30.03.2017

Ka Dil Te?

Ka ew dildar dilber Ji bejna min re tim sber Ka ew dijwar jiwar Ji hatina min re bendewar

 

 

 

 

 

Egîd NÛMAN

Ji bo bîranîna H. ‘Nûman Sava’


Ka dilê te ey heval!

Ka awirên te yên tûj

Ka himbêza te ya germ

Ka çûyîna te ya dilsoj

 

Ka ew ê dildar û dilber

Ji bejna min re tim sîber

Ka ew ê dijwar û jiwar

Ji hatina min re bendewar 

 

Ava kaniyan heta daran

Li me barî berf û baran

Çav li bendê bûn gelek caran

Bi bikivîna gulên biharan

 

Li benda te bûm weke her car

Dil bendê çav bendewar

Êdî bes e ev ê û azar

Dil dikele, xamû û brîndar

 

Dê were ad ke dilê xeman

Bixurmîne avên çeman

Ji dilan re bibe derman

Bila awirên te bibin ferman

 

Dê delalo were bibîne

Çemê bendewariyê biçikîne

Brînan derman û bikewîne

Bila ev dil bes bilorîne

 

 

i Awaz?

i awaz dixwazin ez ldim? Li pit tln bi stir. Di nav hembza er de, Li ser perd enstrmaneke jihevket Kurtepista cudabna, Di evndaran de,

Trmeh

Ji bona azadiy Serxwebn Jiyaneke n mirovahiy Li dij koledariya hezar salan

Li Hviya Te Me Xatir

Esmera min Sed bst roj bihurn Dil min ji befr sartir e Sermay j, serma dikir Di rojn ile de Li ser bibkn wran,

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]