26.02.2017

Pwst e Sala 2010, Li Ser Bingeheke Demokratk, Bibe Sala Tkoneke Mezin

Ev operasyona li dij Serokn aredar an, di rastiy de provokasyonek e.

 

 

 

 

 

Abdullah  Öcalan 

30.12.09 

 Li Îtalyayê kovarekê xwestiye ku ez ji wan re nivîs binivîsînim. Ez girîngî didim dîroka Îtalyan. Min beriya vê jî bi taybet qala Gramscî kiribû. Min di vê çarçoveyê de, di parêznameya xwe ya bi navê Demokratîkkirina Çanda Rojhilata Navîn de bi xetên wê yên gitî ve diyar kiribû. Lê eger çêbibe ez dixwazim nêrînên xwe bi Îtalyayan re parvebikim, ez dipejirînim ku Îtaliyan nêrînên min fêrbibin û parve bikin. Ez dikarim bihizirim ku mehê carekê ji wan re nivîs binivîsînim. Min berê, bi xetên gitî, tehlîla Îtalya kiribû. Lê ez dihizirim ku tehlîlên xwe yên Ewrûpa yên ji vê ûndetir li ser Îtalyayê pêbixim. Min bi qismî jî tehlîl kiribû. Fêmkirina Îtalya, tehlîlkirina dîroka Îtalya, tehlîlkirina Ewrûpa ye. Eger hun Îtalyan tehlîl bikin û fêmbikin hunê Ewrûpa jî fêmbikin.
Ji xwe ez bawerim endamtiya min di yekitiya nivîskarên Ermenî de heye, dibe PEN jî be, ti gumaneke wê nîne. Ez dixwazim di wesîleya vê nîvîskaran de, bi bîranîna Aram re jî, vana ji Ermeniyan re bêjim. Mijarên ku min di vê tehlîla xwe ya dawiyê de pêxistiye, demokratîk kirina tevahiya Çanda Rojhilata Navîn e. Di rastiyê de tehlîlên min yên di parêznameyê de Ermeniyan jî bi eleqeder dike, dikare çareseriya pirsgirêka Ermenî jî pêkbîne. Ez ûna vê neteweperestiya hik, di çarçoveya demokratîk de, nîqakirina çareseriya pirsgirêka Ermeniyan û wê xistina jiyanê dipejirînim. Dikarin tenê bi vî rengî pirsgirêkên xwe yên rojane jî derbaz bikin.
Ev operasyona li dijî Serokên aredar an, di rastiyê de provokasyonek e. Ez bawerim reaksiyonên gel ên li dijî vê provokasyonê bi berfireh in. Gelê Kurd li hemberî hertitî birêxistî ye, rêxistingeriyên xwe diparîz in. Helbet wê rêxistingeriyên xwe biparîz in, wê protestoyên wan jî di vî milî de pêbikevin.
 Di rastiyê de tita ku ez dixwazim bi KCKê re bêjim; KCK ne pêkhateyeke îlegal ango li gorî Tirkiye zagonî nayê hesibandin. Pêkhateyeke cûda ya KCKê heye, vaye serê wê li Qendîlê ye. Rêxistingeriyên KCKê ez bawerim li her derê hene, pêkhateyên wan hene, di hundirê Tirkiyê de jî pekhateyên wana hene. Pergaleke wan ya li gorî xwe heye, xebatên wana jî li gorî vê yekê ye. KCK û siyaseta legal cûda ne. Ez bawer nakim ku ti eleqeyeke wê bi vê pêkhateyê re hebe, ango endamên vê pêkhateyê ne, pêwîst e nebin jî. Ez bawer nakim ku yên hatine hilbijartin jî ev yeke kiribe. Weke min gotiye KCK cûda ye, pêkhateyeke ku pergal û rêxistingeriyeke wê ya li gorî xwe heye, dizane ku ew li Tirkiyê ne bizagonî ye, li gorî vê tevbigere.
Pêwîst e siyaseta demokratîk di statuyeke cûda de biçe rêxistingeriyê. Ji bo vê jî rêxistingeriyên weke komelan dibe, dikare bi rengekî damezirandin û însiyatîfên civaka sîvîl xwe birêxistin bike. Navenda Kongreya Civaka Demokratîk li Amedê ye. Di nava wê de wê helbet Kurd hebin, lê wê yê din jî hebin. Kongreya Civaka Demokratîk wê li her qadê hebe, ji qada siyasetê heya aborî, ji spor heya huner û heya qada çandê, jin û ciwan di serî de wê di nava gel de be. Min gotibû di bingeha demokratîk de rêxistingeriya Kurd an. Dibe li Stanbolê yên ku di nava DTKê de cîh digirin hebin, lê vana girêdayî Amedê ne. Helqeya duyemîn Kongreya Civaka Demokratîk e.
Helqeya sêyemîn Partiya Siyasal e. Pêwîst e ev tenê ne be partiya Kurdan, bibe partiya Tirkiye, lê ez nizanim ka çi qas ji vê re amadene.  Ez bawerim nîqa hîn jî didomin. Dikarin Kongreyên xwe di herêmê de çêbikin, her cureya nîqaên demokratîk li tevahî Tirkiyê têxin jiyanê û bi vî rengî dikarin biçin pêkhateyekê. Ez cîh girtina derdorên cûda, nêrînên cûda ya di nava partiyê de dipejirînim. Ev yeke dibe bi tevlîbûna bi hizrên xwe, bi komên xwe, lê di çarçoveya rêgezên hevpar de pêk were. Ez dihizirim ku pêwîst e femînîst jî, Femînîstên hawirdorperest jî  di nava vê partiyê de cîh bigrin. Ya din jî ev pirsgirêkên hawirdor pir girîng in. Hawirdorparêz jî dikarin di nava vê partiya siyasal de cîh bigrin. Dikare di çarçoveya her sê rêgezan de hevdîtin bi gelek derdoran re, bi akademîsyenan re, bi rewenbîran re, bi nêrîn û navên cûda re were çêkirin. Pêwîst e derdorên fireh di nava partiyê de cîh bigrin. Ez dihizirim ku pêwîst e femînîst jî, derdorên cûda jî bi nêrînên xwe ve di nava vê partiya siyasal de cîh bigrin. Pêwîst e weke helqeya sêyemîn partiya siyasal li her devera Tirkiye xwe birêxistin bike. Pêwîst e qismên elewî yên dirûst jî, rewenbîrên Elewî jî werin xistin nava partiyê.
 Ez dixwazim van sê mijaran bidim ji bo partiya siyasî. Ez dihizirim ku pêwîst e van sê rêgezan bigrin dîqetê û li gorî vê di kongreya xwe de rêzikname û bername ji nû ve li ber çavan re derbaz bikin û di vê bingehê de siyasetê bikin. Nexwe wê berevajiya vê, vaye partî falan têne girtin; eger wisa biçe, wê nikaribin biserkevin. Yekemîn rêgeza hevpar, Komara Demokratîk e. Qesta min ya ji vê, demokratîkkirina dewlet e. Rêgeza duyemîn; Welatê demokratîk e. Min berê weke welatê hevpar diwesfand, qesta min ya ji vê, ev tevahî axa welat e. Welat dîsa hevpar e, lê ji bo ku were zanîn ku di van axan de her kes, rastiya netew û etnîsîteyên cûda dijîn, ez dibêjim welatê demokratîk. Rêgeza sêyemîn; Netewa Demokratîk e. Ji bo ku ba were fêmkirin, ji bo ku were bîra we ez têgîna demokratîk didanimserê her yek ê. Komara demokratîk tê zanîn, welatê demokratîk, axa welatê hevpar e, em bi sînoran re mijûl nabin, lê pêwîst e bi rengekî demokratîk were îfade kirin. Têgîna netewa demokratîk, demokratîkbûna netew, tita ku ez dixwazim li vir bêjim, di rastiyê de netewa pirerengî (çoklu) ye. Ne tenê Kurd û Tirk hene, etnîsîteyên cûda û hindikahî/aznlk jî hene, ez ji çanda ku tevahiya vana hembêz bike, çanda pirerengî, nasnameya pirerengî, netewa pirerengî, ji yekbûna vana re, ji tevahiya vana re dibêjim netewa demokratîk. Ev li Îspanya heye. Hun dizanin, li wir yek netewa Îspanyol nîne, welatê hevpar heye, Îspanya heye, lê feraset û dewletek, ku herkesî bike Îspanyol, bike netewa yek tîp û yek zimanî ferz bike, nîne. Li Îngilîstanê jî feraseteke ku diibe vê heye. Min berê jî diyar kiribû, weke ya li Tirkiyê heye feraseta yek dewlet, yek netew, weke Kuna Tarî ye. Hertitî dadiqurtîne, dema hewl dide biînbîne xwe û bike yek tîp, tune dike. Kurd dikarin bi rêka DTK netewebûna xwe ya demokratîk pêkbînin. Di derbarê demokratîkbûna Kurd, netewebûna demokratîk a di bingeha demokratîk de ye. Me ji bo wê got, navenda DTK Amed e. Ev bi taybet li herêmê tê birêxistinkirin. Lê partiya siyasî wê li tevahî Tirkiyê be. Wê bernameya wê jî li gorî vê be, bi pirsgirêkên Tirkiyê re, bi demokratîkbûna tevahiya Tirkiyê ve eleqedar be, ango divê bibe partiyeke Tirkiyê. Pêwîst e li gorî vê ji nû ve rêzikname û bernameya partiyê were nîqakirin û ji nû ve were birêkûpêk kirin. Ji bo vê jî dikarin sûd ji pareznameyên min, ji nîqaên min ên berê bigrin. Dikare bi navê min van her sê rêgezan di manetê de werin dayîn, pêwîst e vana ba werin nîqakirin. Ez pêniyar dikin ku partiya nû xwe di vê çarçoveyê de pêbixîne û weke stratejîk wisa xwe birêxistin bike. Mirov dikare tenê wisa ji kapîtalîzma Qumarê ya li Anatolya rizgar bibe.
Ez rêberiya stratejîk im, ez destnîankirinên sosyolojîk dikim, ez fermanan nadim, ez vê rast jî nabînim, wê di hêla etîk (exlaq)a siyasî de rast nebe, ez nêrînên xwe diyar dikim. Mafê min ê nîqaê weke herkesî heye. Lê weke min berê jî gotiye, wê ew bi xwe biryarên xwe bigrin.
Tevahiya vana erê pevêwrî ye (daniiklî döü), vaye yên me jî dibêjin. Belê tevahiya vana erê pevêwrî ne; operasyon-moperasyon nînin, têketina daîreya taybet, titên odeya kozmîk, titekî wisa nîne. Kengî AKP operasyonan dike li ser Kurdan, wê demê ji bo ku ser wê bigre û bêje vaye ez dixwazim hinde gavan biavêjim, lê li pêiya min dibin asteng, artê astengiyê derdixîne pêiya min û bi vî rengî nediyariyê çêdike ji bo Kurdan. Kengî operasyonan li ser Kurdan pêktînin, wê demê ji bo ser operasyonan bigrin, yekser hinde titan li dijî artêê jî dikin, wisa didin diyarkirin ku wana li dijî artêê operasyonan pêdixînin, hewl didin ser titên ku li Kurdan dikin bigrin. Vaye, niha jî operasyona li dijî KCKê kir, bi vê çewsana/baskya ser qerargehê û falan re rojev guherand. Tevahiya rewenbîran jî –tê gotin ku deng ji Ewrûpa dernakeve- û reaksiyonên ku bên jî ji holê rakirin. Operasyona li dijî KCKê çêbû, ev provokasyone e, lê ji kesekî deng derneket, nayê nîqakirin. AKP li gel Artêê di nava rewa erê pevêwrî de ye. Ev heft sal in ku AKPê vê dike. Dibeje vebûna demokratîk, lê ev ne vebûna demokratîk e, ev ne vebûn e, bibe bibe ev vebûna zordestî û zextan e. Vaye wan Kurdên ku hewl didin hinekî azad bimînin, davêjin girtîgehan, dibêjin endamên KCKê ne.
Ez bi vê wesîlê careke din jî dibêjim. Ez dixwazim di vê bingehê de peyama xwe ya 2010an jî bidim. Vaye KCK dibêje nîjadkujiya siyasî ye, rast e, nîjadkujiya siyasî ye. Tita ku li ser Kurdan tê pêkanîn nîjadkujiya siyasî ye, nîjadkujiya aborî û çandî ye. Ez dizanim ku li dijî vê jî berxwedaneke cidî ya gel, bi sekneke birêxistî re li dijî vê derdikevin û ez bi wan bawer im. Pêwîst e di sala 2010an de rêxstingeriya xwe ya siyasî bilind bikin û tevahiya hêza xwe ji bo gihitina azadiyê seferber bikin. Ez careke din diyar dikim ku pêwîst e di bingeha demokratîk de sala 2010ê bibe sala têkoîneke mezin. Wê helwesta AKPê û sekna gerîla jî heya 15ê Sibatê zelal bibe. Ebas dibêje, komên xweser/otonom in, reaksiyonên wan bi xwe hene, em jî nikarin wana asteng bikin. Ez jî nikarim wana asteng bikim. Min heya niha titek kir û me heya vê derê anî. Lê pêwîst e hukimet bibîne ku wê wisa dewam neke. Ya min ne rêberiya pratîk e, lê ez dikarim rêberiya siyasî û bîrdozî bikim; ez vana jî weke nirxandinên sosyolojîk pêkê dikim. Lê eger wisa pêbikeve, wê kesek nikaribe pêiya vê bigre. Wê ne tenê li çiyan, wê encamên pevçûnan pir biê be û wê kûr bibin. Ji ber vê ye ez dibêjim pêwîst e rewenbîrên Tirk jî vana bîbînin û bi gelê Kurd re siyaseta demokratîk bimeînin. Pêwîst e wana jî, li ûna ku bi provokavakayonên AKPê bixapin, tevahiya vana akere bikin û qiyametê rakin.
Ez dihizirim ku hevalên jin têgîna qutbûna bêdawî fêmkirine. ez dihizirim ku di vê wateyê de hêzeke ariî (manewî) jî derxistine holê. Tita ku ez ji qutbûna bê dawî qest dikim, qutbûna ji çanda serwer a pênc hezar salî ya zilam e. Ez vê serdestiya pênc hezar salî ya li ser jinê weke çanda tecawîzê diwesfînim. Qutbûna ji vê çandê, helbet wê azadiya jinê bîne. Azadiya jinê bingeha azadiya demokratîkbûna civakê ye. Min jinê, wêdatirî ji netew û çîn, weke yekemîn be û netewa bindest a civakê, wesfand. Helbet azadî û wekheviya jinê, rêka tenê ya wê biçe civakeke azad e. Eger em dibêjin wekheviya civakê, wê demê pêwîst e em vê yekê pêkbînin. Ez bi têgîna evîna bêdawî jî vê qest dikim, ekerekirina evîna azadiyê, ne di wateya daringî (madî) de, lê di wateya ariî (manewî) de, ekerekirina hêzeke mezin e. Hunê nikaribin ji vê qezenceke daringî (madî) yan jî kêfxweiyê bidest bixin, lê hunê weke jin bikaribin azadî û xweikbûnê, em dibêjin Helenbûn, Xwedavendbûn, Îtar û Înanayan pêkbînin. Hunê weke ariî (manewî) qezenc bikin.
Ez dihizirim ku jin, ne tenê di wateya siyasî de, lê di wateya bîrdozî û ariî (manewî) de jî wê kûr bibin, kûr bûne. Ez dihizirim ku wê di bingeha qutbûna bêdawî ya ji çanda zilamê desthilatdar, di sala 2010an de azadiya xwe bilind bikin.
Ez ji tevahiya hevalan re silavên xwe birê dikim. Ez bawer dikim ku wê di sala 2010an de azadiya xwe ya ariî (manewî) kûr bikin. Ez silavên xwe li gelê me yê li Mû, Kop (Bulank) û Wanê dikim. Gelek nameyên biçûk-biçûk tên ji Tekîrdag ê, du name jî ji girtîgeha Wanê hatine. Dîsa min ji Bakirkoyê nameya Gonul Erdogan û Narîn Falay girt. Ez silavên xwe ji hevalên jin ên li Bakirkoyê re diînim, min nameyên wan begem kir. berxwedan tenê ne titekî daringî (madî) ye. Li girtigehê berxwedan titekî ariî (manewî) ye. Tu nikarî di girtîgehê de tenê weke daringî (madî) li ber xwe bidî, tu nikarî di mercên girtîgehê de tenê weke fîzîkî li ber xwe bidî. Eger tu tenê weke daringî (madî) li ber xwe bidî, wê ev yeke te bibe heya tunebûnê, pêwîst e hun hêza xwe ya ariî (manewî) derxînin holê. Pêwîst e mirov weke ariî (manewî) xurt be ku bikaribe di mercên girtîgehê de li ber xwe bide. Wê sala 2010ê ji bo hevalên girtîgehan bibe sala azadiya ariî (manewî), ez di vê bingehê de sala wan a nû pîroz dikim.

Heya Tekona Azadiya Jin Ney Biserxistin Tekona Sosyalzm, Demokras Azadiy Nikare Bigihje Serkeftin

Ji bo destek ji paketa destra bingehn re were dayn, div p guhertina zagona dij-teror were kirin. Heta guhertin ten tr nake, div bi temam were rakirin.Heya ev zagon ney guhertin ney rakirin, pwst e Kurd destek nedin v pakta li ser destra bingehn. Heta ji dayna destek j wdetir, div muxalefeteke her tund ji al Kurdan ve were kirin.

Herdu Al J Di Bin Kontrola Emerka De Ne

Ev deh sal in ku ez li vir her dibjim, ez ti xebatek li naverast nabnin. Ev reweke kevneop ya ep e. Hinek tit jiber (ezber) kirine her wan titan dubare dikin. Min li vir hewleke pir mezin da. Min li v der Stalnzm qat bi qat ferseh bi ferseh derbas kiriye min ramaneke wisa ku bibe mal chan hilberandiye ango min ramana xwe kiriye.

Dema Em Dikevin 12. Salvegera Komploy, Komplo Vala Hatye Derxistin

Ez ji v der d dikarim mizgn bidim gel me. Dema em dikevin 12. Salvegera komploy, ev komplo vala hatiye derxistin. Ev misoger hatiye tgihtin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]