29.04.2017

Komara Tirkiy, Qirkirina and Didomne

By ku mirov bikeve nava aitiyek weke wegiriy, div mirov bizane ku li gor anda xwe, ango bi anda xwe jiyan kirin azad ye

 

 

 

 

 

Dilzar DÎLOK

Komara Tirkiyê, Kurdên bê reng, hejar û bêdeng dixwaze. Kurdên mirî dixwaze. Kurd, li hemberî van hemû êrîên çandî hê jî cil û bergên xwe yên çandî û herêmî li xwe dikin. Hinek cil û bergên taybet bi erdnigariya Kurdistanê, gerîla jî li xwe dikin. Her çend Kurd rastî qirkirina çandî hatibin jî bi saya têkoîna azadiyê Kurdan cil û bergên xwe yên netewî dubare li xwe kirin. Gelê Kurd dît ku cil û bergên netewî nemada paverûtiyê nîn in, berovajiyê vê yekê bi gerîla dît ku nîaneya berxwedan û rûmetê ne. Wer jî fêr bû û pejirand.

Îro cil û bergên me weke çekan têne nirxandin, têne qedexekirin û dikin heceta girtin û binçavkirinê. AKP’ya ku dilê xwe dibijîne salên bebikiyê yên komariyê, li ser orea kumê dixwaze oreekî nû bike. Dijminatiya dewleta Tirk di mijara dijminatiya al û apik de ênber bû û dest bi orea pantolan kirin. Ev bebiktiya ku di dema pîriya komarê de dikin, êdî faîzm jî derbas kiriye.

Dema ku mirov nehêle zarokek jî cilên bi dilê xwe li xwe bike, hema rûdinê û digirî û bi israr dixwaze cilên bi dilê xwe li xwe bike. Lê belê dijminatiya AKP’ê ya li hemberî Kurdan, desthilatbûnê weke êrîî Kurdan kirinê dibîne. Ango desthilatiyê wiha dinirxîne. Dijminatiya li hemberî Kurdan, rêbazek bûye ku di dîroka komara Tirkiyê de hikûmetan ji xwe re esas girtine û îro jî AKP vê yekê dike. Polîtîkaya înkar û tinekirinê, polîtîkaya dewletê ya bingehîn e û wer difikirin ku kîjan hikûmet vê yekê ba pêkbîne, ew ê zêdetir bikare li ser piyan bimîne. Yek û yekû cilên Kurdan, kefiyên wan, rengên wan, al û tîliliyên wan têne qedexekirin. Beriya ku ev rejîma faîst xeyalan jî qedexe bike, divê mirov xwe ji van qedexeyan rizgar bike.

Divê mirov çi bike?

Hûnermend dibêjin, divê mirov titekê bike. Divê hemû Kurd cil û bergên xwe yên herêmî û çandî li xwe bikin. Divê gelê me li kolanan bi al û epikên xwe, bi xwezayîbûna xwe vê rejîma faîst protesto bike. Hem divê bi armanca protestokirina pêkanînên rejîma faîst û hem jî bi armanca xwebûnê li xwe bikin. Ne tenê di pîrozbahiyên Newroz’ê û li hinek festîvalan de li xwe bikin, divê di her qadekî jiyanê de al û epik û kiras û fîstanên xwe li xwe bikin. Divê bi vî awayî zagonên rejîma faîst bêne pûçkirin. Xisleta bingehîn a dewleta Tirk ew e ku çareseriyê nîqa dike û hewl dide bihelîne, eger nebe serkût dike, eger nekare înkar bike, vê carê jî tine dike. Ev hikûmeta ku ji aliyekê ve serî li lîstokên Osmaniyan dide, ji aliyê din ve jî tevkujiyên zarokan didomîne û bi tecawûzkirina zarokan re dixwaze nifên nû tine bike û her dem qirkirina çandî jî bidomîne. Polîs û reqîbên (gardiyan) hikûmetekî tecawûzkar jî ji ber sîstema xwe ya heyî tecawûzkar in. Niha hikûmetek heye, televîzyona Kurdî vedike, lê nahêle bi Kurdî stran bêne gotin. Ango hikûmetekî ev qas bê insicam e. Li hemberî van hemû pêkanînên dewletê yên înkarker û tineker, divê mirov bi zimanê hebûnê baxive. Yek ji van jî li xwe kirina cil û bergên netewî û li xwe pêçana kefiyeya netewî ye. êwazê cil li xwe kirinê jî diibe ziman. Reng, zimanê beden in. êwe, zimanê bedenê mirov e.

Em nikarin tenê di festîvalan de Kurdî baxivin. Eger wisa be, divê hemû Kurd di her qadekî jiyanê de cil û bergên xwe yên netewî û herêmî li xwe bikin û wan hemû êweyên cil û bergên modernîteyê ku di bin navê modayê de têne pêkêkirin jî weke amûrên helandinê bibînin û li hemberî wan têbikoin.

Divê ciwan jî cil û bergên çandî û netewî weke tenê cilên kal û pîran nebînin. Divê hemû Kurd, hem ên ku li Kurdistana Bakur dijîn û hem jî yên li metropolên Tirkiyê xwedî li dîrok, çand û zimanê xwe derbikevin, li gorî vê yekê bipeyivin, li gorî vê yekê bifikirin û heta xwarin û vexwarina xwe jî li gorî vê yekê rêkûpêk bikin. Divê vê yekê ji xwe re weke ertê bingehîn bihesibînin. Li hemberî wê nexweiya ku kofî û elwaran weke paverûtî dibîne, divê her ciwanekî Kurd di kesayeta xwe de vê têkoînê bimeîne.

Kurdîtî, bi qasî ku diyardeyekî siyasî ye, ew qas jî diyardeyekî çandî ye. Di vê çarçoveyê de nûnertiyekî rast a nasnameyê kirin, ertê bingehîn ê hebûnê ye. Divê hemû Kurdistanî cil û bergên xwe yên herêmî û netewî li xwe bikin û van zagonên faîst ên komara Tirkiyê protesto û ermezar bikin. Cil û berg ji xirabkariyên modernîteya kapîtalîst ên ku di bin navê modayê de pêktîne rizgarkirin jî, di serî de erka bingehîn a ciwanan e.

Bêyî ku mirov bikeve nava aitiyekî weke êwegiriyê, divê mirov bizane ku li gorî çanda xwe, ango bi çanda xwe jiyan kirin azadî ye. Li hemberî hemû awayî kirêtiyên modernîteya kapîtalîst divê gelê Kurd bi aktûelkirina serdema modernîteya demokratîk re girîngiya cil û bergan bi van çalakiyên xwe ji her kesê re ragihîne. Ez bangawaziyê li her kesê, bi taybet jî li ciwanan dikim ku cil û bergên gerîla yên ku weke sûc û tewanbariyê têne pênasekirin ango al û epikan, li xwe bikin. Divê komara Tirkiyê jibîr neke ku ew ciwanên ku cilên gerîla, al û epikên bav û kalên xwe ku nikarin li barêjan li xwe bikin, wê li çiyayan heman cil û bergan li xwe bikin.

Em ehdn Hewlr Jibr nakin!

Ew kesn ku di ern li dij dagirkern Kurdistan de birndar bibn, kesn b dest ling av, hatin qetilkirin. Kjan zagon, kjan wijdan, kjan exlaq dihle ku qirj gemariyek wiha b kirin?

Partiyn Hevreng HDP

Kesn ku ne ten hinek tit, dixwazin gelek tit biguherin, w bi dil can dengn xwe bidin HDP.

Teiya AKP Ya Kevn

awa ku AKP Tayp Erdoxan ev roj li dij demokras wekheviy dixebitin, div em j ev roj ji bo demokras wekheviy bixebitin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]