan nakeve. Lewma serî li lîstokên qirêj didin.

Weke her welatparêz û demokratan, erk û berpirsyariya her kesê heye ku ji serkeftina xeta HDP’ê re bixebite. Ango eger mirov azadiyê, wekheviyê, jiyanekî azad, aramî, dad û edaletê dixwaze, wê çaxê divê ev û roj bixebite da ku xeta HDP’ê berfirehtir bibe û serbikeve. Çawa ku AKP û Tayîp Erdoxan ev û roj li dijî demokrasî û wekheviyê dixebitin, divê em jî ev û roj ji bo demokrasî û wekheviyê bixebitin. Di dîrokê de jî her tim dîktator û Dehaq li dijî demokrasiyê xebitî ne û wê tim jî bixebitin. Li dijî vê çanda dîktatoriyê, divê em jî çanda jiyana azad û demokratîk pêbixin û tim ji bo vê bixebitin. Bi qasî ku em li demokrasî û wekheviyê pêbixin, ew qas wê dîktatorî û despotîzm jî tine bibe.

Em ehdn Hewlr Jibr nakin!

Ew kesn ku di ern li dij dagirkern Kurdistan de birndar bibn, kesn b dest ling av, hatin qetilkirin. Kjan zagon, kjan wijdan, kjan exlaq dihle ku qirj gemariyek wiha b kirin?

Partiyn Hevreng HDP

Kesn ku ne ten hinek tit, dixwazin gelek tit biguherin, w bi dil can dengn xwe bidin HDP.

Dijminatiya Li Hember Siyaseta Demokratk

Siyaseta demokratk ne xebata byna desthilatdar a n derdorn serdest e. Siyaseta demokratk; xurtbna civak, ji bo areserkirina pirsgirka xwe maf goftgoya azad, biryar girtin pkann ye.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[pkkiletisim@gmail.com]