25.05.2017

DI SERDEMA KAPTALZM DE RASTIYA KURD

Eger mirov rastiya Kurd li ber rohniya v danasna moderntey rove bike, w roveya mirov gelek nz rastiy be mirov karibe j gelek hn bibe.

 

 


 

Abdullah OCALAN


Wexta ku ez di dema zarokatiya xwe de bi sîstema dibistana seretayî ya Tirk re rûbirû bûm, rastiya Kurd a mirovan bi zorê dikarîn ji hev derxin, di mejî û ruhê min de rê li ber peydabûna pirsan vekiribû. Bi awayekî xwezayî min Tirkîtî qebûl nedikir. Min di kûrahiya ruhê xwe de bandoreke mirov piçûk dixe, his kir. Ya pêî hat bîra min ew bû ku divê ez têkiliyeke malbatê bi Tirkîtiyê re bibînim. Ji aliyê diyê ve, ji dûr ve têkiliyek bi Tirkîtiyê re hebû, lê zêde titek pê safî nedibû. Jixwe Kurdîtiyeke bavikanî xwe ekere dida hiskirin. Min nikarîbû ji vê rastiyê birevim. Lê bi dibistana seretayî re birîna min a pêî jî bi vê rastiyê ve girêdayî vebûbû. Kurdîtî ji bo min gelekî bi pirsgirêk bû û cara pêî têkiliya min a bîrbirinê bi wê re bi vî awayî çêbû. Di vî warî de hestyariya hemsalên min zêde çênedibû. Li gundê berê yê Ermeniyan li dibistana seretayî zarokên Tirkîtiya Komarê qebûlkirî hebûn û ji bo ku min mesafeya di navbera xwe û wan de ji holê rakirana, diviyabû min xwe bixista çavên mamosteyên xwe. Ji dibistana seretayî ve, ez timî li pey yekemînbûnê çûm. Ez niha wer fêhm dikim ku ji bo ez xwe ji neyêniyên ji rastiya Kurd bên biparêzim min serî li rêbazeke bi vî rengî daye. Min bi vî awayî dixwest xweseriya xwe pitrast bikim. Ez di vê de serketî bûm. Min di vî warî de çîroka xwe ya serketinê ya heta sinifa dawî ya zanîngehê her dubare kir. Min bi vê rêbazê ciddiyeta xwe pitrast kiribû û nîanî ‘dost û dijminan’ dabû ku ez dikarim bibim zilam. Lewma ez dikarim êdî dest biavêjim karên girîng.

Ya rastî, bi duayên min ji ber kirî, ez li dîn serwext bûbûm. Ev awayê serwextbûnê jî awayekî ji rêûresmê bû. Min sîûsê sûreyên piçûk ji ber kiribûn. Ez di vî warî de wisa pêde çûbûm, ez êdî her di ber mînbera melê gund de bûm. Jixwe mele jî ji bo min weha digot: “Abdullah tu bi vê lezê biçî tu yê karibî bifirî!” Ev jî ji bo min rêyeke din bû ku min pê rê li ber xwe vedikir û xwe bi bandor dikir. Bi vî awayî, min karîbû xwe di nava civaka ji rêûresmê de bikim kesekî xuya û karibe bikeve çavê her kesî. Van herdu rêbazan têra min kiribû. Di mijarên din de zêde xwestek û hewesa min çênebû. Carcaran wexta min emeletî jî dikir, min karîbû ku ez xwe bikim mînak. Di mijarên din de min xwe li pa digirt. Bêguman meên çiya, kutina maran, nêçîra çivîkan jî ji wan mijûliyan bûn ku min pêengiya wan dikir.

Min di sala 1969’an de pêî cesaret kir gav biavêjim sosyalîzmê û di sala 1970’î de jî min cesaret kir gav biavêjim Kurdîtiyê. Diviyabû min herdu bi hev re bimeanda. êwazê min ê rahitina van herdu rastiyên di nava xwe de pirsgirêkên mezin dihewandin, pêî bi xisletên giraniya xwe bawerî û dogma bû û jixwe ji vê wêdetir jî nikarîbû biçûya. Dem demeke wisa bû, dema oregertiya sloganan bû. Min jî hewl dida ez bi çend sloganên sereke bimeim. Bêguman min timî guh dida hosteyan û lewma çend sloganên sereke yên min ew pîroz kiribûn hebûn. Ew jî ev bûn: ‘Kurd hene’, ‘Pirsgirêka Kurd heye’, ‘Mafê her neteweyî heye çarenûsa xwe diyar bike’, ‘Mafê her neteweyî heye dewleta xwe ava bike’, ‘Meseleya millî herî rast bi rêya sosyalîzmê çareser dibe’, ‘Mirov dikare erê rizgariyê li ber çav bigire’, ‘Eger partiya hevpar çênebe partiya millî jî çêdibe’.

Jixwe ez di pratîkê de ji zarokatiya xwe ve ji bo peydakirina hevalên xwe nêçîrvan bûm. Yek ji derdê min ê sereke ew bû, ez komên piçûk ên zarokan pêk bînim. Ji bo vê jî min her tit bi kar dianî. Di dema çûna xwe ya dibistana seretayî de min cemaeta xwe ya nimêjê pêk anîbû û dest bi îmamtiya wê kiribû. Seansên kutina maran, seferên ji bo nêçîra çivîkan, kampanyayên ji bo berhevkirina pîvokan hertim di rojevê de bûn. Min ê hertim bahaneyek bidîta û bi pey hevalên xwe yên zarokatiyê biketama. Malbat jî di vî warî de têra xwe hiyar bûbûn. Li çareyekê digeriyan da ku zarokên xwe ji min biparêzin. Ma ne ez ‘Dînekî Çolê’ bûm. Çawa ku ev lêgerînên min jî nîan didin, derdorên civaka modern û rêûresmê têra min nedikirin. Di ruh û zêhnê min de valatiyên kûr çê bûbûn. Wer xuya dikir ku ez ê bi hêsanî têr û razî nebûma. Rûsipiyê gund carekê bi mebesta min hiyar bike weha gotibû: “Tu mîna civayê qet di cihê xwe de nasekinî!” Bi rastî jî ez wisa bûm. Têgîna ‘di cihê xwe de bitebite’ ji bo min çênebûbû. Ez dema bi vê lezê gihitim sala dawî ya zanîngehê ez bi awayekê serketî ji ezmûna gihitî û pijiyayî bihurîbûm û ji bo karibim gav biavêjim karên ciddî dem hatibû.

Dema ku min di serê salên 1970’î de dest avêt karên civakî û neteweyî yên Kurdan ez têra xwe di nava nakokiyan de bûm. Mîna ku kesayeteke min a gelekî ciwan û ya gelekî kalbûyî ketibûn zikhev. Ez ji rêûresmê qut bûbûm, lê ez bi modernîteyê re jî nedibûm yek. Herdu jî mîna kincên lihevçêkirî û beloq ên li min nedihatin bûn ku min ew li ser pita xwe digirtin. Lê herdu jî ji bo xelk wan bibîne min li xwe dikirin. Ya rastî, bi vî awayî ez ji oregeriyê gelekî dûr bûm. Ji vê jî ya rasttir ew bû, ez di navbera mizgeft û dêrê de mabûm, lê ez ketibûm neqebek wisa her kêlî pêkan bû ku têde bifetisim. Ji vê jî wêdetir, ji bo nefetisim, diperpitîm. Li pêberî min du mekanîzmayên xwe weke amûrên rizgariyê pêkê dikirin hebûn: Milliyetgiriya Kurd û çepgiriya Tirk. Min xwe nêzî herduyan kir. Aliyên balkê ên herduyan jî hebûn. Kurdîtiya Barzanîgir-Talabanîgir deng vedida. Min bi agirtên wan re têkilî danîn, lê ez tatmîn nekirim. Min millîtaniya çepgir a Mahîrgir-Denîzgir-Brahîmgir zêdetir nêzî xwe his dikir, lê ez di wê rewê de nebûm ku karibim xwe bigihînim wan. Min qîma xwe bi sempatîzaniya Mahîr anîbû.

Bi vê rewa derûnî di zivistana sala 1975’an de min li gorî xwe dest bi propagandaya gotina fermî kir. Min teorî û pratîk bi hev re dimeandin. Jixwe pitî Mahîr Çayan û hevalên wî di 30’ê Adara 1972’an de li Qizildereyê hatin kutin boykota me kirî û pitî wê heft meh razana me ya li Girtîgeha Mamakê (Nîsan-Cotmeh 1972), di Newroza 1973’an de bi civîna me li keviyên Bendeva Çûbûkê kir, min wêrîbû gavê biavêjim pratîka koma herî sist û berpirsiyariya wê bigirim. Ji bo min rastiya Kurd wê êdî bi encamên pratîka komê ve girêdayî bûna. Pitre ez timûtim fikirîm: Gelo ji bo gavavêtina ber bi rastiya Kurd ve ji bilî komê amûrekî batir hebû? Ez hê jî bawer dikim ku ji bo xwe gihandina rastiyê kom amûra herî rast bû. Ji bawerkirinê wêdetir, ji bo ez bibûma kesayeteke afirîner û oreger (ji bo muhafezekar û antî-oreger jî), komeke kolektîf amûrek bû ku bêyî wê nabe. Ez hê jî bawer dikim ku ferdê koma wî/wê yan jî rêxistina wê/wî nebe nikare bibe mirovekî civakî. Bêguman form û naveroka amûrê di warê encamgirtinê de diyarkera bingehîn e. Diviyabû ez komê, kom jî min bi pê bixe. Kom ji roja ava bû heta bi Mijdara sala 1978’an roja xwe weke PKK îlan kir, ji komeke li heqîqetê digere û belav dike wêdetir neçû. Mirov nikare bibêje di polîtîkayê de bi çarpîkan jî dimeiya. Lê bi gitî, em ji rewa îddet û polîtîkayê bi tesîr dibûn.

Heta bi darbeya 12’ê Îlonê sala 1980’î em ji her komek di nava vê rewê de pêdetir nebûn. Gavavêtina Rojhilata Navîn gavavêtineke stratejîk bû. Rastiyê me bêhtir serwext bikirana. Bi awayekî sîstematîk vegera me ya li têkoîna çekdarî, em dahf dan ku em bêhtir li rastiya xwe serwext bibin. Me hewl da, em têkiliya Kurdistan û zorê lêbikolin. Pêngava 15’ê Tebaxê bi awayê xuya dikir eskerî bû, lê bi xwe pêvajoyeke aliyê wê yê polîtîk bêhtir xwedî giranî dabû destpêkirin. Têkiliya di navbera polîtîka û îddetê de her ku diçû bêhtir ekere dibû. Kesayeta civakî, afirêneriya ferd, hêza rêxistinî, civakbûna neteweyî û azadiya jinê xwe bi vê yekê bêhtir rave dikirin.

Duyemîn Hîcreta Mezin kir ku em rastiya navneteweyî bêhtir ji nêz ve nas bikin. Ez wexta dibêjim hîcreta duyemîn, hîcreta yekemîn jî li ser rêya Hz. Brahîm gavavêtina Rojhilata Navîn e, û heta divê mirov bi isyana min a li gund hîcreta xwe ya bajêr jî zêde bikim. Pêvajoya girtina min a li Îmraliyê di serê sala 1999’an de dest pê kir, zor da min ku ez hûrûkûr û bi awayekî yekpare li rastiyê serwext bibim. Asta heqîqetê ya di pêvajoya Îmraliyê de ji pêvajoyên berê bi gelekî li pêtir bû. Ji sûbjektîvîzmê ber bi objektîvîzmê, ji dogmatîzmê ber bi realîzmê, ji bêhestyariyê ber bi hestyariyê, ji dewleta netewe ber bi demokratîzmê, ji ekonomîzmê ber bi modernîteya kapîtalîst (sermayeparêzî, îndustriyalîzm û netewe-dewletparêzî), ji modernîteya kapîtalîst ber bi modernîzma demokratîk, ji dîroknasiya îdealîst ber bi dîroknasiya zanistî-felsefî ve gavên girîng hatin avêtin. Kesayeta xwedî heqîqet, tesewifa Îslamî jî gelekî li ser rawestiyaye û payeberz kiriye. Gotin û kirina der barê çarenûsa netewe û civakan de bi qonaxên heqîqetê re ji nêz ve têkildar in, û bi rêjeya heqîqetê ya di çarçoveya encamên pratîk de diyar dibin.

Dema destpêkê, bi modernîteya kapîtalîst re pêwendî tê danîn, rastiya Kurd û Kurdistanê ji rastiya yek cîranê xwe jî ne li pêtir e, ne jî li patir e. Heta, dema ku bi mînakên xwe yên di asta gerdûnî de li ber hev bê girtin, wê bê dîtin ku di navbera wan de cudahiyeke ciddî tineye. Belkî jî kêmasiya xwe tineye, zêdehiya xwe heye. Qutbûn ji rastiya gerdûnî di serê sedsala 19. de dest pê dike. Sedsala 19. di çarçoveya dîroka gerdûnî de demek e ku têde serwextbûna li dîroka neteweyî derdikeve pê. Dabebûna civakan li ser bingehê dîn veguheriye dabebûna li ser bingehê neteweyan. Li Ewrûpayê ji ummeta Xiristiyan a Katolîk gelek neteweyên laîk cihê bûne, kategoriyên civaka neteweyî derketine holê. Civakên neteweyî bi mezinbûna kapîtalîzmê re kirasên netewe-dewletparêz û îndustriyalîst li xwe kirine. Civaka ji rêûresmê li ser bingehê sêberiya kapîtalîzm, îndustriyalîzm û neteweparêziya dewletê daqurtandine û ew kirine ‘qefesa hesinî’. Li beramberî vê, têgînên civakparêziya demokratîk û sosyalîst û kêm ezmûnên wan hatin bipêxistin. Ev ezmûnên ku Ewrûpayê di sedsala 19. de pêk anîn di sedsala 20. de li tevahiya Ewrûpayê belav bûne. Bi globalbûna kapîtalîzmê re îndustriyalîzm jî global bûye û dinya dabeî zêdetirî dused dewletên netewe bûye. Li nava dinyayê rastiya civakî her ku çûye di nava sînorên teng û idiyayî de bi civaka dewleta netewe ya homojen re wekhev hatine hesibandin. Ji aliyê heqîqeta civakî ve pêvajoyeke gelekî berevajî û xapînok bi mezinbûna modernîteya kapîtalîst re xurttir bûye. Nêrîna metafizîk a ku sîstema aristaniyê ew bi pê xistibû veguherî êweyê pozîtîvîst ê kapîtalîzmê û bi vî awayî mohra xwe li têgihitin, têgîn û teoriyên der barê rastiya civakî de xist.

Herçiqasî ev koma têgîn û teoriyan bi navê zanista mirovî û civakî têne pêkêkirin ji salên 1970’î ber bi roja me ya îro ve ketibin krîzeke kûr jî dîsa qalibên bingehîn ên têgihitin û bîrbirina civakî pêk tînin. Têgîna rastiya civakî ya dabeî hezar û yek axî kirine êdî bûye amûrekî sergirtin û maskekirina polîtîkayên kapîtalîzm, îndustriyalîzm û dewletparêziya netewe ku bi xwe dijminê rastiyê ne. Tevî vê yekê, sêlingê distanê yên modernîteyê di nava xwe de yekpare ne, ango rastiyeke wan heye. Rastiya modernîteyê di berdêla înkara civaka dîrokî de pêk tê. Rastî di civakên aristaniyê yên kapîtalîst de bi awayekî bêhtir qeliî, birîndar û parçeparçebûyî ye. Rastiya civakî ya li dora kara herî zêde hatiye avakirin ew rastî ye ku di berdêla qirkirin û asîmîlekirina civaka ev rastî zirarê lê dike, pêk tînin. Mînak, civaka kapîtalîst kengî civaka ji rêûresmê û civaka kedkaran bike dûvikê xwe yê kole, dikare xwe pêk bîne. Civakên bibin dûvik jî bi tenê dikarin weke obje û alav hebin. Ew bi serê xwe zêde heqîqetekê îfade nakin. Ango rastiyeke pirr qels temsîl dikin. Civaka îndîsturiyel bi tenê li ser bingehê mêtingehkirina civaka cotkar û zenaetkar û bi heqdestê kolekirina wan pêk tê. Civaka dewleta netewe jî di berdêla kirina mîna moriyan û helandina civaka sivîl a demokratîk û civaka li derveyî dewletê de pêk tê. Di van mînakan de, kirine ku civaka dîrokî êdî ne rastî be, û civaka li ûna wê tê danîn, ji civakê wêdetir, veguheriye amûrên mekanîk ên diyardeya kara herî zêde pêk tînin. Hilweîna rastiya civakî di vê diyardeyê de ye. Li vir, yekdestdariyên dêwane yên îndustriyê, saziyên fînansê û saziyên dewleta netewe di pozîsyona amûrên mekanîk de ne. Bi serê xwe rastiyeke wan a civakî tineye. Di pozîsyona amûrên kujer ên asîmîlasyonîst û millîtarîst, cinawirên malî û îndustriyel de ne ku civak û xwezayê diqedînin. Eger mirov rastiya Kurd li ber rohniya vê danasîna modernîteyê îrove bike, wê îroveya mirov gelekî nêzî rastiyê be û mirov ê karibe jê gelekî hîn bibe.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]