22.09.2017

Neteweya Demokratîk

Modela neteweya demokratîk weke modeleke çareserker, têkiliyên civakî yên neteweperestiya dewletê parçeparçe kirine ji nû ve demokratîze dike, li hev tîne, aştiyane û bêhnfireh dike.

 

Abdullah OCALAN


Têkoşîna neteweya bi armanca dewletê û dewleta bi armanca netewe, faktora sereke ya rastiya xwînrij a serdemê ye. Çavkaniya sereke ya pirsgirêkên serdema modernîteyê ew e, netewe bi desthilatdarî û dewletê ve kirin. Em wexta ku pirsgirêkên serdema modernîteyê bi pirsgirêkên çavkaniya xwe dewletên xanedan û dîktator in, bidin ber hev, cudahiya herî mezin a di navbera wan de dewleta netewe ye. Dewleta netewe ya yek ji mijara herî tevlîhev a zanista civakî ye, bi awayê xuya dike, mîna çoyekî bi sêhr pêşkêş dikin ku bi tevahî pirsgirêkên nehemdem û li dijî modernîteyê ne, ji hev derdixe. Lê bi xwe jî pirsgirêka civakî ya ku yek e, dike hezar. Sedema vê yekê jî ew e, wê mekanîzma û çerxa desthilatdariyê heta bi rehên zîro yên civakan belav kiriye. Desthilatdarî bi xwe pirsgirêkan çêdike; ji ber karekterê wê yê potansiyel ê di şêweyê zorê yê sermayeyê de bi rêxistin bûye, weke zordestî û mêtinkarî pirsgirêkên civakî çêdike. Civaka netewe ya homojen armanca dewleta netewe ye, û bi desthilatdariyê welatiyên (qaşo bi huqûqê) wekhev ên sexte yên bi şîddetê barkirî û lihevçêkirî yên ku hemû endamên wan bi birrekê hatine birrîn û mîna diranên şeh kirine wekhev, çêdike. Ev welatî bi gotina qanûnê wekhev in, lê di her qada jiyanê de weke ferd û hebûneke kolektîf heta tu bêjî ji wekheviyê dûr in.

Modernîteya kapîtalîst wexta xwe weke dewleta netewe bi rêxistin dike, ji rêxistinkirina bi awayê yekdestdariya ekonomîk zêdetir bi roleke zordest û mêtinkar radibe. Marksîzmê û bi giştî sosyolojiyê têkiliya dewleta netewe bi zordestî û mêtinkariyê re baş nedîtine yan jî dewleta netewe weke saziyeke joravahî ya gelekî ji rêzê pêşkêş kirine û ev yek jî kêmasî û berevajîkirineke bingehîn e. Dema ku analîza çîn û sermayeya maddî ji dewleta netewe serbixwe bê kirin, wê weke gotinên gulover ên ji encameke civakî şuştî û muceredkirî yên herî bêtahm û bêber bêne hesibandin. Di binê serneketina sosyalîzma pêkhatî de ev muceredkirin heye; ya rastî di vê serneketina wê de encamên bi vê muceredkirinê ve girêdayî bi bandor bûne.

Netewe weke têgîn, ew şêweyê civakê yê klan, qebîle û eşîrên xizm e ku piştî awayê qewm, gel an jî milliyetê tê, û xwe herî zêde li ser wekhevbûna ziman û çandê karekterîze dike. Ji lewra civakên neteweyî, li gorî civakên qebîle û qewman bêhtir xwedî hecmekî berfireh in, û bêhtir cûrbicûriyan digirin nava xwe, lewma ji komên mirovan ên bi têkiliyên sist bi hev ve girêdayî pêk tên. Civaka neteweyî zêdetir diyardeyeke serdema me ye. Eger mirov wê bi awayekî giştî bide naskirin, mirov dikare bibêje ew koma kesên xwedî zêhniyeteke hevpar in. Ango diyardeyek e ku bi awayekî zêhnî heye. Lewma hebûneke mucered û xeyalî ye. Em ji vê re dikarin neteweya bi çandê terîfkirî jî bibêjin. Ji aliyê civaknasiyê ve danasîna rast jî ev e. Tevî cudahiya çîn, cins, reng, etnîsîte û heta koka cuda ya neteweyî jî kengî bi awayekî giştî cîhana çand û zêhniyeteke hevpar pêk hat, ev yek ji bo netewebûnê qîm dike. Ji bo vê danasîna giştî ya netewe bêhtir sofîstîk bikin têgînên weke neteweya dewletê, neteweya huqûqê, neteweya ekonomiyê û neteweya eskerî (artêş-millet) çêdikin û ev neteweperestok kategoriyên cuda ne, neteweya giştî bi hêz dikin. Mirov dikare ji van re neteweya hêz û zorê jî bibêje. Yek ji armancên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst pêkanîna neteweya bi hêz e. Ji ber ku neteweya bi hêz di warê sermayeyê de dibe xwedî îmtiyaz, dibe xwedî bazara berfireh, derfetên mêtingerî û emperyalîzmê. Lewma gelekî girîng e, divê mirov van neteweyên bi hêzkirî weke modela bi tenê ya netewe nebîne, heta divê mirov wan weke neteweyên şoven ên bi hêz û neteweyên di xizmeta sermayeyê de bibîne. Jixwe ji ber van xisletên xwe çavkaniya pirsgirêkan in. Modela netewe ya ji çandê netewe çêke, lê zordestî û mêtinkariyê bi gem bike û nexwaze, modela netewe ya demokratîk e. Neteweya demokratîk, neteweya herî zêde nêzî wekhevî û azadiyê ye. Li gorî vê danasînê, ji bo civakên lêgerîna wan a azadî û wekheviyê heye, ev têgihiştina netewe ya herî di cih de ye.

Modernîteya kapîtalîst û sosyolojiya ji wê îlhamê digire, li ser kategoriya neteweya demokratîk nasekinin. Ev jî ji şêweyê avabûn û hegemonya wê ya îdeolojîk e. Neteweya demokratîk bi tenê qîma xwe bi hevpariya zêhniyet û çandê nayne, bi tevahî endamên xwe li saziyên xweser ên demokratîk digihîne hev û rêve dibe. Ev xisleta wê ya diyarker e. Şêwazê rêveberiya demokratîk û xweser ji bo netewebûna demokratîk şertê pêşî ye. Bi vî aliyê xwe alternatîfa dewleta netewe ye. Li şûna rêveberiya dewletê, rêveberiya demokratîk derfetekî mezin ê azadî û wekheviyê ye. Sosyolojiya lîberal, neteweyê yan bi dewleteke avabûyî re yan jî bi tevgerekê re ku armanca wê avakirina dewletê ye, wekhev dibîne. Sosyalîzma pêkhatî jî xwedî lêgerîneke bi vî rengî bû û ev jî hêza îdeolojiya lîberal nîşan dide. Modernîteya alternatîf a neteweya demokratîk modernîteya demokratîk e. Ekonomiya ji yekdestdariyê rizgarbûyî, ekolojiya bi hawîrdorê re lihevkirî, teknolojiya dostê xweza û mirovî, bingehê sazîbûna modernîteya demokratîk e, ango bingehê sazîbûna neteweya demokratîk e.

Ji bo civakên neteweyî weke şertên pêşî diyardeya welatek û bazareke hevpar destnîşan dikin, lê ev weke hêmanên maddî nabe ku weke xisletên diyarker ên netewe bêne hesibandin. Di vî warî de mînak Cihû ne; demeke dirêj timî bêwelat man, lê di dîrokê de timî weke neteweyeke bi hêz li guher û goşeyên dewlemend ên dinyayê jiyan, tevî ku bazareke wan a neteweyî tinebû ji wan hat ku li bazarên dinyayê bibin neteweya tekane ya herî bi hêz. Bêguman welat û bazar ji wan navgînan in ku dewlet-neteweyê bi hêz dikin. Ji bo welat û bazarê şerên herî zêde û xwînrij ên dîrokê hatine kirin. Welat weke milk, bazar jî weke qada karê gelekî bi nirx in. Têgihiştina neteweya demokratîk a welat û bazarê cihê ye. Neteweya demokratîk welat bi nirx û hêja qebûl dike, ji ber ku ji bo çand û zêhniyeta netewe derfeteke mezin e; çand û zêhniyeteke di bîra wê de nebe nîne. Lê divê mirov ji bîr neke ku têgîna welat-niştiman a modernîteya kapîtalîst fetîşe kiriye û xistiye pêşiya civakê bi armanca karê ye. Dîsa girîng e ku mirov welat zêde mezin neke, nenepixîne. Têgihiştina “Her tişt ji bo welat” çavkaniya xwe têgihiştineke neteweya faşîst e. Ya manedartir ew e, mirov her tiştî ji bo civakeke azad û neteweyekî demokratîk bike. Divê mirov vê jî negihîne asta perestinê. Ya esas û bingeh ew e, divê mirov jiyanê bi nirx û qîmet bike. Welat ji bo jiyana ferd û netewe bi tenê navgînek e, naxwe îdeal nîne. Neteweya dewletê li pey pêkanîna civakeke homojen e, lê neteweya demokratîk bi giranî ji kolektîvîteyên cuda pêk tê. Ji ber ku cudatiyan dewlemendî dibîne û qebûl dike. Jixwe jiyan bi xwe bi cudatiyê pêkan e. Dewleta netewe ya ferz dike ku welatiyan bike tek tîp ên mîna ji tornayekê derketine, bi vî aliyê xwe jî bi jiyanê re li hev nake, berevajî ye. Armanca wê ya dawî afirandina mirovên robot e. Bi vê xisleta xwe jî ber bi hîçtî û netiştiyê ve diçe. Welatî û endamê neteweya demokratîk cuda ye û vê cudabûna xwe ji komên cuda digire. Hebûna qebîle û eşîran jî ji bo neteweya demokratîk dewlemendiyek e.

Bêguman ziman bi qasî çandê ji bo netewe ne girîng e, û şertekî mecbûrî jî nîne. Mirov dikarin xwedî zimanên cihê bin û ji yek neteweyî bin. Çawa ku ji her neteweyekî re dewletek hewce nake, ji her neteweyî re jî zimanek an jî devokek hewce nake. Tevî ku pêdivî bi zimanekî neteweyî heye jî şertekî bivênevê nîne. Mirov dikare ziman û zaravayên cuda û cihê ji bo neteweyekî demokratîk dewlemendî bihesibîne. Lê belê dewleta netewe bi awayekî hişk tek zimanî ferz dike û vê dike bingeh. Pirrzimanî û jixwe pirrzimanên fermî bi hêsanî qebûl nake. Bi vî aliyê xwe hewl dide ji cihêwaziya neteweya serdest sûdê werbigire.

Li cihê ku neteweya demokratîk pêş nekeve û dewleta netewe jî pirsgirêkan çareser neke weke têgihiştin û lihevkirinekê mirov dikare behsa neteweya huqûqê bike. Çareseriya mebest jê welatiyê destûra bingehîn e, ya rastî neteweya huqûqê ye. Li gorî destûra bingehîn, bi welatiyê huqûqî cihêkariya nijad, etnîsîte û milliyetê nayê kirin. Bi xisletên bi vî rengî mirov nabe xwedî maf û heq. Neteweya huqûqê bi vî aliyê xwe kategoriyek e ku bi pêş dikeve. Nexasim neteweyên Ewrûpayê ji neteweyên milliyet ber bi neteweyên huqûqê ve diberidin. Li cem neteweyên demokratîk rêveberiya xweser esas û bingeh e, li cem neteweyên huqûqê jî heq. Li cem dewleta netewe jî rêveberiya desthilatdariyê diyarker e. Tîpa netewe ya herî bi tehlûke sazîbûn û zêhniyeta ‘artêş-millet’ e. Herçiqasî weke temsîla neteweya bi hêz xuya bike jî bi xwe di navê de jiyan gelekî zor e, timî wezîfeyan ferz dike û di navê de zêhniyetek heye heta bi faşîzmê diçe. Neteweya ekonomîk, kategoriyek e ku nêzî dewleta netewe ye. Ev têgihiştina netewe ya li DYE, Japonya, heta Elmanyayê rola sereke dide ekonomiyê di rabihuriya Ewrûpayê de bi hêztir bû. Herçiqasî xwestin kategoriya neteweya sosyalîst biceribînin jî mirov nikare behsa serketina wê bike. Mînaka vê neteweyê hindik be jî mirov li Kubayê dibîne. Lê ev mînaka neteweyê jî şêweyê sosyalîzma pêkhatî ya dewleta netewe ye; ew şêweyê dewleta netewe ya bi giranî kapîtalîzma dewletê ye ku li şûna dewleta netewe ya bi giranî kapîtalîzma taybet hatiye bicihkirin.

Em dema behsa teoriya netewe bikin, xusûsa divê bi girîngî rexneya wê bê kirin ew e, pîrozkirin û îlahîkirina netewe ye. Modernîteya kapîtalîst li şûna têgihiştinên xweda û dîn ên ji rêûresmê, xwedatiya dewleta netewe bi xwe ava kiriye. Ev xusûs gelekî girîng e. Eger em îdeolojiya milliyetgiriyê weke dînê dewleta netewe şîrove bikin, em dikarin li dewleta netewe bi xwe jî weke xwedayê vî dînî serwext bibin. Dewlet bi xwe di serdema modernîteyê de bi awayekî cewherê têgînên xwedayî yên tevahiya serdema navîn û heta serdema destpêkê bihewîne, hatiye avakirin. Diyardeya jêre ‘dewleta laîk’ dibêjin, weke dewleta bi tevahî xwedatiyên serdema destpêkê û navîn di nava xwe de hewandibe yan jî cewherê wan xistibe nava xwe hatiye avakirin û bi gewde bûye. Divê mirov di vê babetê de hîç nexape. Em wexta cîla dewlet-neteweya laîk an jî modern jê bibin, ji binê wê dewleta îlahî ya serdema destpêk û navîn derkeve. Di navbera dewlet û xwedatiyê de têkiliyeke xurt heye. Bi heman awayî di navbera monarkê serdema destpêk û navîn ê mezin dibe û têgîna xwedê de têkiliyeke xurt heye. Monark weke şexs, piştî ku serdema navîn bandora xwe namîne bi sazî dibe û vediguhere dewleta netewe, lewma monarkê bûyî xweda cihê xwe ji xwedayê dewleta netewe re dihêle. Ji lewra tevî têgînên pîrozkirî yên welat, netewe û bazarê, bi heman awayî di bingehê pîrozkirina saziyên dewleta netewe de ew hegemonya îdeolojîk heye ku qanûna kara herî zêde ya modernîteya kapîtalîst gengaz dike. Hegemonya îdeolojîk ev têgînên bi netewe re têkildar çiqasî dînî bike pîvana kara herî zêde jî rewa dike û bi vî awayî dide pêkanîn.

Di serdema me de sembolên dewleta netewe yên weke ‘tek al’, ‘tek ziman’, ‘tek welat’, ‘tek dewlet’, ‘dewleta unîter’ û sloganên wê yên sereke yên bi qasî ku guhên mirovan kerr bikin têne qîrîn, çavên ji rengên cuda yên alan bêzar dibin û wan piçûk dibînin, cîhana zêhniyetê ya monolotîk û seqetkirî, di her xwepêşandanê de şovenîzma neteweyî, nexasim di çalakiyên spor û hunerê de bi awayekî rakin pêdarê rîtualîze dikin, mirov van hemûyan dikare weke îbadetên dînê milliyetperestiyê şîrove bike. Ya rastî, îbadetên serdemên berê jî bi heman fonksiyonê radibin. Li vir, hedefa bingehîn ew e, berjewendiyên desthilatdarî û mêtinkariyê yan bi nepenî yan jî bi pîrozkirinê werin rewakirin û bicihanîn. Eger mirov roja me ya îro der barê dewleta netewe de bi tevahî nêzîkatî û pêkanînên zêde nepixandî û ser meseleyê digirin bi vê paradîgma bingehîn şîrove bike, mirov ê karibe bêhtir li heqîqeta rastiya civakî serwext bibe û wê fêhm bike.

Neteweya demokratîk modeleke neteweyê ye ku herî kêm ev nexweşî li cem wê hene. Rêveberiya xwe pîroz nake. Rêveberî weke diyardeyeke zelal di xizmeta jiyana rojane de ye. Wexta ku pêdiviyên wê bi cih bêne anîn, her kes weke karmendekî dikare bibe rêveber. Rêvebertî bi nirx e, lê pîroz nîne. Serê têgihiştina nasnameya neteweyî vekiriye; mîna mumîntî û endametiyeke dîn a sergirtî nîne. Mirov ji neteweyekî be, ev ne cihêwazî ye, ne jî qusûr û kêmaniyek e. Mirov dikare ji yekê zêdetir bibe endamê neteweyan. Ya rastî, dikare gelek netewetiyên cuda bikevin nava hev. Eger neteweya demokratîk bi neteweya huqûqî re li hev bike, bi hêsanî dikarin bi hev re bijîn. Tevî ku welat, al û ziman hêja ne jî ne pîroz in. Welat, ziman û alên hevpar dikarin di nav hev de, li şûna dijberiyê li ser bingehê dostaniyê bi hev re bin, ev hem pêkan e, hem jî li gorî jiyana civaka dîrokî ye. Diyardeya neteweya demokratîk bi van xisletên xwe hemûyan weke alternatîfa bi hêz a dewletdariya neteweyê ya destikê harkirina şer weke modernîteya demokratîk di dîrokê de ji nû ve cihê xwe digire.

Modela neteweya demokratîk weke modeleke çareserker, têkiliyên civakî yên neteweperestiya dewletê parçeparçe kirine ji nû ve demokratîze dike, li hev tîne, aştiyane û bêhnfireh dike. Kengî dewleta netewe ber bi neteweya demokratîk biberide ev yek ê bi xwe re destketiyên gelekî mezin bîne. Modela neteweya demokratîk beriya her tiştî têgihiştinên civakî yên bi şîddetê barkirî bi serwextbûneke rast a civakî nerm, mirovane û milahîm dike ango mirovî biaqil û hestyar dike, wî dike mirovê xwedî empatî û xweşbîn. Bêguman têkiliyên mêtinkariyê yên şîddet dawerivîne navê bi tevahî ji holê raneke jî dikare têra xwe kêm bike, bi pêkanîna derfet û îmkanên ji bo civakeke azadtir û wekhevtir vê bi cih tîne. Bi tenê ji bo nava xwe xweşbînî û aştiyê pêk nayîne, di heman demê de li dijî neteweyên din ên li derve nêzîkatiyên bi zordestî û mêtinkariyê barkirî vediguherîne berjewendiyên hevpar û sînerjiyê, û bi vî awayî vê mîsyona xwe pêk tîne. Kengî saziyên neteweyî û navneteweyî li gorî têgihiştina bingehîn a sazîbûn û zêhniyeta neteweya demokratîk ji nû ve hatin avakirin, wê baş were fêhmkirin ku modernîteyeke nû ango modernîteya demokratîk, ne bi teorîk bi encamên pêkanînê jî bi qasî Ronesansekê ye. Alternatîfa modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk a di bingehê wê de ye; civaka ekonomîk, ekolojîk û aştiyane ya di hundir û derveyî neteweya demokratîk de deribandî ye.

Di roja me ya îro de li şûna dewleta netewe bixwe ya nava wê vala yan jî hatiye valakirin, yekîtiyên wê yên herêmî û global û nexasim jî Neteweyên Yekbûyî, divê neteweyên demokratîk ên nû yên bi performansa bilind a xisletên xwe yên pirsgirêkan çareser dikin bêne avakirin. Divê ev yek bi tenê weke neteweya demokratîk a şûna dewleta netewe ya taybet bigire û wê veguherîne neyê dîtin. Ji bo rizgarbûna ji krîza kapîtala fînansê, ev rêya herî rast a polîtîk û exlaqî ye ku modelên herêmî û global di nava hev de pêşde dibe.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)

Dafikên Li Hember Çand-Huner û Estetîka Apogerî

Hişmendiya ku ji haydarbûna jiyanê pêk tê, di haveyna apogeriyê de heye. Feraset estetîka ku bi hişmendiya jiyana azad nehatibe sitirîn afirîneriya wê nabe. Jibo vê jî...

Gerilla û Hunermendî

“Min di destpêkê de gel di dilê xwe de hevand, ruh dayê û mezin kir, îro jî ez di nava dilê gel de cih digrim” ...

Cerattepe, Heskif, Sur...

Divê em zanibin ku ew xweza yê me nîn e. Wekî ku di pêşgotinekî Efrîkî de tê gotin; “Ew xweza li bav û kalê me ji mera re mîrate maye, me ew ji zarokê xwe deyn kiriye”. Lewre ...

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]