20.10.2017

Di Armanc De Zelalî Mîsogeriya Serkeftinê Ye

Demokrasi, azadî, wekhevî ji aliyê hin kes an derûdoran ve nayê dayîn. Hêvî û bendewariyek wusa vala ye. Dewlet, sazî û dezgehên dewletê qet van nadin. Ji ber hebûna dewletê û feraseta babiksalariyê bi nebûna van têgînan mîsogere

 

 

Dîren RONAHÎ

Îro kî/kê devê xwe vedike, tişta destpêkê ji zimanê wan derdikeve ‘demokrasî, wekhevî, azadî, aşîtî, têkoşîn û hwd.’ e. Bêgoman pêyvên bingehê xwe hê ji destpêka civakîbûnê digrin in. Bi wate ne. Lê em nikarin bibêjin ku di asta wateya wê de bilivkirinek rast heye. Ji ber dema em li rewşa cîhanê ku îro di nav lepên pergala kapîtalîzmê de bêhna wê hatiye çikandin dinerin rastî hê baştir derdikeve holê.

Di serî de li Kurdistan û li Rojhilata Navîn, bi giştî jî li hemû cîhanê niha ji ber hewildan û polîtîqayên tepisandin û kolekirinê ê pergala kapîtalîst gelek civak, kom, tevger û partî di nava hewildana xwe û civaka xwe rizgar kirinê de ne. Hewildanên bi wate ku pêwîste tevlîbûnak hê zêdetir ji aliyê herkesek ku ji xwe re dibêje ez mirovim û ji bo azadiyê têdikoşim ve pêş bikeve.

Lê mixabin rastiya tê jiyîn û tişta wek hewildan û xwestek derdikeve holê ne weke heve. Sedem çiye? Bingehê xwe ji çi digre? Çima hevsengiyek nayê avakirin?

Niha em ji dîrokê jî baş dizanin ku tevgerên di milê armancên xwe de ne zelal, di dawiyê de ketina bin bandorê pergala hiyerarşik û dewletparêz tişta hatiye jiyîn e. Ji ber gelek tevgerên ku di xwestin li hember pergalê têbikoşin, di milê armanc û amûran de tevlîheviyek jiyan kirine. Çawa?

Tişta ku ji bo serxistina armancê xwe wek amûr diyar kirine, piştî demekê ji ber ev ketiye şûna armanc, armancê esasî hatiye ji bîr kirin.

Ger îro ji peyvên wek demokrasî, aşîtî, wekhevî, azadî re weke kû tiştek ji milê hin kesan an derûdoran ve tê dayîn meyzekirinek hebe, sedemê xwe ji vir digre. Hê jî di milê hişmendî de tevlîheviyek tê jiyîn. Ev pir vekirî tê dîtin. Çawa ku li gelek cîhên cîhanê meyzekirinek wusa hebe, li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê jî ev xwe dide der. Di milê têkoşîna azadî û aşîtiyê de di nav civak û gelan de wek civakên Rojhilata Navîn bi taybet jî wek civaka Kurdistanê xwedî biryar kemin. Lê di encam de dema em li tiştê derketî holê meyzedikin em dibînin ku, rixmê ewqas têkoşîn û berdêlên giran, gelek caran bendewarî ji hin kes an dorûdoran xwe dide der. Bi rastî jî d wate dayînê de zehmetiyek tê jiyîn.

Ev rastî di têkoşîna jinê a li hember pergala babiksalarî ku xwe li ser nirx û avahiyên jinê dide jiyîn jî derdikeve der. Di vê pêvajoya ku em têde derbas dibin di milê destkeftiyên tevgera jinê de encamên mirov nikare biçûk bibîne derketine holê. Bê goman ev destkeftî encamê têkoşîna bi dehan, sedan, hezaran salan e. Piştî pergala hiyerarşîk û dewletparêz jin xist nav lepên xwe û di çerçoveya berjewendiyên xwe de bikar anî û şûnde gelek berdêl hatin dayîn ku heya têkoşîna jinê gihîşt vê astê. Bê goman li her derê cîhanê asta têkoşîna tevgera jin ne weke heve. Ev bi xwe jî pirsgirêke. Lê mirov dikare bibêje kû jin êdî di milê buyîna xwedî vîn de bi biryar e û bi ser pergalê de diçe.

Lê lewazî jî derdikevin. Lewaziyên derdikevin hê zêdetir di milê hişmendî de ne. Pergala kapîtalîzm ku îro bazara xwe li ser bedena jinê pêş dixe, ji bo ‘amûra wî a herî xweşîk’ ji dest neçe gelek hewildan dike. Di bin navê qaşo azad tevgerînê, mafên takekesî, parastinî, piştgirî û hwd. de jinan dikişîne ber bi xwe ve. Di vê çerçovê de gelek derfetan ji di afirîne. Bi kurtasî tişta pêşdixe xapandin û ber bi xwe ve kişandin e. Piştî ber bi xwe ve anî û bi xwe ve girêda hingî dikare pir rehet di çerçoveya berjewendiyên xwe de jî bikarbîne. Tişta îro tê jiyîn jî ev e. Pergala kapîtalîst kengî dixwaze xwedî li jinê derdikeve, dema naxwaze-dîsa di çerçoveya berjewendiyê pergalê de ye- jî di avêje nav lepê zilam û kevneşopên civakê. Di her dû milan de jî ya wunda dike jin bi xwe ye.

Di encam de tişta derdikeve holê tundî, zordestî, serdestî û tepisandina li ser jinê ye. Di kesayetê jinê de tepisandin û bêdeng kirina civakê ye. Ji ber dema em jinê pênase dikin em dibêjin ‘pêşeng û avakera civakê’ ye. Ev gotin ne sloganek e. Heya dawiyê rastiye, rastiyek pêkhatiye. Ji bo vê jî her êrîşa li ser jinê pêş dikeve di heman demê de li ser civakê jî pêş dikeve. Ango bindest kirina jinê tê wateya bindest kirina civakê. Dîsa azadiya jinê tê wateya azadiya civakê.

Îro tundiyek bê sînor ku li ser jinê tê pêş xistin heye. Ji milekî de malbat, di malbatê de bav, bira û hevser, di milê din de jî pergala heyî li ser jinê bi şêwazek hûr û kûr tundiyek dide meşandin. Carinan bêyî ku pê bide hesîn jinê dixe nav qefesa xwe a pola, carinan jî bi rêbazên zor û tepisandinê jinê ber bi quncikên tarî ve di avêje. Bê per û baz dihêle, parastina wê ji destê wê digre û bi her awayî mihtacî xwe dike.

Di malê de êrîş dike, di karde dest di avêjiyê, di sikakê de dev dirêj dike û di bazaran da nirx,bikar tîne. Bi kurtasî her warê jiyanê de jin dibe navendek polîtîqayên zilam û feraseta desthilatdariyê. Hêza jinê a cewherî ji holê radibe. Tine nabe lê têrî nake ku azad jî bijî. Di halê xwe de diperpite. Dem dem ji aliyê pergalê ve hin derî tên vekirin. Ev derî jî ji bo hê zêdetîr jin bikeve nav pergala heyî û di nav van pêkanînan de wunda bibe ye.

Ger em rojane li hin buyerên tên jiyîn binêrin û bi balî li ser bisekinin emê baştir vê rastiyê bibinin. Weke mînak; ‘dayikek ji aliyê kurê xwe ve hate kuştin, jinek ciwan bû qurbanê kevneşopan, jina ji aliyê zilamê xwe de tundî dîtî alîkarî dixwaze, ji aliyê polîsan de dest dirêjî û tundî li hember jinê pêş ket, jinek li nav sikakê de ji aliyê birayê xwe de bîst caran hat kêr kirin, li Amedê operasyona fuhuşê, zarokek sêzde salê bi zilamek pêncî salî re hat zewicandin û hwd.’ Ev rastî gelek caran dibe mijara rojnameyan, nûçeyên tv’yan, nîqaşên gelemperî û hin sazî û derûdoran. Bêgoman hin derûdorên ku bi rastî jî rewşa ku jin di nav de ye ji xwe re dikin xem hene. Nabe ku ji binî de bê înkarkirin. Di vê mijarê de gelek hewîldan û têkişîn jî pêş dikevin. Lê ger em werin mijara ku me di destpêka nivîsa xwe de anîbû ser ziman, emê bibînin ku ev hewildan, tevgerîn û têkoşîna pêş dikeve ji nav sînorên pergala heyî dernakeve. Ango armanc û amûr tên tevlîhev kirin û di encam de tişta derdikeve li gor berjewendiyê pergala kapîtalîst dibe.

Têgînên azadî, demokrasî, wekhevî pîrozin. Pîroziya wê jî ji civakîbûnê tê. Dîsa ê ku wateya van têgînan kûr dike jin e. Sekin, jiyan, tevlîbûn û hewildana jinê ye. Hê ji destpêka civakîbûnê de jin bi pergala xwe a civakî ev têgîn bêyî ku li ser bê nîqaş kirin ango bibe pirsgirêk rêkûpêk kiribû. Di civakê de, di nav hemû beşên civakê de ev bi şêwazek xwezayî, bêyî kû bi zorê an bi hewildanên cûda bê ferz kirin dihatin jiyîn. Ji ber hebûna civakê bi vê ferasetê mîsoger bû.

Îro jî ev rastî xwe li ser me ferz dike. Ji bo ev têgîn bigihîjin wateya xwe a rast ango bi cewherê xwe re bibin yek, pêwîstî bi azadiya jinê heye. Ev jî têkoşînek mezin dixwaze. Destpêkê jin, her beşê civakê di vê têkoşînê de berpirsyare. Ji ber wek me anî ser ziman “azadiya jinê azadiya civakê ye.” Lê bêyî ku xeteriyên bere hatine jiyîn dûbare bibin, bi şêwaz û amûrên rast, bi diyarkirin û zelalkirina armancên xwe encex evê mîsoger bibe. Ger têkoşîn bi baweriyê re, bawerî jî bi zanebûnê re bê yêk kirin hingî encamên derkevin jî wê cûda bin. Berovajiyê vê, ango ger zanebûn bi baweriyê re, baweriya hatî avakirin jî bi têkoşînê re bû yek wê destkeftî hê bi watetir bibin.

Bêyî kû destê xwe ji zilam re, ji dewletê re, sazî û dezgehên ku bi hişmendiya zilamê serdest ve hatine avakirin re vekin, bi hêza xwe a cewherî, bi tevgerîn û rêxistinbûnek rast jin wê hê zêdetir him xwe him jî civakê azad bike. Di vê mijarê de parastina xwe a cewherî xurt kirin-bi taybet li hember her cûre tundiya heyî- û di vê çerçovê de avahiyên ku ji zihniyet û feraseta zilamê serdest hatî rizgarkirin avakirin bêhtirîn encamên rast û destkeftiyên hemû civakê wê bi xwe re biherikîne wê derxe holê.

Demokrasi, azadî, wekhevî ji aliyê hin kes an derûdoran ve nayê dayîn. Hêvî û bendewariyek wusa vala ye. Dewlet, sazî û dezgehên dewletê qet van nadin. Ji ber hebûna dewletê û feraseta babiksalariyê bi nebûna van têgînan mîsogere. Ango bi valakirina naveroka van têgînan re mîsogore. Ji xwe îro ev têgîn ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatine berovajî kirin û pênaseyek nû ji b ovan têgînan hatiye dayîn. Bêyî ku li bende bê sekinîn, ji zilam an her avahiya bi feraseta zilamê serdest hatî xemilandin hêvîkirin wêdetir bi hêza xwe a cewherî ku azadiya civakê di nav xwe de di hewîne pêwîste tevgerîn pêş bikeve. Em di wê baweriyê de ne ku her jinek van mijaran dizane. Lê zanebûn têrî nake, ji xwe bawer kirin û di çerçoveya baweriyek xurt de ketina nav tevgerîn û têkoşînê pêwîste. Ti tişt nikare li pêşiya hêza rêxistin kirî bisekine. Tiliyek pir rehet tê şikenandin. Lê dema her pênç tilî bên gel hev ev dikare bibe kûlmek û zerbên mezin li ser serê pergala kapîtalîst bixe. Niha dem dema buyîna kulmê ye.

Sîstema Jiyara Demokratîk

Em jî dîroka dijberê dîroka heyî dinivîsînin. Ji ber ku ew kesên dijbertiya dewletê kirine, zêdetir li gorî cewherê civakê tevgeriya ne.

Ernesto Che Guevara

Wê çaxê dê li pêşiya wan tenê riyek bimaya. Ev jî heta dawiyê şerkirin bû.

Di Avakirina Xweseriya Demokratîk De Girîngiya Aboriyê -2

Îro di apartmanekê de çend malbat hevûdu nasdikin? Gelekî kêm! Eger em kevneşopiyên xwe bînin bîra xwe, wê demê ka em divê komûn û koperatîfan çawa ava bikin, wê derkeve holê. Ew apartman belaya serê civak û xwezayê ne.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]