24.11.2017

Desthilatdarī ū Rźveberiya Demokratīk

Di serdema modernīteya kapītalīst de ji bo demokrasiyan ū xweseriyźn demokratīk tehlūkeya herī mezin ji desthilatdariyźn dewleta netewe tźn.

 

 


 

Abdullah OCALAN

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên civakî di diyardeya rêveberiya civakî de jihevkirina žêweyên desthilatdarparêz û otonomparêzên demokratîk gelekî girîng e. Heta cudahiyên bi kok ên di navbera paradîgmayên herdu rêveberiyan de neyên jihevkirin û zelalkirin, çareseriyên bêne kirin bivênevê wê bi tevahî bêkêr bin. Rêveberiya civakî bi xwe heta bi awayekî azad neyê diyarkirin, pirsgirêkên din hemû wê di kêliya dawî de di nava bêçareseriya rêveberiyê de asê û pûç bibin, heta wê bi xwe re pirsgirêkan girantir bike. Eger hewce bike ku mirov mînakeke dîrokî bide, mirov dikare behsa ezmûna Sovyetê bike. Bi awayekî desthilatparêz nêzî diyardeya rêveberiyê bûn ev yek di têkçûna ezmûna Sovyetê de bi roleke diyarker rabûye. Di bingehê žorežên serneketî de heman diyarde vežartî heye. Ev žorež, yan bi ti awayî nikarîbûne xwe ji têgihižtina rêveberiya desthilatparêz qut bikin û di encama vê de bûne desthilatdar û riziyane, yan jî bi temamî diyardeya rêveberiyê li derve hižtine û bi vî awayî ber bi anaržîzma ferdî ve çûne û bivênevê têkçûn ferz kirine. Desthilatdariya dewletdar û hiyareržîk destavêtiye diyardeya rêveberiyê û ev çavkaniya pirsgirêkên civakî ye. Heta ku dest neavêjin diyardeya rêveberiyê, wê çeloxwarî û berevajîker nekin, mêtinkarî û zordestî nikare xwe bi sazî bike, û ev diyarde bivênevê yan wê pêk neyên an jî wê demî bin. Rêveberî çiqasî bêne desteserkirin, çerx û mekanîzmayên mêtinkarî û zordestî jî wê li ser civakan ewqasî bê avakirin. Bi vî awayî jî mîna ku devê qutîka Pandorayê vebe, tevahiya diyardeyên civakî wê di nava pirsgirêkan de bixeniqin.

Nîzama civaka xwezayî bi rêveberiya hiyareržîk xirabû û pirsgirêkên çavkaniya xwe xweza li van zêde bûn, bi vê re jî pirsgirêkên civakî yên navxweyî derdikevin holê. Pirsgirêkên di warê çanda maddî û manewî ya civakê de her diçin girantir dibin. Žerên di navbera klan û qebîleyan de dijwar dibin îžaret bi avahiyeke bi pirsgirêk dikin. Di cîhana zêhnî de têgînên bi nakok ên xwedayî û fikrên mîtolojîk ên derdikevin holê bi xwe pirsgirêkên civakî yên zêde dibin îfade dikin. Em van diyardeyan hemûyan dikarin di civaka Sumer de bi awayekî xurt bibînin. Žerê di navbera xwedayan de, ya rastî pevçûna di navbera xanedanên hiyareržîk ên mezin dibin û rêveberên bajar-dewletê de li ser berjewendiyan in. Žerên desthilatdariyê yên di navbera salên 5000-3000 B.Z. de li Mezopotamya Jêr û pažê di tevahiya civakên žareza de bê dîtin, wê prototîpa pirsgirêkên civakî ên bi kok li ser bingehê nakokiya bajar-gund (‘barbar’) û lihevnekirinên çînî yên yekdestdariyên mêtinkar pêk bîne. Pižtre bi tevahî žêweyên lihevkirinê û žerên civakî, pevçûnên hundir û derve yên bajar, çîn û dewletê yên derkevin holê, mînakên pêžî yên ažtiyê li van deran têne ceribandin.

Tevî ku di nava dem û pêvajoyê de rêveberiya desthilatparêz bi ser ketiye jî civak ti carî ji xwesteka xwe ya xwerêvebirinê negeriyaye û li dijî rêveberiya desthilatdar timî xwesteka xwe ya xwerêvebirinê mezin kiriye. Jixwe di dîrokê de rêveberiyên qebîle û ežîran žêwegirtina herî berfireh a civakan e. Ya ku qebîle û ežîran pêk anî bi xwe, xwerêvebirin e. Li žûna ku li ber rêveberiyên xerîb stûyê xwe xwar bikin, timî tercîh kirine ku bibin civakên koçer ên li çol û çiyan, li qelaç û zozanan. Çi dibe bila bibe ji ya xwe nehatine xwarê; qirkirin jî li ber çavan girtine, lê ji pêdiviya bingehîn a xwezaya civakî mafê xwerêvebirinê negeriyane. Qebîle û ežîr gelekî serwext bûn ku ji xwerêvebirinê bigerin wê nasnameya xwe ji dest bidin û êsîr bikevin. Diyardeya jêre dibêjin berxwedana barbaran li dijî bajaran di bingehê xwe de žerê qebîle û ežîran e ku ji mafê xwerêvebirinê nagerin û bergiriya nasnameya xwe dikin. Mirov bi awayekî berfireh dikare vê diyardeyê heta roja me ya îro bibîne. Di kevalên Sumeran de bi îfadeyên bi bandor û bi awayekî destanwarî qala êrîž û berxwedanên li dijî Sumeran tê kirin ku qebîleyên çolê ango Aramîtan (qebîleyên Proto Ereb) ji Rojava û yên Hûrriyan (Proto Kurd) ji Bakur û Rojhilat bi pêž dixistin.

Pirsgirêka xwerêvebirinê ya komên qebîle û ežîran di pêvajoyên qewm, milliyet an jî gelbûnê de xwe weke demokrasiyê (bi Yewnanî tê maneya ‘xwerêvebirina gel’) bi gewde dike. Divê mirov demokrasiyê bi du xisletên wê bide naskirin: Yekemîn, di naveroka wê de dijbertiya dewletbûn û bi sazîbûna desthilatdariyê ya li ser gel heye. Duyemîn, xwerêvebirina xwe ya ji rêûresmê mayî bêhtir bi xisleta tevlîkirinê gurçûpêç dike, bi vî awayî çanda civîn û guftûgoyê bi sazî dike, prototîpa parlementê pêk tîne û bi vî rengî wê tekûz dike. Xwerêvebirin weke xweseriya demokratîk tevlîbûna hemû yekeyên civakê yên pêwendîdar pêk tîne û bi sazî dike. Di vê mijarê de mînaka dîrokî ya bi bandor û bi belgeyên nivîskî, em di demokrasiya Atînayê de dibînin. Demokrasiya Atînayê bi sedema ku bi temamî ji koletiyê nikaribû bibihure demokrasiyeke temam nayê hesibandin. Lê ji ber ku di mînaka Spartayê de dewletbûnê qebûl nake dewlet nayê hesibandin. Ev mînaka balkêž a ji demokrasiya temam derbasbûna dewletê der barê demokrasiya rastî de îro jî gelek dersên mirov jê bigire hene. Demokrasiya Atînayê ji roja me ya îro re nirxên hižtine hene weke rasterast demokrasî, bi hilbijartinên salane destnîžankirina rêveberiyê û nedana ti xisleteke jor ji bo kesên neqandî, diyardeya rêveberiyê ya di fermana demokrasiyê de, çanda civînan a welatiyan tevlî guftûgoyên polîtîk dike ango wan bi awayekî perwerde dike. Hemin wekî din serhatiya bêhejmar civakên din a nenivîsandî heye û ya wan jî çandeke demokrasiyê ya bi heman rengî ye.

Ezmûn û tecrûbeyên dîrokî yên me hewl da bi kurtî bi mînakan nîžan bidin, bi awayekî berfireh hebûn û cudabûna diyardeya xwerêvebirin û demokrasiyê li pêž çavan radixin. Žêweyekî rêveberiyê ye ku rê nade desthilatdarbûnê, rê li ber pirsgirêkên civakî venake, firsendê nade derketina holê ya zordestî û mêtinkariyê. Gelekî girîng e ku mirov li dijî hewldanên rizandinê yên rêveberiya desthilatdar van xisletên bingehîn ên demokrasiyê û xweseriya demokratîk timî zelal bike û ji wan negere. Eger mirov demokrasiyê bike kirasê rewakirina desthilatdarî yan jî dewletê, ev xirabiya herî mezin e ku mirov bi demokrasiyê bike. Divê mirov ti carî demokrasiyê bi dewlet û desthilatdariyê re wekhev neke, nebîne. Eger bi vî awayî têgîn bêne tevlîhevkirin hingê ji pirsgirêkên civakî re çareserî nayên peydakirin û heta her biçe wê bikevin ser hev û zêdetir bibin. Demokrasiyên serwextbûna polîtîk û hestyariya exlaqî ya civakî timî li ser piyan zindî û gež dihêlin, ji bo pirsgirêkên desthilatdarî û dewlet dibin sedema çêbûna wan, qadên rastî yên çareseriyê ne. Em rejîmeke din a bi qasî demokrasiyê karibe bêyî žer pirsgirêkan çareser bike nabînin. Lê kengî xwežhalî û aramiya civakê bikeve ber derbên kujer ên dewlet û desthilatdariyê ango tehlûkeyeke bi vî rengî derket holê, demokrasî bi což žer dikin û bi hêsanî jî têk naçin.

Di serdema modernîteya kapîtalîst de ji bo demokrasiyan û xweseriyên demokratîk tehlûkeya herî mezin ji desthilatdariyên dewleta netewe tên. Pirraniya dewletên netewe yên kirasê demokrasiyê li xwe dikin, navendîbûna herî hižk pêk tînin û bi vî awayî mafê xwerêvebirinê yê civakê bi temamî ji holê radikin. Hegemonya îdeolojîk a lîberal hewl dide vê xisleta dewleta netewe ya dijberî demokrasiyê, weke xisleta ‘serdema demokrasiyê’ bi hîle bide pejirandin û ji aliyê dewleta netewe ve înkara demokrasiyê weke serketina rejîma demokrasiyê tê qebûlkirin. Li hemberî modernîteya kapîtalîst pirsgirêka rastî ya demokrasiyan ew e, divê cudahiya xwe nîžan bidin û dev ji xisleta xwe ya tevlîkirinê û domdar bernedin. Heta hegemonya desthilatdarî û dewletê neyê ferzkirin pirsgirêkeke civakî ya ku demokrasî çareser nekin tineye.

Sosyalîzma pêkhatî hewl da pirsgirêka desthilatdarî û dewletê bi pêkanîna desthilatdarî û dewleteke din çareser bike û ev jî sedema bingehîn a îflasa wê ye. Sosyalîzma pêkhatî qet hesab nekiribû ku desthilatdarî û dewlet sermayeya kombûyî ne, wexta fonksiyonel dibin bi sermaye û kapîtalîzmê bi encam dibin. Di warê teorîk ê vê mijarê de çavkorî bû ye. Dewletdariya netewe ya navendî ji mînakên lîberal ên klasîk qat bi qat mezintir kiriye û yeqîn kiriye ku wê bi vî awayî bigihîje kominîzmê, lê di dawiyê de bi pêkhatina herî hov a kapîtalîzmê re rûbirû bûye. Encama herî girîng a ezmûna sosyalîzma pêkhatî ew e, sosyalîzm bê demokrasî pêk nayê. Di roja me ya îro de pirsgirêkên bi navê civaka sivîl, mafên mirov û hindikayiyan, pirsgirêkên rêveberiyên xwecihî û bi tevahî pirsgirêkên neteweyî yên klasîk gelekî zêde bûne. Ji ber ku dewleta netewe ya navendî xwerêveberî û demokrasî tepisandine, pirsgirêkên behsa wan tê kirin derketine holê. Ji lewra ji bo ev pirsgirêk bêne çareserkirin divê ew zemînê tepisandin û desteserkirina mafan ê dewleta netewe ji holê bê rakirin. Hem karekterê federal ê DYE’yê, hem jî xwebipêžvebirina Yekîtiya Ewrûpayê ber bi aliyekî ve ku pê nirxên demokratîk ên hatine desteserkirin hêdî hêdî be jî ji nû ve li civaka sivîl, ferd, hindikayî û rêveberiyên xwecihî vedigerîne, nîžan didin ku ji taktîk û teoriyên sêsed salî yên dewleta netewe çerx kirine, ji wan vegeriyane. Ji ber ku pêvajoya sêsed salî bi qasî ku di ti dema dîrokê de nehatibe dîtin rê li ber žeran, talanan, mêtingerî, qirkirin û asîmîlasyonan vekir. Mînaka Yekîtiya Ewrûpayê bi sînor be jî gavek e ku ber bi demokrasiyê ve hatiye avêtin. Çawa ku di modela dewleta netewe de jî hat dîtin, ev modela li demokrasiyê vekirî, îhtîmaleke xurt e, ji aliyê dewlet û gelên dinyayê ve were parvekirin. Lê wer xuya dike ku bi awayekî bingehîn a li parzemînên din ên dinyayê pêž bikeve, demokrasiya radîkal e. Ezmûna Emerîka Latîn, nêzîkatiyên welatên berê yên sosyalîzma pêkhatî, rastiya Hindistan û heta Efrîkayê girîngiya demokratîkbûnê her roja diçe bêhtir nîžan didin û neçar dikin ku pêžketin ber bi vî alî ve pêk bên.

Li herêm û dayika nižtiman a žaristaniya navendî kaosa mezin a pêk tê, îflasa dewletdariya netewe û parvekirina desthilatdariyê ji her alî ve û bi temamî ežkere nîžan dide. Vê kaosê maskeyên desthilatdariyên xwe disipêrin hiyareržiyên rehên wan kûr diçin û dewletên netewe yên Filistîn-Îsraîl, Iraq û Afganistanê anîne xwarê û vebirrî nîžan daye ku ew çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan in, û dîsa ji her alî ve li pêž çavan raxistiye ku ew çavkaniya žîddet, teror, žer û tevkujiyê ne. Dewleta netewe û parvekirina desthilatdariyê mîna topežeqê [bumerangê] vedigere li xwediyên xwe dide û ji bilî vê tižtek jê nayê û ev rastî jî têra xwe pižtrast bûye.

Di van žert û mercan de hêza çareserker a demokrasiya radîkal û konfederalîzma demokratîk derdikeve holê. Li ser vê cografyayê ževeqa žaristaniyê avêt û jêre bû dergûž, vê carê jî ževeqa federalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal diavêje û jêre dibe dergûž. Di xwezayê de rêzik û pîvanek heye: Her tižt li ser koka xwe ji nû ve hêžîn dibe. Wer xuya dike ku demokrasî jî wê li ser rehên xwe yên digihîjin žoreža neolîtîkê bi temamî û bi awayekî serketî wê ji nû ve hêžîn bibe. Ev dergûža ku hê jî derban ji žaristaniyên hegemonîk ên navendî hemûyan dixwe, pêkan e ku zarokê demokrasiyê xwedî û mezin bike. Ev çiya û erdên ji mêj ve hêza xwerêvebirinê, qabîliyeta civakbûna polîtîk û exlaqî ji dest dane, heye ku careke din, ji derketina ‘Kurtî’yan a dergûžê û meža wan re žahidiyê bikin. Li çanda Rojhilata Navîn her tižt mîsala kûpên bi ser hev ve kirî ne. Heqîqeta civakî ya li qadekê serketina xwe pižtrastkirî, xwedî wê xisletê ye ku bi lez li qadên din belav dibe. Îslam di nava demeke kin a bi qasî sîh salî de bû sîstemeke dinyayê. Pirsgirêkeke piçûk a mîna Filistînê bi salan e ku fena tevahiya herêmê kiribe êsîrê xwe. Demokrasiya rastî ya bi ževeqa Kurdistanê re di dergûža žaristaniyê de mezinbûyî êdî dikare gav biavêje û xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û îfadeya sîstematîk a van diyardeyan tevan modernîteya demokratîk, weke alternatîfeke li dijî modernîteya kapîtalîst dest pê kiriye bi rolekê radibe. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a bi gelek dersên ibretwarî îflasa xwe her roja derbas dibe pižtrast dike, modernîteya demokratîk mîna roja hiltê ye.

Di têkiliyên desthilatdarî, dewlet û xweseriya demokratîk de pirsgirêka bingehîn a divê mirov ji hev derxe ew e, divê cudahiyên di navbera xwe de çawa biparêzin û bi rêkûpêk bikin ango wê pirsgirêka ažtiya civakî çawa çareser bikin. Em ji mînakên dîrokî û rojane dibînin ku kengî hewl didin hevdu bi temamî tesfiye bikin, desthilatdariya dewletê vediguhere cinawirê (Levîathan) civakî û pêvajoya kaotîk kûrtir û domdar dibe. Her ceribandina çareseriyê ya di vê çarçoveyê de hê bêhtir bêhnê li civakê diçikîne û wê diqedîne. Ji çaresernebûnê mirovatiyeke bûye mîna moriyan a di bin îdareya mutleq a dewletê û qalibên zêdexwarin-bikaranînê de asêmayî pažve dimîne. Ev rastî bi êrîžên topyekûn a modernîteya kapîtalîst li dijî civakê pêk hatiye. Qelsiyên žorežgertiya utopîk û ji ber ku nikarîbûye ji desthilatgiriyê bibihure, modernîteya kapîtalîst bêhtir bi hêz bûye.

Çareseriya xweseriya demokratîk bi du cure rêbazan dikare bi van avahiyên dêwane re serî derxe. Rêbazên žorežger û reformker. Rêbaza žorežger a bi tevahî xirakirina avahiyên modernîteya kapîtalîst, nexasim desthilatdariya dewlete netewe dike armanc, ji ezmûnên wê yên dîrokî jî diyar bûye ku desthilatdariya dewleta netewe bi hêztir kiriye û bi ser neketiye ku avahiyên wekhevî, azadî û demokratîk ên civakê ava bike. Demokrasiya reformker jî di nava modernîteya serdest de heliyaye, nikarîbûye xwe ji vê aqûbetê rizgar bike. Encama em ji vê bigirin ev e, çi rêbaz were bikaranîn bila were bikaranîn, ya esas ew e, divê mirov alternatîfên entelektuelî û sazîyî yên sîstema modernîteya demokratîk pêžde bibin di rojevê de bihêle û bi cih bîne. Divê mirov karibe texmîn bike ku herdu sîstemên modernîteyê, dibe ku bi sedsalan li cem hev bimînin, û li gorî vê, mirov hem di binyeya dewleta netewe ya taybet de, hem jî di nava sîstema jor-netewan a gerdûnî de çareseriyên destûrî yên demokratîk pêž bixin û bi îhtîmaleke xurt, pêkan e ku ji têkilî û nakokiyên di navbera xwe de bibihurin. Pêžketineke bi vî rengî dikare rabihuriya neyênî bigihîne pažeroja erênî.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)

Pirsgirźka Civakź Ya Bajarbūnź

Ji bo hilwežīna dinya ū civakź em li sedemźn din negerin, bi tenź sedemźn ēavkaniya xwe bajźr ji niha ve bi vź rolź rabūne.

Žaristaniya Dewletparźz Sīstemekī Qirkirinź ye

Ev gelźn ku demekź ēanda 3 īmparatoriyźn bihižmet (bižeml) (Akad, Babīl, Akad) dijiyan, belkī jī qewmźn bazirgan ū pīžekar źn yekemīn źn dīrokź būn.

PKK ū Īdeolojiya Dewletdariya Netewe

Li gorī teoriya biserhevkirī ya rizgariya neteweyī di pratīkź de girźdayī tźgīna ‘Kurdistana Mźtingeh’ tižtźn bihatana kirin diyar būn.

2017 © Partiya Karkerźn Kurdistan (PKK)
[[email protected]]