24.07.2017

Dijminatiya Li Hember Siyaseta Demokratk

Siyaseta demokratk ne xebata byna desthilatdar a n derdorn serdest e. Siyaseta demokratk; xurtbna civak, ji bo areserkirina pirsgirka xwe maf goftgoya azad, biryar girtin pkann ye.

 

 


Cemîl BAYIK


Rêberê Gelê Kurd, ji bo pirsgirêka kurd di rewa bêçalakiyê de were çareserkirin, ji sala 1993’an were hewldaneke mezin dide. Li ser bingehê derxistina holê ya hebûna Kurdan, baweriya Wî bi rêbazên siyaseta demokratîk heye. Mercên çareserkirina pirsgirêka Kurd amade bû ne. Ji ber vê yekê jî dixwaze dewletê û hebûnên siyasî bikîne nava pêvajoya çareseriya siyasî. Bi manîfestoya çareseriya demokratîk a Newroza 2013’an, ev hewldanên xwe zêdetir kirin. Lê belê ji ber ku dewlet û deshilatdariya AKP’ê negihîtine feraseteke çareseriyê, heya niha ji van hewldanan encam nehatiye girtin. Lê belê ev hewldan vala jî neçû ne, encamên ku bingehê çareseriyê xurt dikin derxistine holê. Rêberê Gelê Kurd dema dît hikûmeta AKP’ê bi derxistin û zêdekirina aloziyê re dixwaze atmosfera çareseriya siyasî ji holê rabike, di Mijdar’a 2014’an de pênûmeya muzakereyê ya ku ti kes nikaribe red bike û hikûmeta AKP’ê jî jê re nebêje na, ji dewletê û Tevgera Azadiyê re pêkê kir. Rêveberiya KCK’ê daxuyand ku ew vê pênûmeya ku Rêbertiya wê pêkê kiribû bi tevahî qebûl dikin û berpirsyariya dikeve ser milên wan, dê bi cih bînin.

Ji bo gavavêtina hikûmetê jî bingeh amade kir. Lê belê mîna salên berê hikûmeta AKP’ê dîsa ji bo pêxistina pêvajoya çareseriyê gaveke bi tenê jî neavêt. Rêber APO tevî vê yekê jî bi deklerasyona Dolmabahçeyê û manîfestoya nû ya Newroz’ê re rê li AKP’ê girt ku ji pêvajoya çareseriyê nereve. Ji bo demokratîkbûna civakî û çareseriya pirsgirêka Kurd hêvî zêde bûne. Demokratîkbûn bûye rojeva berbiçav a Tirkiyeyê. Atmosfereke siyasî ya ku nikaribe ji demokratîkbûn û çareseriyê bireve hatiye afirandin. Gotinên Serokomar Tayîp Erdoxan mîna bombeyê ketin vê pêvajoya siyasî. Li hemberî vê rewê rêveberiya AKP’ê ya ku civîna Dolmabahçeyê û manîfestoya Newroz’ê bi erênî pêwazî kir jî ok bû û matmayî ma. Mîna ku qet agahiya wî tinebe, Tayîp Erdoxan got; “Ez daxuyaniya Dolmabahçeyê rast nabînim, avakirina heyeta opandinê nayê qebûlkirin, heyeta opandinê, nameya Newroz’ê ya Îmraliyê rewa dike.” Tayîp Erdoxan ku bi salan e heyetan diîne Îmraliyê, bi vê helwesta xwe nîan da ku niyeta wî ya çareseriyê tine ye. Her wiha nîan da ku hewldanên Rêberê Gelê Kurd jî tenê ji bo hitina li ser lingan a desthilatdariya xwe, mîna amûreke serkeftina hilbijartinê dixwaze bikar bîne. Bi vê yekê re li dijî bendewariya civakê ya demokratîkbûn û çareseriyê bû xwedî helwest. Tayîp Erdoxan gelek caran bi gotinên ‘pirsgirêka kurd nîn e’ atmosfereke aloz afirand û xwest polîtîkayên xwe yên neçariyê ji gel veêre. Lê belê tevahiya Tirkiyeyê fêm kiriye ku niyeta AKP’ê ya demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd tine ye.

Her çi qasî Tayîp Erdoxan bêje, ‘min pêvajo da destpêkirin’ jî her wiha nûnerên AKP’ê bêjin Serokomar ne li dijî pêvajoya çareseriyê ye jî her tit bi hemû zelaliya xwe li holê ye. Mijarên ku di encama diyaloga Rêberê Gelê Kurd a bi rayedarên dewletê û wezîrên AKP’yî re gihîtin mutabaqatê de pave gavavêtin, van daxuyaniyan bê wate dike.

Hikûmeta AKP’ê taktîka xwe ya nû ne mîna yên berê ku li ser gotina, “Pêvajoya çareseriyê ba diçe, pêvajo di asta xwe ya herî pê de ye” dimeîne, bi dijwarkirina aloziyê polîtîkayê dimeîne. Bi taybetî jî erê li dijî HDP’ê ku hêzeke bingeh a pêvajoya demokratîkbûn û çareseriyê ye, esas digire. Rojane bi hincetên beredayî êrîî HDP’yiyan dike. AKP’ya ku pêketina HDP’ê ji aliyê siyasî ve nikare rawestîne, kampanyaya rekirinê û tevgereke erê psîkolojîk daye destpêkirin. Ev jî pitrast dike ku baweriya hikûmeta AKP’ê bi siyaseta demokratîk nîn e. Careke din nîan da ku AKP tenê ji xwe re demokrat e.

Derket holê ku heya hebûna Kurdan û rastiya wan a bûyîna neteweyeke demokratîk nekeve bin zemanet û garantiya make zagon û qanûnan, di wateya xwe ya rastî de siyaseta demokratîk dê nikaribe were meandin. Ji ber vê yekê batir tê famkirin ku têkoîna siyaseta demokratîk a hêzên demokrasiyê yên li dora HDP’ê kom bûne çiqas girîng û watedar in. Têkoîna di navbera HDP’ê û AKP’ê de di heman demê de têkoîna bi bandorkirina siyaseta demokratîk e jî. Lewma serkeftina HDP’ê ya hilbijartinên 7’ê Hezîran’ê, di heman demê de dê bibe serkeftina siyaseta demokratîk. Siyaseta demokratîk ne xebata bûyîna desthilatdar a çîn û derdorên serdest e. Siyaseta demokratîk; xurtbûna civakê, ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe mafê goftûgoya azad, biryar girtin û pêkanînê ye. AKP hewl dide rê li siyaseta demokratîk a ku dê civakê bike hêz bigire, zext û mêtingeriya li ser civakê bidomîne. Di serî de Kurd û Elewî, li ser hemû komên civakî û baweriyê dixwaze polîtîkayên veartî yên komkujiya çandî bidomîne. Ji ber vî aliyê xwe, di heman demê de hibijartinên 7’ê Hezîran’ê têkoîna bidawîkirina komkujiya çandî ya veartî ku bi rê û rêbazên cuda li ser civakan tê meandin e jî.

Em ehdn Hewlr Jibr nakin!

Ew kesn ku di ern li dij dagirkern Kurdistan de birndar bibn, kesn b dest ling av, hatin qetilkirin. Kjan zagon, kjan wijdan, kjan exlaq dihle ku qirj gemariyek wiha b kirin?

Partiyn Hevreng HDP

Kesn ku ne ten hinek tit, dixwazin gelek tit biguherin, w bi dil can dengn xwe bidin HDP.

Teiya AKP Ya Kevn

awa ku AKP Tayp Erdoxan ev roj li dij demokras wekheviy dixebitin, div em j ev roj ji bo demokras wekheviy bixebitin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]