18.12.2017

Di Avakirina Xweseriya Demokratîk De Girîngiya Aboriyê-1

Ev erdnîgarî û xwezaya ku bi hezaran salan bi milyonan mirov xwedî kiriye, di van sih-çil salên dawiyê de tê kuştin. Çare çi ye?

 

 

 

 

Rêzan ÇIYAYÎ

Mijara me mijareke jiyanî ye ûgirîng e. Her çiqas heya îro di rojeva me de cihê xwe yê hewcenegirtibe jî, ewê jiîro pêve dirojeva me de cihekî sereke bigre. Wekî gel, hemû rêxistin û saziyan jî ev yek di rojeva mede ye. Di rojeva gişti gelên Kurdistanê de ye. Xweseriya demokratîk gelek hatiye pênasekirin. Dîsa jî eger embihevokekê pênase bikin; bêyî ku mihtacêdeverêndîtir be di hemû war û kêliyên jiyanê de pêwîstiya xwe dabînkirin û xwe bi revebirin e.

Bêguman di avakirina xweseriya demokratîk de cîheke taybet a pergala aboriyê heye. Gotinekepêşiyên me Kurdan heye, dibêje ku;“Yên bi zikê xwe bihêzên derekî ve girêdayî bin, ne pêkane ku bi mêjiyê xwe azad û serbixwe bin.”Evpêşbînî gelek girînge. Li vê derê wate ne tenê xwarin u vexwarine. Kî di warê jiyanî de bihêzênderekîve girêdayî be, ji hêla mejî, ango hişmendî ve siyasî, çandî û di hemû warên jiyanê de nikare xweser û azad be.

Berî her tiştî, ji bo berdewamkirina jiyanêya hemû zindiyan -ne bi tenê mîrov- sê xalên bingehîn hene. Yayekemîn, ji bo berdewamkirina jiyanê xwe xwedîkirinpewist e û gelekîgirîng e.Ya duyemîn, xwe zêdekirin e û ya sêyemîn jîxweparastine. Parastina cewherî ye. Di xwezeya zindiyan de, her cure zindîli gorî xwezaya xwe pêwîstiya xwe pêk tîne. Dema ku nikaribe pêwîstiya xwe pêk bîne wê demê tine dibe.

Civaka mirov wekîxwezaya duyemîn ji zindiyên dîtir cuda ye. Civakbûn hêza herî mezin e ku mirov jî dike xwedî hêz. Ji bo civaka mirovan pênaseyekewekî zindiyên dîtirnayê kirin. Ji ber ku mirov bi tena serê xwe gelekî lewaz e. Çêlikên hemû sewalan piştî zayînêdi demeke kurt de radibinserxwe û pewîstiyên xwe yên jiyanî dabîn dikin. Lêbelê çêlikênmîrovan demeke dirêj divê ji aliyê hinekan ve were xwedîkirin, paqijkirin û fêrkirin. Ji ber vê yekê mîrov tenêbi serêxwe bi kêrîxwe nayê. Mirov bi civakbûna xwe mirov e. Ji bo civaka mirovan jî xwe xwedîkirin, zêdekirinû parastina cewherî heyatî ye. Berdewama jiyanêbêyî dabînkirina van pêwîstiyan ne pêkan e.

Xeseriya demokratîk egertenêdi warê siyasîde sînordar bimîne, wê gelek kêm be. Di warê siyasî û îdarî de xwe rêvebirin bi tenêtêrê nake. Wekî gel kevneşopiya xwe, çand, folklor û hemû tişten xwe zindi bikin û bidin jiyankirin jî têra vê yekê nake, ango xweseriya çandî bi tenê jî têrênake. Bi heman şêwazêdiwarebirdozi û hwd. de em dikarin gelek nêrînên baş û xweş pêşbixin. Lê belê dîsa jî wê têrê neke. Berî her tiştî ji bo berdewamkirina jiyanê aborî pewîste. Gotina ku dibêje “Aborî çavkaniyajiyanêye”neaxaftineke ji rêzê ye. Bê guman aborî çavkaniya jiyana civakî ya heri girîng e.

Ji bo bi awayekî serkeftî avakirina xweseriya demokratîk, avakirina pergala aboriya komûnal û xweser bi rolekî diyarker dadibe. Wateya xweseriya aboriyê çiye? Gelo xwe ji hemû dinyayêîzolekirin, xwe dorpeçkirin û ji gelên cîran, ji aboriya derve xwe qutkirin e?Bêguman bersiva van pirsan ‘na’ ye. Wê demê çi ye? Berî her tiştî, xweseriya aboriyêbêyî ku neçarî derve bibin, bi hêza cewherîafirandina pergala dabînkirina hemû pêdiviyên jiyanî ye. Ne bi tenê xwarin û vexwarin e;hemûpêdiviyên madî, manewî, çandî, hunerî,folklorî, werzişîû hwd. e. Ango, bêyî ku mihtacîderdor bibe, pêşxistinaaboriyeketêrker e ku karibe xwe û derdora xwe bijîne.

Wateya vê çiye? Berî her tiştî, li derveyîçandinîû xwedîkirinasewalan em dikarin çi bikin?Hemû beşên aborîû hilberînêdi bin banê xweseriya demokratîk de ye. Heta ji bo afirandinahunerên demê jî aborî pewîst e. Ji bo ve yekê heya komek, gelek an netewek di warê aborî de têra xwe neke, ne pêkan e ku karibe azad bijî û azad hezbike. Ji bo vêjî di avakirina xweseriya demokratîk de, herî kêm bi qasîgirîngiya avahîsaziyên siyasî, çandî, hunerî, ragihandin û hwd, avahîsaziya aboriyêjîgirîng e.

Ji bo avakirinapargala aboriyê, di şert û mercên Kurdistanê deavakirin û vegera ligundan, zindîkirina çandiniyê, xwedîkirinasewalanû teknolojî an jî teknîkek ku ne di xizmetakedxwarîû dagirkeriyêdebe anîna cemhev û hunandinekerasterastpewiste. Pergala aboriya komûnal û ekolojîk tenê bi vî rengîpêkane.Pêdivî bi vê heye an na? Bi ya min, ji nan û avê zêdetir pêdivî pê heye.Ji ber vê rastiyê, divê bişêwazeke wisa bê hunandin ku rê li ber yekdestdariyê, kedxwarîûqezenceke bê pîvan ûpêşbirkekî kedxwariyêveneke. Eger ku ev nebin wê xweseriya demokratîk jî nîvçe bimîne.

Lêev bi çipekane? Pirsa bingehîn ev e. Girîngî an jî rolakoperatîfan di vir de derdikeve hole. Di avakirina xweseriya demokratîk de, di warê civakîû siyasî derolü girîngiya komûn, meclîs û konseya bajaran çi be, di avakirina xweseriya aboriyê de, di pergala aboriya ekolojîkû komûnaldejîrolakoperatîfanew e.

Bi qasî 4500 gundên me hatine şewitandinû valakirin. Gelek gundên me jialiyêdewletûcehşan ve hatine desteserkirin. Em bihesibînin ku îroem vegeriyangundên xweû hemû zeviyên me jî dane me an jî me ji wan sitand, di encam de herkes wêkaribe bi sere xwe çandiniyê bike an na? Wê çiqas karibin bi rengekîhilberînertevbigerin?

Ev pirs û bersivên van pirsangirîngin. Ji ber ku diencama van kiryaran de bi mîlyonan gelê me koçber bûne. Di bajarande ji kedê an jî herî kêm ji çanda çandiniyê, ji çanda xwedîkirinasewalan dûr ketine. Nifşêku nû mezin bûye ji zimanê axê, ji zimanê sewalanfêm nakin. Di bîreweriya wan de cîheke şênber ya gundan tine ye. Avakirin û vegera li gundan tê wateya bi milyonan gelê me yê ku hatine koçberkirin wê di avakirina pergala aboriya komûnal de cîh bigrin. Bi kîjan rêxistin an jî pergalê emê wan bikin avakerê pergala aboriya ekolojîk, komûnal û demokratîk? Bersiva vê pirsê gelekî girîng e.

Bêguman ji bo vê yekê rêxistin bûneketêrkerpewîst e. Dibe ku zeviyên min bîst donim, zeviyênkesekî din jîduseddonim bin. Pirsgirek di wir de nîne. Milkêherkesî bila jêre be. Lê divê bi rengekîhevbeş hilberîn were bipêşxistin. Di hilberînêde bi qasî şêwazên zanistî, divê ewqas jî ezmûn û serpêhatiyênrusipîûporsipiyên xwe esas bigirin. Li ser vê axê çi baştir tê hilberandin? Cihê ku pewîstenîsk, nok, cehû genim were çandin cuda ye, cihê ku pewîste em fêkî biçînin cuda ye. Angoli ser kîjan zeviyê, kîjan xakê çi baştir şîndibe esas e? Divê ev bênetespîtkirin. Divê hemû bihevre bikevin xebatên hilberînê. Piştî evqas koçberî, penaberî û malwêraniyê di gundekî de çend malbat wêkaribin ji bo xwe alavên cotkariyê an jî keriyek pez bikirin? Zehmete! Lê eger em hêza xwe bikin yek, xwe bi rengê koperatîfanbirêxistin bikin, emê karibin bi qasî pêdiviyên xwe alavanbikirin û bihevre bikarbînin. Di heman demê de berhemên xwe jî bêyî ku biçe ber destê komîsyonxor û kurtêlxoran, rasterastbigihînin gel. Ango emê bazara xwe jî ava bikin. Wê di asta qezencek kêm–bi qasî têra pêwendîdaran bike- de be û wê di asta sermayeyek zêde de nebeû li ser vê yekdestdartîpêşnekeve. Di heman demê de wê ji bazara taybet re jî rê hebe.

Eger ku em heya astekê van xalên ku hatine destnîşankirin pek bînin, çi pêdiviya gelê me hebe li temamê Kurdistanê wê bi hêsanî were dabînkirin. Bi tenê di warê çandiniyê de were pêkanîn, li beriya (deşt) Rihayê, Amedê, Mûşê, Hewlêrê, Ûrmiyê, Efrînê û hwd. em dikarin bi qasî ku hemû Rojhilata Navîn bi xwedî bikin berhem bidest bixin. Ji bo vê yekê çi pewiste? Di zihniyet û ramanê de pejirandinahilberînekî komûnal, jiyanekî hevbeş û bihevre pêwîst e. Me çiqas di warê zihnî de xwe amade kir, emê di warê jiyanî de jî ewqas pêkhênerbin. Raman, ziman û çalakî divê hevdû temambike.

Piştî Erdheja Wanê Pêwîst Bû Koperatîf Bihata Avakirin

Di ser erdheja Wanêde sê sal derbas bûn.Gelême yê Wanê lihemberîgermayahavine û seqemazivistanêli berxwedide. Çav li destêdewleta dagirkerê Tirk û TOKÎ ye da ku ji wan re xaniyançêbikin.Ji wê dewleta dagirker ku ji felaketên xwezayîyê bi serê me detên jîberpirsiyareemê çi hêvî bikin?Yê ku qirkirina çandî, siyasîû civakîli gel komkujiyênfîzîkî li ser me dimeşîne ma ne evdewletadagirkere? Belê! Yê ku ji bo me bi birçîbûnê terbiye bike qirkirina aborî pek aniye jî ne heman dewleta dagirker e? Dîsa ez dibêjim belê. Eger bersiva we jî “belê” be, wê demê em ê ji vê dewleta dagirker çi hêvî bikin? Em jiçavkaniya jiyanê dûrxistine. Em ji xakaxwe, xwezaya xwe hatine dûrxistin. Tekiliya me ûcîranên me ji hev qutkiriye. Civakbûna me perçe kiriye. Heta bimalbatên me perçe kiriye. Ji ber vê yekê em nikarin ji dewleta dagirker hêviyan bikin.

Eger ku gelê me li Wanê bihata cem hev, çend koperatîfênçêkirinaxaniyanavabikirana û wekî avahiyên herî bi tendurist û erzan bi kerpiçanxaniyen xwe çêkirinamihtacê kesê nedibûn. Pewîstiya wan bi tiştên dîtir jî nedibû. Çavrêyî dewletê jî nedibûn. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta dagirker berî her tiştîbi zîhniyeta meya aboriyê lîstiye. Dagirkerî afirêneriya me ya aboriyê ji destê me girtiye. Pêwîst e zîhniyet û afirêneriya ku dagirkeriyêlawaz kiriye ji nûve were tevgerkirin û xurtkirin.

Şaredarî jî dikare erdên ku liser avahî bêne çêkirin bê pere bide gel û ji bo çêkirinaxaniyan jî alîkariyêbirêxistin bike. Gel jî dikarîbû hêza xwe bike yek û bi koperatîfan ji xwe re avahiyên nû avabikira. Bila avahiyên me ji kerpiç bûna. Kerpiç ji xaniyên beton yên ucûbe, bêtendirust û xwezayê xirab dike hezar qati baştir bûn. Di erdhejekî din de jî wê zirara wî kêmtir bûya. Heta, bi pêşengiyaKomiteyên Aboriyê ya KCD û hwd. koperatîfên bi vi rengi avakirin îro jî erkeke girîng e. Divê tapûyên avahiyên ku werin çêkirin jî li ser navê jinan were çêkirin û liwan bênebelavkirin. Ji ber ku yên ji aboriyê fêmdikin, aboriyê pêşdixîn û pêşeroja zarokên xwe amade dikin jin in.

Koperatîfên Av û Elektrîk ê

Aborî karê jinêye. Lê bele yêku li ser aboriyê hukim dike zilame. Ev nakokiyeke giran e. Çareseriya vê nakokiyê, bi pêşxistinazîhniyeta karê hevbeş ve pêkan e. Ew jî divê ji xwecihî destpêbike. Em ava xwe ji dewletê ango ji şaredariyêbi pere dikirin. Av ne ya dewletê an jî ya ti sazî û kesê ye. Av malê civakê ye. Heta ne ya civakêbi tenê ye jî. Av a hemû zindiyan e; ya xwezayê, sewalan û mirovan e. Başe, çima em vêavê bi pere dikirin? Ji ber ku em ne xwedî tevgerin; ne birêxistinin. Ji ber vê jî av bipere tê firotin ûbê hesab tê xerckirin. Tê zanîn ku av ji petrolêgirantir û binirxtir e. Stratejîst dibêjin di 15-20 salên pêşiya me de şerê giran êdî ne li ser petrolê, wê li ser avêrûbide.

Divê em li avaxwe xwedî derkevin. Di heman demê de divê bê pîvan jî neyê bikaranîn. Eger em bi pêşengiyajinankoperatîfên belavkirina avê, elektrîkê û hwd. damezirînin û li gel rêvebiriyênherêmî bihevre birêve bibin, wê ev pêdiviyên gel erzantir werin dabînkirin. Di heman demê de wê xerckirina wan jî kêmtir be. Heta bi qasî pêdiviyên malê divê bê pere be. Ev yek ne xeyaleke xweş e. Eger em xwe birêxistin bikin wê bi hêsanî pêk were. Koperatîfênçandina daran, paqijkirinahawîrdor, çandinî, xwedîkirinasewalan, veguheztinarêwiyan û hwd. werin damezrandin, li Bakurê Kurdistanê pirsgirêkên bêkariyênamînin.

Şaredariyên di destê welatparêzandejî divê di pêşxistin û birêxistinkirinakoperatîfên çalak û bibandor de rênîşander bin. Kar û barên van koperatîfanhêsan bikin. Karên ku didin şîrketên taşeron, divê bi destê van koperatîfên gel werin pêkanîn. Hemû karên şaredariyan wê erzantir werin kirin û di heman demê de pirsgirêkên bêkariyê jî wê werin çareserkirin. Li ber pêkanîna vê yekê ji bilî me ti astengî nîne. Divê feraseta bikêrîxwe hatinê pêş bikeve.

Bi vê ferasetê, di hemû warênjiyanê de em dikarin hemûkar û barên aboriyêbi koperatîfanbirêxistin bikin. Bi vîrengîberhemên ku tênehilberandin jîbêyî kunavbeyinkarhebin, rasterastbigihînin destê gel.Di heman demê de, ji hemûaliyan ve pêşxistinaxizmetguzariyêjî mijarekî rêxistinkirinê ye.Karên hilberînê bi xwezayêre di nav hevsengiyekê de,bêyî ku xweza,ax, av û hewaya me jêzirar bibîne heya dawiyê divêekolojîk be. ÎrohemûbeşênKurdistanê bi navê hilberînaendûstriyela kapitalistantê wêrankirin.Axa herî bi berhem di nava çend salan de wekîsehrayê lê tê. Ev erdnîgarî û xwezaya kubi hezaran salan bimilyonan mirovxwedîkiriye, di van sih-çil salên dawiyêde tê kuştin. Çare çi ye? Çare afirandinazîhniyeta aboriya komûnal, ekolojîk û demokratîk e. Tişta serekeku pewîstiya me pê heye ne pere û ne jîsermaye ye;zîhniyeta parastina jîngeh, karê hevbeş –ango komûnal- û bihevre xwe birexistinkirine.

Di jiyana gundan de heya demeke berê yanêzîk jî jiyana komûnal berdewambû. Payîzanhemahemalihemûgundan dahndihatkelandin. Beroşûteştêndahnê yên mezin malê gund bû. Malên gund diketin rêzêû bi dorêgenim dikelandin. Dûvre jî dikutan, dihêran û bi vêsavar, dahn, û hwd. çêdikirin. Di kelandin, kutan û hêranadahnî de hemû ciwanên gund bihevre, bi dorê hemû karên gund dikirin. Ji vê xweştir jiyana hevbeş li ku derê heye? Jiyana dêû bavê xwe, bapîrê xwe bînin ber çavên xwe; ji wan bipirsin, ka wan çawa jiyankiribûn. Eger em wê ferasetê ji nûve zindî bikin,emê avakirina koperatîfan jî baştir fêmbikin.

Sîstema Jiyara Demokratîk

Em jî dîroka dijberê dîroka heyî dinivîsînin. Ji ber ku ew kesên dijbertiya dewletê kirine, zêdetir li gorî cewherê civakê tevgeriya ne.

Ernesto Che Guevara

Wê çaxê dê li pêşiya wan tenê riyek bimaya. Ev jî heta dawiyê şerkirin bû.

Di Avakirina Xweseriya Demokratîk De Girîngiya Aboriyê -2

Îro di apartmanekê de çend malbat hevûdu nasdikin? Gelekî kêm! Eger em kevneşopiyên xwe bînin bîra xwe, wê demê ka em divê komûn û koperatîfan çawa ava bikin, wê derkeve holê. Ew apartman belaya serê civak û xwezayê ne.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]