24.11.2017

Li Rojhilata Navīn Žoreža Zīhniyetź

Žensekī Žoreža Kurdistanź ya li gorī tźgīn ū teoriyźn modernīteya demokratīk tź pźkanīn jī ew e, di dema pźxīrtengiya žźwazź zźhniyet ū jiyanź yź modernīteya kapītalīst de pźk tź.

 

 

 

Abdullah OCALAN

Modernîteya kapîtalîst bi awayê globalkirî, li Rojhilata Navîn jî pêžî bi zêhniyeta hegemonîk gav avêt. Hegemonyadariya zêhniyetê ya jêre oryantalîzm tê gotin koka wê heta bi beriya niha bi sedsalan diçe. Belkî jî digihîje heta belavbûna çanda Greko-Romen. Seferên Xaçperestan ên serdema navîn bi giranî žerên zêhniyetê bûn. Faktora sereke ya di mezinbûna Ewrûpaya Rojava de serdestiya wê ya di bîreweriya heqîqetê de ye. Wê ezmûna Rojhilat li gorî žertên xwe yên berbiçav fesilandiye û para vê jî di vê de heye. Serdemên Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê têgihižtina li heqîqetê ya Ewrûpaya Rojava li nava dinyayê serdest kir. Bi qasî ku xwe analîz kir, dinya analîz kir, nexasim jî Rojhilata Navîn analîz kir û ji hev derxist. Kapîtalîzm li gelek bûyerên erênî yên nû derketin holê xwedî derket û li ser têgihižtina li heqîqetê jî yekdestdariya xwe ava kir. Di serê sedsala 19. de yekdestdariya xwe ya li ser têgihižtina li heqîqetê ji zû ve ava kiribû. Bi serdestiya li ser têgihižtina li heqîqeta li Rojhilata Navîn dest pê kirî gav avêt. Serê pêžî mîsyoneran ji nû ve kežifkirina herêmê dan destpêkirin. Pažê têgihižtina seyah û lêkolînên zanyaran ên li herêmê weke ekoleke fikrê bi navê oryantalîzmê çêbû. Oryantalîzm, hegemonya zêhniyetê ya žaristaniya Ewrûpaya Rojava ye. Ji sedsala 19. û pêve, serxwebûna zêhniyetê ya Rojhilat ji dest çû. Fikrên oryantalîst serwer kirin. Elît û rewženbîrên Rojhilatî jî ketin bin serweriya oryantalîzmê. Di serî de mîlliyetgirî, bi tevahî versiyonên fikrê yên lîberalîzmê zêhniyeta Rojhilat dagir kirin. Tevgerên nû yên Îslamî û tevgerên din ên fikra dînî jî di nava qalibên oryantalîst de çêbûn.

Tevgerên dewletdariya netewe yên bi sedsala 20. re pêk hatin, bi xwe saziyên ajan ên fikra oryantalîst bûn. Damezrînerên dewleta netewe weke ku gelek caran îddîa dikirin xwedî fikreke serxwebûnxwaziyê nebûn û nikarîbûn bibin jî. Fikra çepgir jî di navê de, li Rojhilata Navîn li ser bi tevahî formên fikrê yên di sedsala 20. de mohra oryantalîzmê hebû. Herçiqasî li ser navê civaknasiyê ji tevahiya fikran re ku dihatin fesilandin heqîqetên zanista gerdûnî bê gotin jî bi xwe hemû oryantalîst in. Ji ber ku oryantalîzm bêhtir nêzî heqîqetê ye, ji qalibên zêhnî yên berê bi hêztir e. Yên ku oryantalîzm rexne dikirin, para heqîqetê ya fikra wan li gorî ya oryantalîstan kêmtir bû û lewma bi ser nediketin. Mirov heman tižtî dikare ji elîtên desthilatdariya oryantalîstan re jî bibêje. Elîtên desthilatdariya oryantalîst, mînak elîtên weke Jon Tirk, Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê hêza xwe li gorî zêhniyetên berê bêhtir ji zêhniyetên bi hêz ên oryantalîstan digirtin. Ev yek ji sedemên sereke bû ku ew hem di dema Mežrûtiyetê de hem jî di dema Komarê de di žerên desthilatdariyê de bi ser xistin. Divê mirov baž zanibe ku çavkaniya hêza li pižt mîlliyetgiriya Tirk oryantalîzma Rojava ye. Elîtên desthilatdariyê ji zû ve berê xwe ji Mekkeyê zîvirandibûn Parîsê û sedema vê ew bû, fikra oryantalîst riya bi hêzbûn û serketinê ji wan re vedikir. Bi avabûna dewleta netewe re fikra oryantalîst li cihê herî jor bi cih bû. Li ser tevahiya zêhniyetên din yekdestdariya xwe ava kir. Oryantalîzmê ne bi tenê di qada îdeolojîk de, di qada huner de jî yekdestdariya xwe ava kir. Exlaqê ji rêûresmê ji hev de xist û rê li ber qalibên etîk ên Rojava vekir.

Ji nîvê duyemîn ê sedsala 20. û pêve, çawa ku li gelemperiya dinyayê bû, li Rojhilata Navîn jî yekdestdariyên zêhniyetê heziyan. Žoreža çandî ya di salên 1968’an de dest pê kirî di yekdestdariya oryantalîzmê de kun vekirin. Ji van salan re mirov dikare bibêje ew dem e ku zanistperestiya pozîtîvîst û îdeolojiya lîberal dest pê dikin serdestiya xwe ji dest didin. Bi awayekî bi lez jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî di sala 1990’î de, serweriya fikra pozîtîvîst a lîberal jî bêhtir hejand. Nexasim zanistperestiya civakî derbeke mezin xwar. Yekdestdariya zêhniyeta modernîteya kapîtalîst cara pêžî bû ku bi awayekî ciddî dihejiya. Gelek ekolên ji wan re postmodern dihat gotin derketin holê. Femînîzm, ekolojî, kulturalîzm û ekolên nû yên fikra çepgiriyê pêk hatin. Pêxîrtengiya ji avabûnê ya kapîtalîzmê ku di salên 1970’î de kûr bû, bi pêxîrtengiya zêhniyetê re pêk hat. Ev pêxîrtengiyeke welê bû ku her diçû bêhtir kûr dibû. Yekdestdariya fikra berê bi awayekî welê hilwežiya ku careke din wê nikarîbûya ava bibe. Oryantalîzma ku varyanteke îdeolojiya lîberal bû, ji vê hilwežînê para xwe girt. Serweriya fikrê der barê Rojhilat de parçe bû. Di serî de Gordon Childe, Samuel Krammer û Andre Gunder Frank, gelek fikirdaran rola Rojhilata Navîn weke sîstema žaristaniya navendî derxist holê û alîkariyeke hêja bi žoreža fikrê re kirin. Çiqasî sînorên modernîteya kapîtalîst û pêžketina Rojhilat bi sîstema žaristaniya navendî ve girêdayî nîžan dan, Ronesanseke rastî ya fikrê pêk hat. Fikrên me yên der barê siyaseta demokratîk û modernîteya demokratîk de ku bi parêznameyan her ku çû kûr bûn û xelek bi xelek berfireh bûn, bêyî ku haya me jê hebe, bi rengekî fikrên van mirovan temam kirin. Nirxandinên der barê ji derketina holê ya sîstema žaristaniya navendî û heta bi rola wê ya di mezinbûna modernîteya kapîtalîst li Ewrûpaya Rojava de bi xetên sereke rast bûn.

Li dijî zêhniyeta lîberal û oryantalîst, bandora yekbûyî ya tevahiya van faktorên fikra žorežgerî, ji salên 1990’î ve rê li ber žorežeke zêhnî ya bi lez vekiribû. Li ser parêznameyan bandora žorežên van zêhniyetan bi sînor be jî bi giranî bi beridîneke fikra serbixwe û rengê žorežê pêk hatiye. Li Rojhilata Navîn žorežeke zêhniyetê ya ji mezhebên lîberalîzmê yên hem navend û hem jî yên rastgir û çepgir rizgarbûyî û ji oryantalîzmê bihurî gelekî girîng e. Divê neyê jibîrkirin ku žoreža zêhniyetê pêk neyê, ti žoreža civakî bi awayekî mayînde pêk nayê. Varyanta dawî ya pênc cildên parêznameya min, der barê žoreža zêhniyeta li Rojhilata Navîn de mebesta me çi ye bi xetên sereke diyar dike. Li žûna dubarekirinê, divê destnîžan bikim ku pratîzekirin girîng e. Fikrên gelekî hêja, ango fikrên para wan a heqîqetê gelekî bi hêz jî dema neyên bicihanîn ti maneyê îfade nakin. Dinya alem hemû li ser žažiyê yan jî li ser fikra para wê ya heqîqetê lawaz bi yek bin jî eger kesek bi tenê fikra para wê ya heqîqetê zêdetir temsîl bike, wê karibe li hemberî hemûyan bi awayekî serketî xwedî li wê fikrê derkeve û wê karibe wê fikrê bigihîne serketinê. Dîroka mirovatiyê bi mînakên vê yekê tijî ye. Ya rê li ber vê vedike, her tim hêza heqîqetan a serketinê ye. Fikrên heqîqetê îfade dikin pêkan e ku bêne tepisandin, bêne cezakirin, lê ti carî têk naçin.

Min û me di destpêkê de bi fikrên para wan a heqîqetê bi sînor dest pê kir. Her ku bi duristî me pratîk mežand, me para heqîqetê ya di fikrê de zêde kir. Dema ku me bi fikrên para wan a heqîqetê zêdebûyî pratîk mežand, bivênevê pratîkên bêhtir serketî pêk hatin. Encama sereke ya divê mirov bigihîjê ev e, heqîqeta mezintir û çalakiyên heyatî yên van heqîqetan rê li ber wan vekirî, dema hewce bike bi yek gotinê dest pê dikin. Mirov bi duristî bi gotinê ve girêdayî be, û hewl bide wê bi jiyanê re bike yek û ji vê hewldanê negere, bivênevê heqîqet ê mezin bibe û di nava civakê de xwe weke serketina jiyana azad nîžan bide. Civak diyardeyên welê ne, mîna erdên bi hesreta avê bi hesreta heqîqetê ne. Çiqasî ev hesret bigihîje miradê xwe, civak jî mîna erdên hêžîn bibin, wê jiyana azad û demokratîk nas bikin.

Zêhniyeta dêrê tevahiya serdema navîn xistibû serweriya xwe, modernîteya kapîtalîst bi saziyên zanîngehan ên alîgirê laîktiyê ev serweriya zêhniyetê žikand. Bi yekdestdariya li ser zanîngehan pêk anî, destketiyên zanistî, felsefî û hunerî yên serdema Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê kir malê xwe. Ji vî alî ve sedsala 19. di warê serweriya kapîtalîzmê li ser zanist, felsefe û hunerê de vebirrî bûye. Di dawiya sedsala 20. de li gorî pêxîrtengî û jihevdeketina di avabûna gižtî ya sîstemê de, di vê serweriya bi qasî dused salî dewamkirî bi xwe de jî pêxîrtengî û jihevdeketin çêbûye. Li hemberî teknîkên zanistî yên bi felsefeyê têne pêk anîn, zanistê girîngiya xwe ya berê ji dest daye, bi xwe veguheriye teknîkên lêkolînê yên hejmara wan nayê zanîn, huner jî pižtî serdema klasîk nirxa xwe ya ekolbûnê ji dest da û bû enqazeke îndustriyê ya daket asta metayeke hižk û çor. Di encamê de bûbûn amûrên erzan ên îndustriyalîzm, dewletgiriya netewe û kapîtalîzmê. Bi vî awayî huner, felsefe û zanistê fonksiyona xwe ya bingehîn ango lêkolîna li heqîqetê û îfadekirina wê ji dest dabûn. Mabest ji pêxîrtengiya zanist, felsefe û hunerê qabîliyeta wan a lêkolînkirina vê heqîqetê û îfadekirina wê ye.

Pêvajoyeke bi heman rengî li Rojhilata Navîn di sedsala 12. de bi serweriya dogmatîzma medreseya Îslamî li hemberî felsefe, zanist û hunerê pêk hatibû. Li Rojava pêxîrtengiya di warê zanist, felsefe û hunerê de bi bêqîmetbûna oryantalîzmê li Rojhilata Navîn manedar bû. Ji vî alî ve bûyereke erênî bû, lê bi sedema ku rê li ber žoreža zêhniyetê ya alternatîf venekiribû rîskên wê hebûn. Tevî ku li herêmê li dijî zêhniyeta hegemonîk, žêwazê jiyanê û hunerê wê hin pêžketinên bi sînor bûbin jî rê li ber žorežeke bi kok venekiriye. Çawa ku di her qadê de dibe, pêxîrtengî di vê qadê de jî dewam dike. Rojhilata Navîn dikare rîskên vê pêxîrtengiyê derxistine holê veguherîne firsendan. Ji bo vê jî dikare žoreža zanist, felsefe û hunerê ya li gorî hîmê dîrok û çanda xwe pêk bîne ku îlham û ber dide hêmanên modernîteya demokratîk neteweya demokratîk, ekonomiya bazara kominal û îndustriya ekolojîk; ango dikare serdemên xwe yên Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê pirr zêde û di zikhev de yanî bi žêwazekî žorežgerî pêk bîne, pratîze bike. Di vê çarçoveyê de hewce nake ku Rojava teqlîd bike. Tevî ku mirov dikare destketiyên gerdûnî parve bike jî ya esas ew e, mirov afirêneriya dîrokî û mekanî ya xwe nîžan bide û žoreža xwe bi xwe pêk bîne.

Žensekî Žoreža Kurdistanê ya li gorî têgîn û teoriyên modernîteya demokratîk tê pêkanîn jî ew e, di dema pêxîrtengiya žêwazê zêhniyet û jiyanê yê modernîteya kapîtalîst de pêk tê. Di serî de Žorežên Fransî û Rûsî, bežekî mezin žorežên di sedsala 19. û 20. de ji wan žorežan bûn ku nikarîbûn ji zêhniyet û žêwazê jiyanê yê modernîteya kapîtalîst bibihurin. Tevî hewldanên wan ên esîl û xeyalên wan ên ji bo alternatîfbûnê serketinên wan bi sînor bûn. Bêguman li pey xwe mîrateyeke hêja, destketiyên zêhniyetê yên hê jî para wan a heqîqetê gelekî zêde û nirxên etîk-estetîk ên jiyanê hižtin. Žoreža Kurdistanê van destketiyên hêja yên jiyan û zêhniyetê dikare bi pratîka xwe re bike yek û žensê xwe baž binirxîne. Li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzma ferd û ferdperestiya bi dafikan barkirî, heqîqetê dadiqurtîne û bûye mîna cinawirekî çavsor ê gelekî zêde dixwe, neteweya demokratîk, ekonomiya kominal û îndustriya ekolojîk di zikhev de bêne mežandin û bibin žêwazekî jiyana civakî pêkan e ku ferdê demokratîk û sosyalîst pêk bê. Žoreža Kurdistanê dikare žoreža xwe ya zêhniyet, etîk û estetîkê gelekî kûr bike û bike malê ferd û bi vî awayî li nava gelên Rojhilata Navîn belav bike. Dikare bi žoreža xwe alîkariyeke girîng bi çanda dîrokî ya Rojhilata Navîn re bike ku her tim xwe bi yekparetî û gerdûnîtî nîžan daye. Ji bo vê mirov dikare jiyanê bi xwe û her qada wê weke dibistanekê binirxîne. Ferd û gelên her tižtê xwe ji dest dane žensekî wan bi awayekî erênî jî ew e, nirxên žorežî bi awayekî bi azadî, etîk û wekhevî barkirî dibînin, mîna bêhn li wan çikiya be hilmê dikižînin nava xwe û qebûl dikin. Bihêlin bila veržiya modernîteya kapîtalîst bi me nebe. Gelekî baž e ku bi me nebûye, yan jî pirr kêm bi me bûye. Ya herî bi heybet jî ew e, em li gorî xwezaya xwe ya civakî û bandora xwe ya ferdî, nirxên modernîteya demokratîk, neteweya wî ya demokratîk, žêwazê wê yê ekonomiya kominal û jiyana ekolojîk, zanista wê, felsefeya wê û hunerê wê bi awayekî azad, wekhev û demokratîk parve bikin û bikin malê civakê.

Ji Parêznameya ‘Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De Parastin’ (Pirtûka 5’emîn)

Pirsgirźka Civakź Ya Bajarbūnź

Ji bo hilwežīna dinya ū civakź em li sedemźn din negerin, bi tenź sedemźn ēavkaniya xwe bajźr ji niha ve bi vź rolź rabūne.

Žaristaniya Dewletparźz Sīstemekī Qirkirinź ye

Ev gelźn ku demekź ēanda 3 īmparatoriyźn bihižmet (bižeml) (Akad, Babīl, Akad) dijiyan, belkī jī qewmźn bazirgan ū pīžekar źn yekemīn źn dīrokź būn.

PKK ū Īdeolojiya Dewletdariya Netewe

Li gorī teoriya biserhevkirī ya rizgariya neteweyī di pratīkź de girźdayī tźgīna ‘Kurdistana Mźtingeh’ tižtźn bihatana kirin diyar būn.

2017 © Partiya Karkerźn Kurdistan (PKK)
[[email protected]]