18.12.2017

Wateya Newroz Ji Bo Gelan iye?

Newroz ne ten prozbah, ne ten cejin, ne ten sal vegere. Newroz ji bo gel Kurd roja berxwedan, azad roja hebn ye

 

 

 

 

Rûge AVAÎN

Newroz di destpêkê heya niha, ji bo gelê Kurdû gelê Rojhilata Navîn wek mîlade kê em dikarin bigirin dest. Bi taybet ji bo gelê Kurdroja Newrozê weke ku xwe ji bindestî û ji pergala koledarî rizgar kirin e.

Dema em li armanca derketine roja Newrozê dinêrin bi taybet di milê dîrokî de, em dibînin ku bi pêengiya Kawa yê Hesinkar gelan ji zilim û zordarî ya Dehaqan azadiya xwe bi dest xistine û di wê rojê de serxwebûna xwe îlan kirin e. Her wiha dema em hinekî din dîrokê lêkolîn dikin û li ser dihizirin, em dibînin ku ev rastî heya Zerdet diçe.

Li gorî lêkolîn û nêrînên ku dîrok nas didin diyar kirin; Zerdet roja ku pêxamber tê îlan kirin 20-21 ê Adar’ê ye. Dema Zerdet ji ikefta sebêlan(cihê ku Zerdet bi salan di vê ikeftê de maye û li ser rastiya civak, kes, xweza û pirsgirikên heyî mijûl bûye û hiziriye, di encamê hizrandinên bi salan de felsefa xwe pê xistiye.) derdikeve û tê ber çemekî avê li wir tê pîroz kirin û pêxember tê îlan kirin.

Dema ku em felsefe û baweriya ku Zerdet pêxistî lêkolîn dikin, tê dîtin ku Zerdet pir girîngî dide agir, gelek pîroz û watedar di bîne. Zerdet agir wek paqijiya jiyanê digire dest. Bi kurtahî em dikarin bêjin ku agir di jiyana gelê Kurdde cihekî xwe yê girîng heye. Roja Newroz û agir hev temam dikin. Her wiha Newroz sarsala gelên Arya yî ye.  Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye nîanêya yekîtiya çand û dîroka gelan. Ev roj wek ser sal girtine dest, pîroz kirine û heya roja me anîn di nava gelan de buyê kevneopî, çand û dîroka berxwedanî ye.

Her wiha dema ku em li sîlsîleya dîrokê temae dikin, em dibînin ku, di destana Kawayê Hesinkar de roja 20-21 î Adar’ê di heman demê de rizgar kirina gelê Kurdji bin zilim û zordarî ya Dehaqan e.  Li gorî destana ku hatiye nivîsandin em dibînin ku bi kutina Dehaqê zulimkar re agirê rizgarî û azadiyê li hemû çiya û cihên herî bilin tê pêxistin. Di wî demê de jî wateya pêxistina agir, nîanê ya rizgar kirina gelê Kurdû bi dawî anîna zilimê ye. Di sîlsîle ya dîrokê de, Newroz bûyê remza serkeftin û berxwadaniyê .

Hevalê Mazlûm, hevala Ronahî û Bêrîvan, Rewen û Zekiye berdewama vê dîroka berxwdaniyê ne. Agirê azadiyê û berxwedaniyê her dem di dilê gelê Kurdde hatiyê jiyan kirin. Her çiqas ji aliyê neyaran ve bi sed salan hewildan çêbûye ku vî agirî di nava dilê kurdan de bitemirînin û jiyanê li wan tarî bikin jî lê di vê derbarê de bi çi ewayî nikarîne serbikevin. Di be ku pir caran agirê serxwebûn û azadî ya gelê Kurdhatibe têfeandin jî, lê belê bi cirûskên ku di nava xweliyê de veartî mayî, ji nû de bûn pêten agir û ge bûn. Berxwedanî ya ku di salên 70 û vir de, pêketina çalakîyên berxwedanvanên Newrozê ên wek heval Mazlûm, Ronahî, Berîvan, Rewên, Zekiye û serhildanên gelê Botanê nîaneya ve berxwedana dîrokî ye.

Agirê  Newrozê bi berxwedanî ya van hevalan îro di hemû qadên Kurdistanê û ji derveyî Kurdistan bi hezaran, bi milyonan mirov anîn gel hev, bi sedan rengan yek îrade, yek deng dan ava kirin. Hem gelê Kurdku bi salan bû nikarîbûn Newroza xwe azad pîroz bikin hem jî ji bo yekîtiya gelên kurdistanî û Rojhilata navîn îro bûyê bingeh û di vê roja pîroz de hatina gel hev agirê azadiyê pê xistin pir dîrokî û watedar e. Dehaqên ku di roja me de azadiya gelê Kurdasteng dikin û zarokê kurdan zîndanî û qêtil dikin çi ferqa xwe ji Dehaqê ku li gorî efsane bi xwarina mêjiyê zarokên kurdan nexweiyên xwe derman dikir nîne. Dema em dîrokê dinerin em dibînin ku her dem li ser zarokên kurdan êrî hatine kirin.

Newroz ne tenê pîrozbahî, ne tenê cejin, ne tenê sal veger e.  Newroz ji bo gelê Kurdroja berxwedanî, azadî û roja hebûnê ye. Di roja hebûnê de, hebûna xwe dane diyar kirin û xwedî hebûna xwe derketin girîngî û wateyek xwe dîrokî heye. Xwedî derketina Newrozê di heman demê de xwedî derketina li nirxên xwe yên civakî, exlaqî û polîtîk e.

Pêvajoya ku Rêbertî di Newroza 2013 an de daye destpêkirin û di roja Newrozê de, ji gelê Kurdû ji tevahî cihanê re daye diyar kirin wateyê xwe ya dîrokî heye. Dîroka ku hatibû winda kirin di wê rojê de dubarê hat nûjên kirin. Her kesê ku ew nûjênî di hest, raman û hizrên xwe de jiyan kirî wê rojê gihitibûn hev. Di serî Amed, li tevahî Kurdistan û ji derveyî Kurdistanê bibûn yek deng û awaz. Melodiya ku di wê rojê de dihat gotin melodi ya azadî, daxwaza serxwbûnê, qirîna hebûnê bû.

Di Newroza îsal de jî ev melodî û awaz wê pêl bi pêl mezin bibe wê xwe bigihîne hemû cîhanê. Edî gelê Kurdû Kurdistanî li ku derê be bila bibe pêwîste Newroza 2014’an wek final bigire dest wisa tevlî bûnên xwe bidin çêkirin. Her rojên ku em jiyan dikin dîrokî û jiyanî ne. Lê belê îsal gelê Kurdwê qêdara xwe bide diyar kirin. Em di navbera bihut û dojehê de sekînîne. Ji bo vê jî her gavên ku em di avêjin wê pêeroja gelê Kurdû gelê Rojhilata Navîn  bide diyar kirin. Niha titekî ku em wek kes winda bikin nemaye, lê belê ger em hemû berjewendiyên xwe ên kesî ku dikeve xizmeta neyarên kurdan,  dest jê berdin, xwedî nirxên xwe, dîroka xwe, rûmet û hebûna xwe derkevin we demê bihuta ku gelê Kurdistanî, gelê Tirkiyê xwe bigihîne heye. Ji derveyî vê em nikarin jiyanek din ji xwe re bi pejirînin û hilbijartinên cuda bikin. Di demek wiha dîrokî de ji bo azadî û hebûnê pêwîstî bi yekgirtin heye. Têkoîn û berxwedanî ya li hember bê mafî, bê dadî yê pêxistin û li hember pergala desthiladar û ked xweran xwe bi vîn kirin û xwe dî li azadiya xwe derketin girîng û jiyanî ye. Eger em dixwazin zarokên me, ciwanên me azad jiyan bikin, wê demê kesek bila ne bêje ez nikarim. Ev erk li ser milê, her kesên ku dibêje ez kurdim, ez mirovim û ez xwedî exlaqim, wê demê pêwîste di vê pêvajoyê de ji xwe re sekin qêbûl neke. Jiyanek ji derveyî vê pejirandin û jiyan kirin tê wateya her roj zindan, her roj komkojî, her roj jiyanek bê rûmet bê nirx, bê dîrok û bê wate jiyan kirinê.  Newroza 2014 an fînala têkoîn û rizgariya gelê kurd, gelê Kurdistanî û gelên Rojhilata Navîn e. Ev di deste me hemûyan de ye. Pir reng û yek deng wê gelên azadîxwaz ber bi azadîyê ve bibe. Pewîste em di vê bawerî ye de bin.

Sstema Jiyara Demokratk

Em j droka dijber droka hey dinivsnin. Ji ber ku ew kesn dijbertiya dewlet kirine, zdetir li gor cewher civak tevgeriya ne.

Ernesto Che Guevara

W ax d li piya wan ten riyek bimaya. Ev j heta dawiy erkirin b.

Di Avakirina Xweseriya Demokratk De Girngiya Aboriy -2

ro di apartmanek de end malbat hevdu nasdikin? Gelek km! Eger em kevneopiyn xwe bnin bra xwe, w dem ka em div komn koperatfan awa ava bikin, w derkeve hol. Ew apartman belaya ser civak xwezay ne.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]