20.10.2017

Çima Komîsyona Aboriyê?

Dewlemendiyê heyî ji van axan digrin û ber bi welatê rojava ve dibin. Gelên li ser van axa jî mihtacî serdestên ku ji aliyê van serdestan de hatine erkdar kirine dibin. Civak wek parseka destê xwe ji dewletê re vedike.

 

 

 

Mustafa TOPRAK

Her zindiyek ji bo jiyana xwe bidomîne pêwîstî bi sê pêdiwiyên binhehîn dibine. Ev jî, xwe têr kirin, xwe parastin û xwe zêde kirin in. Ev her sê pêdiwî di her zindiyê de xwe cuda dide der. Her zindiyek li gor şert û mercên xwezaya ku têde dijî şikil digre. Her zindî ji aliyê xwezayê ve bi gelek derfetan hatiye xemilandin. Em ji kevirekî bigrin heya nebatekî, dîsa ji ajalekî heya mirovekî ev wusa ye.

Di nav her sê pêdiwiyan de xwe têr kirin an jî debara xwe kirin çawa ji bo her zindiyek di astek jor de girîng be, ji bo mirov û civakê jî pir girîng e. Çawa? Ger em dibêjin ‘civakîbûn mercê hebûna mirove’, wê demê aborî jî mercê hebûna civakê ye. Bêyî rêxistinkirina aboriyê em nikarin ji civakek bi tendirûst behs bikin. Di civaka xwezayî de aboriya heyî heya dawiyê em dikarin bibêjin ku rast û li gor xwezayê bû. Ger em li aboriya îro ku li ser mirovan tê ferz kirin binêrin emê vê rastiyê hê baştir bibînin.

Mirovê civaka xwezayî, dizanî bû ku ‘ji bo bijî pêwîste debara xwe bike.’ Lê heman mirovî dîsa baş dizanî bû ku debara xwe ji xwezaya têde dijî dike. Ji bo wê jî dema nêzî xwezayê dibe pêwîste bi rêz nezîkî bibe. Li gor pêwîstiyên xwe, ne kêm ne zêde, bi qasî ku xwe bide jiyîn û zirarê nede derûdora xwe digirt. Bi qasî ku digirt, ji xwe jî dida. Nêzîkatiya mirovê civaka xwezayî di çerçoveya ‘ez ji nav vê xwezayê derketim, ezê dîsa bi vê xwezayê re bibim yek’ bû. Ango xwe ji xwezaya heyî qût negirtina dest bingeh bû. Ji ber vê jî xweza wek dayik, xwe jî wek zarokê vê dayikê didît û bê rêzî nîşan nedida. Hevsengiyek wusa ku hev temam dike, tune kirin di nav de nîne hebû.

Lê bi derketina pergala hiyerarşik û dewletparêz re em dibînin ku ev nêzîkatî berovajî dibe. Çawa ku îro pergala kapîtalîst bi polîtîkayên aboriyê civakan dixe bin bandorê xwe û berjewendiyên xwe bi cih tîne, di derketina destpêkê a pergala serdest de qada ku herî zêde êrîş û lîstok li ser dihat kirin aboriya civakê bû. Em ji ku derdikevin rê? Di civaka xwezayî de, bi taybet jî di civaka neolîtîkê de jin pêşenga civakê bû. Her kes bi rêz nêzî jin dayikê dibû û reveberiya jinê xwezayî qebûl dikir. Aborî jî yek ji karê herî bingehîn ê jin-dayikê bû. Ê ku civak di milê aborî de rêkûpêk dikir, debara civaka bi cih dianî jin bixwe bû. Sedemên vê ê cûrbicûr hene. Lê sedema herî destpêkê yekbûna jinê bi axê û xwezayê re bû.

Ji ber vê sedemê pergala hiyerarşik û dewletparêz destpêkê dest avête jinê û nirxên jinê avakirine. Aborî jî yek ji van nirxên ku civakê li ser piya dihişt bû. Ger jin û aboriya ku bi destê jinê tê pêşxistin bê rûxandin û li gor xwe şiklek bê dayîn per û bazkê wê civakê dişike û ew civak bê parastin dimîne. Civakek di milê aborî de ketibe di her milî de ji êrîşên pergalê re vedibe. Disa rêxistina jinê û aboriya civakê çiqas bi hêz û têra xwe bike ewqas li hember êrîşan dikare xwe biparêze û xwe bide jiyîn.

Di roja me ya îro de bi pergala kapîtalîst re civak ji cewherê xwe derxistin gihîştiye asta xwe ya herî jor. Jin buye metayek di destê zilamê serdest de. Di bazaran de, li ser dezgehan wek malekî tê pêşkeşkirin. Her beşê civakê ji hev hatiye qûtkirin û heya dawi takekesî di pêşde ye. Dîsa talan kirin û rûxandina xwezayê jî bi qasî ku îro tê jiyîn di tu dema de pêş neketibu. Mirovê ji xwe ango rastî û cewherê xwe dûr ketî, ji xwezaya xwe biyanî buyî bêgoman wê bibe pêlîstoka destê serdestan. Di her serdema pergala hiyerarşik û dewletparê de sedema sereke ya êrîşên serdestan aborî ye. Bi gotinek din, dewlemendiyên civaka ji bo xwe girtin û xwe li ser civakan wek Xwedê dayîna jiyîn e.

Em rastiya heyî îro bi taybet li Rojhilata Navîn pir baş dibînin. Îro Rojhilata Navîn buye navenda êrîşên serdestan. Ji bo dewlemendiyên li ser van axan ji bo xwe bibin çi qirêjî namîne ku li ser civaka Rojhilata Navîn pêş naxin. Di milê siyasî, çandî, leşkerî, hûnerî û aborî de her cûre şêwazê qirêj dixin meriyete. Li gor dema ev şêwaz diguherin. Şêwaz çibe, çawa be ferq nîne. Di encam de tişta ku serdestan ji xwe re kiriye armanç dewlemendî, derfet û destkeftiyên di destê van civakan de girtin û xwe li ser van mezin kirine. Hişmendî li ser vî bingehî ye. Tu kes nikare vê îdîa bike; ABD, Îngîltere ji bo berjewendiyê civakê Rojhilata Navîn dibe mûdaxilê hin tiştan. An jî Tirkî ji bo destkeftiyên civaka Surî êrîşê bi ser gelê Kurd de dibe. Tiştek wusa heya dawiyê şaş ku ji aliyê serdestan ve hatiye pêş xistine. Hê ji destpêkê de, dema destwerdanên serdestan a li ser Rojhilata Navîn çêbû, bi gotinên wek ‘demokrasî, wekhevî, aşîtî û azadî’ hatin. Civakê Rojhilata Navîn paşverû dîtin û gotin pêwîste ku ev civak bi medeniyetê re bên naskirin. Di rastiyê de kî paşverû ye îro hê baştir tê dîtin.

Bi kurtasî polîtîqayên tên pêşxistin hemû di çerçoveya berjewendiyê serdestan de ye. Dewlemendiyê heyî ji van axan digrin û ber bi welatê rojava ve dibin. Gelên li ser van axa jî mihtacî serdestên ku ji aliyê van serdestan de hatine erkdar kirine dibin. Civak wek parseka destê xwe ji dewletê re vedike. Bi vê civaka bixwe ve girêdidin û kengî bixwazin hingî di çerçoveya berjewendiyê xwe de bikar tînin.

Bêgoman Kurd û Kurdistan jî rojane para xwe ji van êrîşan, polîtîqayên qirgirinê digre. Hê di destpêka serweriyê de axên wek bihişt hatine penasekirin, piştre jî di pirtûkên pîroz de cihê ku wek bihişt nîşan dane ev ax bixwe ne. Ji bo wê jî di her demê de buye navenda êrîşan. Hertim serdestan xwestiye van axan bindest bikin.

Ev hewildana serdestan îro jî nesekiniye. Mixabin dewlemendiyê Kurdistanê îro jî bala hemû serdestan dikişîne ser xwe. Di vê derbarê de polîtîqayên pir taybet li ser Kurdan û axa Kurdistanê didin meşandin. Di milekî qirkirinên çandî, di milekî de tune kirin û tune hesibandin, di milekî de perçe kirin û îxanet di nav civakê de reşandin, di milê din de jî aborî û derfetên heyî ji bo serdestan herikandin. Ev hemu îro jî bi şêwazek herî vekirî li ser Kurdan û Kurdistaniyan tên meşandin. Projeya bi navê GAP ne projeyek biçûk û dem kurt e. Di serî de ji mirovan paqij kirin, bi bendevan, HES’an, qetilkirina daristanan, çêkirina xaniyên betonî ê bi dehan qat, xweza qirêj kirin, ajalên heyî tune kirin û dewlemendiyê heyî bêyî ku civak pê bihese birin, hemû di çerçoveya polîtîqayên qirkirina aborî de ne.

Bêyî ku em li derûdorê bizîvirin; heya ku civak xwe di milê aboriyê de rizgar neke, rêxistinbûnek rast ava neke û debara xwe bixwe, bêyî ku parsektî ji serdesta re bike pêş bixe nabe ku em behsa azadiyê jî bikin. Ev rastî pir vekiriye. Heya qada aboriyê bindest be civak di her milî de bindest e. ji bo wê jî pêwîste wek destpêk xwe di milê aborî de rizgar bike. Ji bo vê jî biryardarî, bawerî, hêvî û têkoşîn pêwîste. Tişta ku herî zêde modernîteya kapîtalîst pêş dixwe civak di milê moral de xistin, bê bawer kirin û ji hêza xwe a cewherî dûr xistine. Di vê hewildanê de armancê herî sereke manewîyata heyî pûç kirin û li şûna wê madîyat pêş xistine. Ji ber wê jî di serî de aborî, di her milî de ji bo civak xwe biparêzê pêwîste parastina cewherî rast fêhm bike û di wê derbarê de tevgerînek nîşan bide. Pêve girêdayî ji bo ku qirkirinên xwezayî bi dawî bike pêwîste ku civak bibe xwedî aboriyek rast. Ev jî aboriya komûnal e.

Aborî ne tenê ê hin beşan, koman anjî kesan e. Qadeke ku herkes xwe di nav de dibîne û pêwîste bibîne ye. Bi rastî jî ger em dixwazin civakek demokratîk avabikin, wê demê pêwîste ku em herî destpêkê aboriya xwe demokratîk bikin. Heya ku em di milê aboriyê de xwe rast rêxistin nekin û aboriyek bi rastî jî demokratîk û komûnal ava nekin em nikarin bêjin ku em ji bindestiyê xilas bûne û em azad bûne. Aboriya komûnal cewherê civaka exlaqî û polîtîk e. di vê ferasetê de “em hemû ji bo yek kes, yek kes ji bo her kesî, herkes ji bo her kesî” bi bandore. Ev cewherê civaka xwezayî ye. Bi rastî jî xwe gihîştandina asta civakîbûna demokratîk e.

Ji bo van hemuyan pêwîste ku di zihniyet de avakirinek pêş bikeve. Aborî ne tenê debara xwe kirin ango xwe têr kirin e. Di heman demê de bi hemû qadên jiyanê ê din ve bêyî ku bê qût kirin girêdayî ye. Ger em di vê mijarê de zelal bin em dikarin bibêjin ku êdî em dikarin bikevin rê. Lê pêwîste ku di feraset û nêzîkatî de zelaliyek bê avakirin. Ji ber di demê bihorî de ji ber zelalî nehatibû avakirin xeletiyên pir mezin hatin jiyîn. Ê ku digotin em li hember serdestan têkoşîn dimeşînin bixwe ketin bin bandorê serdestan û bi destê xwe dewlemendiyên civakê pêşkeşî serdestan kirin.

Ê ku wê di milê feraset û nêzîkatî de hê zêdetir zelalî avabike ev komisyona ku Rêber APO pêşniyar kiribu bû. Di nav heşt komîsyonan de komisyona aboriyê cihek xwe pir girîng heye. Heya Rêber APO ev jî bes nedît û got pêwîste ku konferansek jî bê lidarxistin. Di vê pêvajoya çareserî û mûzakereyan de xebatên komisyona aboriyê rast fêhm kirin û di vê derbarê de xwe rast tevlî kirin pir girîng e.

Di encam de wê ev komîsyon, tiştê ku serdestan ji destê civakan girtî ye, cardin wê bide civakê. Tiştê ku heya niha pê hatiye hunda kirin wê cardin pê bide nasîn. Rêka têkoşînê wê hê zelaltir veke û bibe ronahî li pêşiya mirovan.

Sîstema Jiyara Demokratîk

Em jî dîroka dijberê dîroka heyî dinivîsînin. Ji ber ku ew kesên dijbertiya dewletê kirine, zêdetir li gorî cewherê civakê tevgeriya ne.

Ernesto Che Guevara

Wê çaxê dê li pêşiya wan tenê riyek bimaya. Ev jî heta dawiyê şerkirin bû.

Di Avakirina Xweseriya Demokratîk De Girîngiya Aboriyê -2

Îro di apartmanekê de çend malbat hevûdu nasdikin? Gelekî kêm! Eger em kevneşopiyên xwe bînin bîra xwe, wê demê ka em divê komûn û koperatîfan çawa ava bikin, wê derkeve holê. Ew apartman belaya serê civak û xwezayê ne.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]