20.01.2017

Girtin Siyasî Ne, Bizanebûn İn û Ji Bûyîna Huqûqî Dûr İn

Di wê demê de derdora Mistefa Kemal ji alî Îngilizan ve bi kadroyên Îtihad-Terakî hatiye dorpêç kirin, Îngilizan çar aliyê wî dorpêç kirine.

 

 

 

 

Abdullah Ocalan

8 Çile 2010
Eger tê xwestin ku dîroka Komara Tirkiyê were tehlîl kirin, pêwîst e têkiliyên Îtihad Terakî, Mistefa Kemal û Mistefa Suphî rast bêne lêkolînkirin û fêmkirin. Pêwîst e mirov zanibe û têbigihije ka Mistefa Suphî çawa û ji alî kê ve hate kuştin û xeniqandin. Tê gotin ku  Mistefa Kemal kiriye, lê dema derkeve holê ka di buyera xeniqandina wî de kê rol girtiye, wê gelek tişt ronî bibin.
Di wê demê de derdora Mistefa Kemal ji alî Îngilizan ve bi kadroyên Îtihad-Terakî hatiye dorpêç kirin, Îngilizan çar aliyê wî dorpêç kirine. Îngilizan bi destên kadroyên Îtihatgir politîkayên xwe ferz dikirin, lê Mistefa Kemal jî dixwest qerta Moskova û Lenîn bilîze. Lê Îngiliz di vê mijarê de pir zîrek û pispor in. Bi riya Kazim Karabekîr û Înonu polîtîkayên xwe  didan meşandin. Min heya niha bandora Îngilizan weke rawêjî (texmînî) digot, lê êdî rola Îngilizan misoger e. Ji ber ku belge vê yekê îspat dikin û ev wisa ye. Min di rojnameya Hurriyetê de xwend, Cemîl Koçak nivîsandibû, vê ya bi qismî piştrast dike. Îngilizan Şoreşa Fransî bêbandor kirine, her wisa Şoreşa Rûs û şerê rizgari yê Tirkiyê jî  rêve birine. Di vî milî de heman tiştê ku anîne serê Robespierre, anîne serê Mistefa Kemal jî. Di Şoreşa Frensî de qral bi Robespierre dane kuştin û pişt re bi komeke hîn nerme jî (ılımlı) Robespierre dane kuştin. Dora Mistefa Kemal jî bi kadroyên Îtihad Terakî hate dorpêç kirin, wî tekoşîn li hemberî vana kir; di wê demê de parlamenterek bi navê Elî Şukrî ku li meclîsê ye tê kuştin, dîsa buyera mirina Xalid Paşayê Dîn heye. Heta Cawîd,ku wezîrê Maliyê bû, da bidardakirin, lê piştî salên 1927an neçar ma ku bi vana re lihev were. Piştî vê lihevhatinê Îtihadgir Mistefa Kemal kirin Serok-komar û bi vî rengî ew bêbandor kirin û tevahiya desthilatî kirin bin destê xwe. Fethî Okyar hevalê nêzikê Mistefa Kemal bû; wî jî tesfiye kirin û hikumeta Înonu anîn şûna wî. Îngilizan bi rêya Înonu û Kazim Karabekîr bandoriya xwe misoger kirin û bi vî rengî polîtîkayên xwe xistin sepanê (uygulama).
Taha Akyol di hêla polîtîkayên Kurd de vê demê weke berî û piştî 1922 vediqetîne. Berî 1922 sozên ku ji Kurdan re hatibû dayîn hene, lê piştî 1922 van sozan têne înkarkirin. Di şerê rizgariyê de ya ku bi Yunanan Tirkiyê dan dagirkirin Îngilistan e. Her wisa dîsa ya ku misoger kir ku bêne avêtên deryayê jî dîsa Îngilistan e. Yekemîn xala rojevê ya Îngilistanê Musul-Kerkûk û petrol e. Piştî ku Yunanan derxist û Tirkan xist bin bandora xwe di gerewa (beramberi, karşılık) Musul-Kerkuk de Kurden Bakûr jî feda kir. Tevî ku van deveran di nava sînorên misaqî mîlî de bûn, bi peymaneke nepenî (veşartî, gizli) ku bi Îngilistanê re hate çêkirin, Tirkiye neçar maye ku dev ji van berde. Hîn jî naveroka vê peymanê nayê zanîn.
Di rastiyê de Mistefa Kemal Jakoben e. Komarparêz e. Ji Komara Fransî îlham digre. Bi dirêjiya dema ku Mistefa Kemal jiya, di navbera Îngilizan û Sovyetan de polîtîkayên denge (hevsengî) şopand. Îngilizan Îonyayîyan, Ermeniyan û Rûman ji Anatolyayê derxist. Dixwazin heman polîtîkayê li Kurdan jî bisepînin. Polîtîkaya dimeşînin ew e ku Kurdan jî ji Bakûr derxin û devletçeya-netew a li Başûr heps bikin. Bûyera Şêx Seîd di rastî de provokasyonek e. Ti haya Şêx Seîd jî ji vê nîne. Li Pîranê (Dicle) du leşker têne kuştin û paşê serhildan bi rengekî bêamadekarî despê dike. Her wisa Şêx Seîd ne di rewşekî wisa ye de ku bikaribe serhildanê bide meşandin.
Bandora Îngiliz li Tirkîye heta salên 1940 û 1950 didome, heta van têkîliyan pir pêş de ne. Di sala 1941 de gelek pîlotên şer ên Tirk, dema ji bo Îngilistanê şer dikin, dimirin. Vana pişt re derketin holê, piştî salên 1950 DYE û Siyonîzma Cihû despêdikin û dibin zal (hakim). Di mijara bidestxistina niştiman (yurt) de du siyonîzmên Cihûyan bi hev re pevdiçin: Cihûtiya Anatolya û Cihûtiya Filîstin. Cihûyên Anatolya dixwazin li cihên ku Îzmîr, Manîsa, Selanîk û Edîrne digre nava xwe, niştiman bidest bixin. Lê Siyonîzma Cihû, ku dixwaze li Filîstinê niştiman destbixe û ji yên ku ji Rûsya û DYE koç dikin pêk tê, axên Filîstinê weke niştimana xwe ya bingehîn dibîne. Di encam de vana raser (baskın) dibin û Îsraîl tê damezrandin. Bavê Samî Kohên jî di nava Cihûyên Anatolyayê de heye. Di dema damezrîna komarê de pir bibandor in û hîn jî di nava artêş, darazî (yargı), zanîngehan de pir bibandor in. AKP jî bi Îsraîlê re dixebite. Netenyahû netewperesteki radîkal e, lê bi taybetî Olmert û Barak bi AKP ê re di nava ahengiyê de ye.

Odeya kozmîk dîmenek e. Lê di rastiyê de pêwîst e mirov li pey vê ango li plana pişt vê binêre. AKP bi tena serê xwe  nake. Peymana Erdogan-Başbug heye û li pey wan DYE heye. Wê peyva ‘sedsalî’, ku di van rojan de despêkirine bikartînin, ji min girtine. Ji berê ve ez dibêjim ku kokên sedsalî yên vê Ergenekonê hene. Xwe  dispêre xebatên Teşkîlat-i Mahsusa ya xwe di sala 1906 de. Heta beriya wê bidardakirina Evdilezîz a di 1876 de, xwe  dispêre tiştekî dirûbî (benzeri) vê. Ji wan rojan heya van rojan tê. Vana di wê demê de, di tevahiya welatên Îslamê de, di wateya umetgerî de xwe birêxistin dikin. Hem Îslama nerm, hem jî Îslama radîkal bi Emerîka re pêwendîdar in. DYE rola îslama nerm daye AKPê. AKP hewl dide Ereban ji xeta îslama radîkal bikişîne xeta îslama nerme. Hewl dide vê yekê bi rêya Hemasê bike. Lê ez Ereban nasdikim, wê neyên xeta AKPê û AKP jî nikare wê ya biserbixe. Tam girêkeke kor mijara gotinê ye. Wê nikaribin ji nava vî karî derbikevin. Hûn El Kaîde û Talîban di dema şer de ji alî Emerîka ve hatin rêxistinkirin, Obama niha hewl dide vana vekişîne, lê nikare bi wan re serî derbikeve. Vana fêrî desthilatiyê bûn, û naxwazin dev ji desthilatiyên xwe berdin. Pevçûna di navbera wan de pevçûna li ser desthilatî ye. Ew êrîşa li dijî Benazîr Bûto hate kirin, encama vê pevçûnê ye. Benazîr Bûtto jî mîna Tansû Çîller Emerîkanparêz bû. Li Efganîstanê jî Hemîd Karzaî anîn ser kar.
Dema ku Obama hewl dide li van deverên ku îslama radîkal lê ye, ji desthilatiyê bixîne û îslama nerm texe şûna wan, îslamgirên radîkal jî hewl didin cihên xwe biparêzin. Hevsera wî kesê ku heft sîxurên (ajan) CIA kuşt jî Tirk e. Heta min ji radyonê, dema ku sernivîsên nuçeyên rojnameyan dihatin xwendin, guhdarî kir ku pênc erkdarên CIA bi armanca jêpirsîna vê bûyerê ji Emerîka hatine Tirkiyê. Pêwendiya Ergenekonê ya li vê derê zelal e. Ev Ergenekona Tirk e. Weke hûn dizanin ji wan kesê ku êrîşa li dijî Sefareta Emerîka ya li Enqerê pêkanîn gotin El Kaîde, lê Ergenekona Tirk wî tiştî kir. Wana bi qasî ku sixurên CIA bikujin çavtarî ne. Ev xeta sext (katı) Ergenekonparêz, hîn jî bihêz e. Di rojnivîsên Mistefa Balbay de jî derbas dibe. Ji bo Ozkok dibêje ‘em not û neh in, lê ew yek in’. Di nava artêşê de jî bi qismî hîn jî hene.
Di mijara Kurdan de du polîtîkayên tuneker hene. Yek ji wan xeta tund a înkar û tunekirinê ye. Ji xwe  ya ku Ergenekon, MHP, CHP ferz dikin ev e. Ya duyemîn jî çareseriya AKPê ya tuneker ya nerm e ku tê de PKK û Ocalan nîne;  xwe  dispêre Îraq, Emerîka û bi qismî Ewrûpa û Talabanî-Barzanî; her wisa ku hewl dide ji Bakûr hinek serokên sexte yên Kurd biafirîne û bi rêya xwe  sipartina hinek pispayeyên (alçak) di nava PKK de jî, bi rêya vana encam bigre. Ev tişta ku AKP di vê desthilatiya xwe ya heft salên dawî de hewl dide pêk bîne, ev e.
Min di parêznameyên xwe de jî diyar kiribû, ku min berî niha wê dabû dadgehê. Ez ancax di nava çareseriyeke demokratîk û aşitiyane de cîh bigrim. Misoger nikarin min tevlî pêvajoya tesfiyê bikin. Tesfîyekirina me, wê çareseriyê hêsan neke, çareseriya me demokrasî ye, çareseriya demokratîk e, û aşitî ye. Min di nexşeya rê de bi zelalî diyar kir ka pêwîst e çareserî çawa be. Em di vê çarçoveyê de ji bo çareserî yê hene; ti kes nikare min tevlî cûre-çareseriyeke dîtir bike.
Diyar e Serok-komar di bernameyeke de diyar kiriye, ku di hêla vebûna demokratîk de fersendeke girîng a çareseriyê hatiye heba kirin, lê hîn ne dereng e. Wê demê bila çareser kiriba, ma karî wî çiye? Ma kî destê wî girê daye? Ez li vê derê dixwazim bang li Birêz Ebdulah Gul bikim. Çareseriya em dixwazin pêşbixin, çareseriya aşitiyane ya demokratîk e. Yên ku hewl didin vê ya asteng bikin hene, vaye meha Sibatê nêzîk dibe. PKK tew bixwaze asteng bike jî, wê nikaribe pêşiya berteka (tepki) gel bigre. Pêwîst e ev pêvajo baş were nirxandin. Dibe ku rewşên pir dijwar tund û xwînî bêne jiyîn. Aloziyên di navbera gelan de têne zêdekirin. Derxistina bizorê ya Cînganeyan (Romanan) ji cîh û warên  xwe,  nimûneyeke vê yekê ye. Eger ji dewletê re were hîştin, wê vê ya bi rengekî pir tund pêş bixe. Eger di vê pêvajoyê de çareserî neyê pêşxistin, wê reyên li derveyî aşitiyane bihêz bibin. Ez li vê derê hem KCKê hem jî dewletê hişyar dikim; eger çareseriya demokratîk û pêvajoya aşitiyane neyê pêşxistin, wê xeta Ergenekonparêz a hişk û netewperest, pevçûna Tirk-Kurd biafirîne; vana bêrehm in. Wê gelan bi hev û din bidin qirkirin. Vaye we dît, gel gulebaran kirin, bi çekan gule reşandin ser gel.
Pêwîst e Serok-komar vana baş bibîne. Eger hûn di çareseriyê de jidil bin û cidî bin, pêwîst e hûn vê pêvajoyê baş binirxînin. Na, eger hûn bibêjin emê tesfiyê û tunekirinê ferz bikin, PKK dikare xwe bi awayekî pir baş biparêze, xwe  bide jiyandin û vî şerî demekî dirêj bide meşandin. Ji bo pêşî li vê were girtin, divê hûn rêya diyalogê bidin despêkirin. Vaye Sonmez Koksal jî dibêje, hezar û yek cûre rêyên diyalogê hene; dibe ku îlle bi min re nebe, bi rengekî rasterast nebe. Lê tenê bese ku bila cidiyet hebe. Eger bê xwestin ku ez rol bigrim, pêwîst e van mercan bên guherandin. Ez di van mercên esarêtê de nikarim tiştekî bikim.
Xeta tunekar û înkarkar, bi hevdîtina 5ê Mijdara 2007 a Serokwezîr Tayyip Erdogan bi Bush re, bidawî bû. Beşek ji baska Ergenekonê ya tund a netewperest a hişk li Silivrî ye û beşek jî li parlamentoyê ye. MHP û CHP bersûcên (zanlı) vana yên li parlamentoyê ne. MHP, CHP û Eruygur ji vê baskê ne. Vana di înkar û tunekirina hişk a fîzîkî de israr dikin. Weke kes ti hêzên Baykal û Bahçelî nîne, lê hêzên ku  ew xwe  dispêrin wana, hene. Her wisa pêwendiyên vana yên navnetewî jî hene. Bahçelî ji bo geştekê (gezî) çûbû Çînê. Weke hûn dizanin Lewend Ersoz jî berî bihata girtin ji Moskovayê hatibû. Di derbarê peymana bi Îranê re, daxuyaniyeke Tuncel Kilinç jî hebû; vana xwe  dispêrin Îranê. MHP û CHP her du jî netewperest in. Yek ji wan neteweperest a hişk û ya din jî neteweperest a netewgir e. Bi CHP re cepgirî nabe, pêwîst e BDP vê valatiyê dagire. Pêwîst e BDP tevahiya beşên çepgir ên antî-faşîst û demokratên radîkal bigre nava xwe misilmanên demokrat jî dikarin tê de cih bigrin. Weke min diyar kir li Tirkiyê di hêla nêzikatiya ji pirsgirêkan re sê xetên bingehîn hene; yek ji wan xeta Ergenekonparêz a neteweperest a hişk e, ya duyemîn xeta tesfiyeya nerm e ku AKP, DYE û biqismî Ewrûpa, Talabanî-Barzanî  tê de ne. Ya sêyemîn jî xeta demokratên radîkal e.
Divê BDP bibe Tirkiyeyî û xetabên xwe  bi perspektîfek, ku tevahiya pirsgirêkên Tirkiyê bigre nava xwe , bide meşandin.Min berî niha jî gotibû, min qala ji derdora femînîst, hawîrdorparêzan û beşên cûrbecûr kiribû. Divê BDP pir-reng be, divê cîhêrengiya Tirkiyê biteyisîne. Ji bo vê min qala sê rêgezan (ilke) kiribû; Komara Demokratîk, Welatê Demokratîk -Kurdîstan jî di nava vê de heye, nayê înkar kirin- û Netewa Demokratîk, ango netewa demokratîk a li hemberî feraseta netewa netewperest a hişk a CHP û MHP. Dikarin li derdora van rêgezan bêne cem hevdû. Divê hêza vana ya nûneriyê bilind bibe.
DTK ji bo avakirina civaka Kurd a demokratîk xebat dike. Xebatên xwe  bi tevahî li gorî zagonan dike, her wisa xebatên guncav li gel pêdiviyên civaka Kurd dike. Hemû qadan, ji sporê bigrin heya tenduristî, huner, folklor, hawîrdor, jin, çand û hwd., bi  feraseteke demokratîk birêxistin dike û xebatan pêşdixe. DTK bi tevahî li gorî zagonan e û sivîl e. Xebatên xwe  jî li gorî vê dimeşîne Helbet van girtinan siyasî ne, bizanebûn in û ji bûyîna huqûqî dûr in.
Ez li vê derê nêrînên xwe dibêjim. Eger ez neaxivim wê pevçûn çêbibin û xwîn biherike. Ji bo ez pêşiya vêya bigrim –dibêjin ev hezar sal e ku em biran e- ji bo biratî û aşitiyê diaxivim. Ez ne li hemberî yekparetî û yekîtiya dewletê me. Helwest û axaftineke min a bi vî rengî nîne. Tiştên ez dibêjim ji bo çareseriya demokratîk a aşitiyane ya pirsgirêka Kurd e.
Azadiya jinê hîm û bingeha xebatên min e. Jin li cîhanê û Rojhilat a Navîn hêza motor e. Diyar e pirsgirêka jinê tam nehatiye têgihiştîn û tê suîstimal kirin. Divê tehlîlên min ên di mijara azadiya jinê de baş werin têgihîştin û bi rengekî rast bêne xistin jiyanê. Divê jin xwe pêş bixin. Li ser vê bingehê ez silavên xwe ji tevahiya jinan re radigihînim. Ez silavên xwe ji tevahiya gelê me û ciwantî re, di serî de ji yên Amed û Qersê re, radigihînim.
Rojbaş.
             

Heya Tekoşîna Azadiya Jinê Neyê Biserxistin Tekoşîna Sosyalîzm, Demokrasî Û Azadiyê Nikare Bigihîje Serkeftinê

Ji bo destek ji paketa destûra bingehîn re were dayîn, divê pêşî guhertina zagona dij-terorê were çêkirin. Heta guhertin tenê têrê nake, divê bi temamî were rakirin.Heya ev zagon neyê guhertin û neyê rakirin, pêwîst e Kurd destekê nedin vê pakêta li ser destûra bingehîn. Heta ji dayîna destekê jî wêdetir, divê muxalefeteke herî tund ji alî Kurdan ve were kirin.

Herdu Alî Jî Di Bin Kontrola Emerîka De Ne

Ev deh sal in ku ez li vir her dibêjim, ez ti xebatek li naverastê nabînin. Ev rewşeke kevneşopî ya çep e. Hinek tişt jiber (ezber) kirine û her wan tiştan dubare dikin. Min li vir hewleke pir mezin da. Min li vê derê Stalînîzm qat bi qat û ferseh bi ferseh derbas kiriye û min ramaneke wisa ku bibe malê cîhanê hilberandiye ango min ramana xwe çêkiriye.

Dema Em Dikevin 12. Salvegera Komployê, Komplo Vala Hatîye Derxistin

Ez ji vê derê êdî dikarim mizgînê bidim gelê me. Dema em dikevin 12. Salvegera komployê, ev komplo vala hatiye derxistin. Ev misoger hatiye têgihîştin.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[pkkiletisim@gmail.com]