20.10.2017

Rastiya Komplo û Sekna Rast

Rêber APO, di nav pergala Îmralî de rixme hemû şert û mercên xirab bi têkoşînek bê hempa û ser mirovî ew encamên ku komploya navnetewî dixwest avabikê vala derxist.

 

 

 

Songûl ŞAHÎN

Komploya ku hebûna xwe dispêre kevneşopiya serdestiyê, ji destpêka dîroka serdestan heya niha tişt jê kêm nebuye berovajî her diçe rolê wê hîn hatiye zêdekirin û buye amûrek siyasetê. Berovajîkirina civaka xwezayî ku hîn jî di hicreyên civakan de xwe dide jiyîn pişt guh kirin û li şûna wê kevneşopiya serdestiyê anîn di cewherde komplogerî heye. Ew nirxên ku mirov kirine mirov ji holê rakirin her tim buye armance sereke ya serdestan. Ji destpêka dîroka şaristaniyê heya niha ji bo xwe bigihînin vê armancê amûrê herî sereke ku hatiye bikaranîn komplo ye. Kolekirina jin ku hêza avaker ya civaka xwezayîbu, ji nêzve bi komplogeriyê ve girêdayî ye. Zilamê qurnaz û bihêz bi sûd wergirtina ceribandinê xwe ê nêçîrê bi komployan li hember pergala jin dayikê a civakî pergalek nû avakir. Ew pergala ku xwe dispart ked û parvekirinê ji holê rakir û ‘civakek’ metingeriyê avakir. Pêre ew dîroka ji rêderketinê dest pêkir. Ew nirxên exlaqî, parveker, azadî, wekhev û dadî di civaka xwezayî de hebûn hatin dizîn û tepisandin. Li şûna wê nirxên şaristaniyê ê wek koletî, metîngerî, tepisandin, zor û şidet pêş xist. Ev rewş di heman demê de tê wateya forma jiyana ku xwe dispêre civaka xwezayî rakirin û li şûna wê pergala şaristaniya serdest a dewletger danîne.

Komplo û komplogerî ji destpêka dîroka şaristaniyê heya kapîtalîzma roja me ya îro bû amûrek ji aliyê serdestan ve li ber dest hatî hiştin. Bivê serdestiya xwe bi berdewamî pêş xistin. Her qral, şah, padîşah, împarator, wezîr û serok dewlet ev wek dayînek xwedayî dît û wusa nirxand. Di qesrên împaratoriyan de, li pişt deriyên veşartî de lîstoka dihat lîstin tenê ev bû. Mayîna wan a li ser piya tenê bi vê ve girêdayî bû. Lîstoka komplogeriyê ev bi hezaran salin ti tişt ji nirxê xwe hûnda nekiriye, dîrok zîvirand derya xwînê. Cîhan zîvirand cîyek lê neyê jiyîn û berê mirovatiyê da ber bi felaketan ve. Komplo û komplogerî ji aliyê serdestên ku berhemê eqlê analîtîkîn ve hate dîtin. Her dengê ku li hember wan û serdestiyan wan derket bi qomployan hate fetisandin, lêgerînên azadiyê hete tepisandin. Ew derûdorên ku li hember zilm, zorî, tepisandin û tehakûma pergala serdest a dewletger sekinî, li berxwe da, têkoşîn meşand, di azadiyê de israr kir leqayî her cûre êrîş, îşkence, şidet û amûrên zorê hat. Xwestin ji dîrokê rakin. Armanç serdestî ezel û ebed kirin bû. Ji bo kevneşopa serdestiyê hertim du armancên esasî hebûn. Yek; wek herikînek dîrokî civaka ku nirxên exlaqî û polîtîk di nav xwe de dihewîne kolekirin û ji metingeriyê re vekirin. Ya didû jî; ger ya yekemîn çênebe, ev rastiya civakê ku temsîla exlaqê azadiyê dike îmha kirin û ji holê rakirin e.

Bi vî şiklî dikarîbûn di milekî de bi komployan îxanetê pêş bixin, di milê din de jî dikarin bi çalekiyên qirkirinên fizîkî civakan ji holê rakin.

Hêzên şaristaniyê di hemû serdemên girîng ê civaka exlaqî û polîtîk de komplogerî xistiyê meriyetê. Hz. Îsa li çarmixê xistin, qetilkirina Hz. Elî, li Kerbela qirkiran Hiseyn, kuştina Manî bi rêka rahîbên Sasaniyan, zindî zindî şewitandina Halacê Mensûr, çermê Nesîmî rakirin û dardekirina Pîr Siltan Abdal, di despêkê de mînakên tên bîra me ne.

Komplo û Gelê Kurd

Di dîrokê de yek ji gelên ku herî zêde beramberî komployan mayî gelê Kurd e. Wek mînak; komploya ku li hember Astiyagê şahê Medan îxaneta Harpagos bi Kîros re ku di dîrokê de ciyek xwe girîng heye ye. Ev hemû mînak jî ji me re nîşan dide ku ev dîroka pênç hezar sal a şaristaniyê dîroka komployane. Bes, rixmê van êrîşên komplogeran ku di pênç hezar salên dawî de pêşketine li hember wan berxwedana taybetmendiyên exlaqî û polîtîk ê civaka xwezayî xwe li serê çiyan de, di nav daristanan de, di kûrahiya çolan de hebûna xwe parastiye. Di serîde gelê Kurd tê. Civaka Kurd ku hêza avaker û pêşdebir a şoreşa Neolîtîkê ye, di dîroka şaristaniyêde jî xwe ji pergala şaristaniya dewletgerî dûr xistiye. Demek dirêj bi şêwazê parastina cewherî xwe ji pergalê parast. Şertên mîsoger ê erdnîgariya Kurdan, nirxên jiyana gundîtî ku xwe dispêrin civaka xwezayî heya roja me îro anîn. Nirxên exlaqî û polîtîk ê civaka xwezayî jiber di civaka Kurdan de hundirîn bune di astek pir girîng de xwe parastin. Gelê Kurd di Rojhilata Navîn de gelê herî kêm têkilî laneta dewletê buyî ye. Ji ber wê jî ê ku herî zêde nirxên cewherî ê civaka exlaqî û polîtîk parastî û heya roja me îro aniye ye. Ji Sumeran heya Asuran, ji Persan heya Osmaniyan li hember pergala dewletger her tim di nav berxwedanekê de bû.

Di mînakên dîrokî de jî hate dîtin ku di hemû komployan de dû hêzan rol lîstiye. Ya yeke hêzên pergala serdest, didu jî hevkarên van û derûdorên îxanetkar. Ev rewş herî zêde ji bo Kurdan derbasdar e. Di dîroka Kurdan de ketin herî zêde bi sedsala 19. re pêş ketiye. Ev serdem di dîroka Kurdistanê de dîroka herî zêde komplo pêşketine ye. Di heman demê de serdemek ku herî zêde îxanetkarên navxweyî derketine ye. Li ser Kurdistanê herî zêde di vê demê de talankirin, dagirkirin, îxanet, hevkarî, tepisandin, metîngerî, zordestî, qirkirin û komplo pêş ketin e. Ew derûdorên serwer ê Kurdan berxwedana gel ku li hember serdestan dida meşandin zîvirandin serhildanan û ji bo ê heyî biparêzin an serdestiya xwe qewîm bikin bi kar anîn. Dema ku ev serhildan hatin tepisandin jî bi lez ber bi hevkariyê ve çûn. Di van serhildanan de tişta bu para gel dagirkirin, talan, şiddet û qirkirin bû. Cî girtina van derûdorên serdest ê Kurd ê îxanetkar û hevkar di nav van komployan de rewş hîn girantir dikir.

Hevkarî û komplogeriya emperyalist ku di serî de Îngîlîz hebûn, di pêvajoya serhildanan de bi pêkanînên şîdet û terorê gelê Kurd bi tinebûnê re rûbibû anî. Di hemû pêvajoyên avakirina netew-dewletên li Rojhilata Navîn de Kurd wek qurban hatin hilbijartin. Piştî wê jî tişta diket meriyete pergala îmha û înkarê bû. Bi va polîtîkayan tinekirina Kurdan esas dihat girtin. Pergala înkar û îmhayê pergalek komplogere. Bi giştî ji wan komployên ku li ser gelê Kurd hatine pêş xistin çê dibe. Pergala îmha û înkarê wek politikaya reel bi şiklê qirkirin, mişextî, dagirkirin, metîngerî, bişaftin û terora reş xwe dide der. Ev di sedsala 20’emîn de tişta ku dewletên heremê ê metînger, emperyalîstan û derûdorên serdest ê Kurd ê hevkar ji bo Kurda diyar kiribu bû. Gelê Kurd ku kevneşopiya çanda exlaqî û polîtîk bi hêz dijî ji holê rakirin di hat wateya kevneşopiya civakî a bi hezar salin tê jiyîn. Nêzîkatiya pergala şaristaniyê ev bû. Şaristaniyê di şexsê gelê Kurd de dixwest tol ji civaka exlaqî û polîtîk bigre. Ji ber vê, ji bo wa gelê Kurd bi pergala îmha û înkarê ji holê rakirin girîng bû. Ev wek serkeftinek ebedî didîtin.

Komplo û Rastiya Rêbertî

Dema em komploya navnetewî nîqaşdikin û dixwazin derxin zanebûnê pirsa herî zêde em ji xwe dikin “ji bo çi Rêber APO û gelê Kurd” e. Ev kîn û nefreta li hember Rêbertî ji çi tê? Ev komploya ku ti kural kaîdeyên êxlaqî û mirovî nasnedikir çima pêş ket? Bê goman em dikarin van pirsan hîn jî zêde bikin. Bersiva van hemû pirsan di rastiya Rêbertî û nirxên temsîl dike de veşartiye.

Rêbertî pergalek nirxan temsîl dikir û ev jî nirxên civaka exlaqî û polîtîk in. An go ew nirxên ku pergala şaristaniyê dixwaze ji holê rake ne. Rêber APO rewşa xwe li hember hêzên serdest wusa pênase dike; “Navê min Abdullah, ango ‘evdê xwedê’; bes ji ber min evd bûn di dile xwe de neda rûniştandin him ji xwe re bi rêzbûn ji bo vê ew hêzên xwedayî çiqas bi ser min de werin bila werin jî, min baweriya xwe bi parastina mirovê azad anîbû.” Li ciyê ku di gotin her tişt xilas bû de dîrokê careke din ruyê xwe ê rast nîşan dida, didaynî holê ku di şerê başî û xirabiyê, xweşikî û kirêtiyê, azadî û koletiyê, jiyan û mirinê, rastî û nerastiyê de hîn têkoşîn xilas nebuye û hîn jî berdewam dike. Di şexsê Rêber Apo de hemû nirxên cewherî ên aîdî civaka exlaqî û polîtîk cardin vejîna xwe dijî. Ev vejînek wusa bû ku ew rûwe dîrokê ê hatî veşartin, tepisandin û hebûna wê dihat înkar kirin cardin derdiket holê. Rêber APO di şexsê xwe de nirxên mirovatiyê yek bi yek cardin derdixist holê, destpêkê di gelê Kurd de, ji bo civakên Rojhilata Navîn û hemû mirovatiyê rêxistin dikir û dikir berhem. Ev di heman demê de herikîna dîrokê cardin xistina riya rast bû. Rêber APO mirov, civak, jin û xwezaya ku pergala şaristaniya serdest a dewletgerî bi taybet jî modernîteya kapîtalîst aniye asta xilasbûnê cardin bi cewherê wê re da naskirin. Modernîteya kapîtalîst wek qirkirina mirov, civak, jin û xwezayê, wekû giştî qirkirina exlaqî beden girtibû. Cardin sererastkirina van û bi cewherê wê re anîna gel hev di şexsê Rêber APO de çêdibû. Ev têkoşîn têkoşîna di navbera hemû nirxên civaka exlaqî û polîtîk ku xwe di Rêber APO de beden kiri bû û nirxên koletî, talankirin, şîdet, xesp, tepisandin, dagirkirin û nirxên şaristaniyê ku di şexsê wan xwedayên dawî ê şaristaniyê de bû.

Di wateyek din de têkoşîna di navbera herikîna du dîrokan de bû. Mirov û rastiya civakê di şexsê Rêber APO de cardin, ji nû de heqîqeta xwe avadikir û ev heqîqet li ser xwedayên şaristaniyê ferz dikir. Di vê wateyê de vejîn û çêbûna Rêber APO tê wateya vejîn û avakirina civak û mirov.

Bi taybet, tê zanîn ku modernîteya kapîtalîst mirov ji xwezaya xwe qut kiriye û aniye astek heywanî. Ew rastiya ku ji civakê qût di bin navê kes û takekesî de hatî pêş xistin wek cinawirekî her tiştê der û dora xwe tine dike. Laşe wî/wê jî di nav de, her cûre nirxên mirov û civakê ên madî û manewî wek sektorek tê bazarkirin û ji bo xwedayên kapîtalîst tê pêşkêşkirin. Rêbertî ev rastî guherand û mirov bi fikir, ked û xuliqandinê re da naskirin.

Rêbertî Nasnameya Civaka Exlaqî û Polîtîk e

Ew pergala ku li ser kolekirina jinê xwe dide avakirin û berhemê eqlê zilamê serdeste jin xistiye navende hemû koletiya. Tiştek din ku di şexsê Rêber APO’de derdikeve bi têkoşîna dîroka jin re ye. Pergalek ku xwe li ser kolekirina jin a ku avakerê hemû nirxên civakî ye dide avakirin bê goman wê xwezayê jî ber bi felaketan re bibe. Bi taybet şaristaniya serdema kapîtalîzmê qira civakê anî. Xwe xist hemû hicreyên civakî û exlaqê ku zanebûna azadiyê ye ji holê rakir. Rêbertî, exlaq wek ‘xerca civakê li gel hev digre’ pênase kir. Kapîtalîzm pergalek bê civake. Ji ber wê pergalek bê exlaqe. Ev, rewşek bi pêşxistina takekesiyê re çêbuye ye.

Li hember van hemuyan tişta di Rêber APO de pêşketî nasnameyek exlaqî a civakî ku xwe dispêre azadî, wekhevî, edalet û parvekirinê. Civakek ku zanebûna xwe a azadiyê hundakiribe ji her cûre bê exlaqiyê re deriyê xwe vedike. Ji ber wê jî nikare xwe ji metîngeriyê xilas bike. Rêbertî zanebûnek nû a azadiyê da gelê Kurd. Bi van hemuyan ve girêdeyî Rêber APO felsefeyek xwezayê jî avakir. Nêzîkatiyek felsefîk a xweza û mirov, xweza û civak ji nûve saz kir. Tişta ku hêzên pergalê bir komployek navnetewî bingehê xwe ji vê rastiya rêbertî a bîrdozî û felsefîk digre. Rêber APO di heman demê de yekparetiya hemû kesayetên lêgerînvanên heqîqetê di xwe de avakiribû. Di yek kesî de dîrok zindî bubû. Ev jî hesap pirsîna ji xwedayên şaristaniyê, zindîbûn û rabûna ser piyan a di şexsê yek kesî de bû. “…Dema ez dibînim tişta Zeusê komploger bi sere Promethe û Hektor de anî û di roja me de zarokên Atînayî pêşdixin hemanin, ez hevalên xwe baştir nasdikim. Bi Promethe û Hektor re hevaltî kirin pir bi rûmete. Heq kirina min fêz dide min. …Ji ber kesekî wan tine bû, ez mecbûr mam ku 2000 sal şûnde helwestek ji ya Îsa hîn tûnd tir bigrim ser milê xwe. Min pîrozîya Hz. Îbrahîm jî hemdemî kir. Ez bûm Mem û Derwêşê Evdê ê hemû Zîn û Edûlêyan. Em ji jana dawî a Maniyan, Mazdekan û Babekan bigrin, tenêbûne Hiseyn di Kerbela de, eşqa heqîqetê ya Halacê Mensûr, hevaltiya herî baş ya Pîr Siltan min rakir. Ez hevalê Denizan, Mahîran, Îbrahîman im. Ez şervanê tolê ê Mazlûman, Xeyriyan, Kemalan û Ferhadan im. Di serdemek wûsa de, mînaka herî dawî ya hatina gel hev a bi hezaran netew û xwe gihîştandina zanabûnê me. Di van abîdeyên mirovatiyê de ne tenê berxwedan û şer hebû, di heman demê de dozek wan a aşitiyê ku fersend nedîtî hebû.”

Rastiya Rêbertî rastiyek wusa milên wê ê bîrdozî, felsefîk û dîrokî hene ye. Ger ev Rêbertî ji erdnîgariya Kurdistanê derketibe û ew dîroka ku ji gelê Kurd re hatibû diyarkirin di guherîne, wê demê hîn bi wate dibe. Ji ber vê ew kîna xwedayên şaristaniyê jî baş tê famkirin. Bes komploya nav netewî ev 14 salin bi şêwazên cûda xwe dide domandin.

Rêbertî Komloya Navnetewî Vala Derxist

Rêber APO, di nav pergala Îmralî de rixme hemû şert û mercên xirab bi têkoşînek bê hempa û ser mirovî ew encamên ku komploya navnetewî dixwest avabikê vala derxist. Piştî komplogeran Rêber APO dîl girtin û xistin nav pergala Îmralî gotin êdî wê tevgera aziyê û gelê Kurd tasfiye bibe û bikeve bin xizmeta me. Mixabin tiştê ku komploger difikirîn û sekna Rêber APO ne heman bû. Rêber APO bi kûrahî li ser rewşa xwe, rewşa tevgerê, rewşa gelê Kurd, Rewşa Kurdistan û Rojhilata Navîn, bi giştî rewşa mirovatî û cîhanê sekini û helwestê xwe nîşan da. Ev sekin ne li ger serdestan bû. Ji ber wê jî gelek êrîş birin ser Rêber APO, gefê mirinê lê xwarin. Jahr dane, xistin tecride, îşkenceyên nayên hişê mirova lê kirin. Bes di encam de biryardarî û sekna jiyana azad serkeft. Ji ber wê jî îro komploger mecbûr dimînin ku biçin ber piyê Rêber APO û daxwaza çareseriyê dikin. Ev bi xwe serkeftina herî mezine. Ev bixwe vala derxistina komploya navnetewî ye.

Êrîşên li ser Rêber APO, armanca tasfiyekirina tevgera azadiyê, polîtîkayên îmha û înkarê ê li ser gelê Kurd tên meşandin bi rêbaz û şêwazên cûda berdewam dikin. Li hember berxwedana heyî, eriş jî her diçe zêde dibe. Rixme Rêber APO ew armanç û hedefên ku komplogeran dabûn pêşiya xwe vala derxistibe jî, hîn bi temamî nehatiye xilaskirin.

Îro pêvajoyên li giştî Kurdistanê tên jiyîn, helwest û biryardariya Rêber APO, sekna tevgera azadiyê, berxwedan û xwesteka azadiyê ya gelê Kurd gihîştiye astek pir girîng. Ti demê gelê Kurd evqas nêzî azadiya xwe nebubû. Li Bakurê Kurdistanê bi însiyatîfa Rêber APO û fedekariya tevgera azadiyê pêvajoya ‘Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad’ her çiqas ji aliyê dewlet û hikûmetê ve bê berovajîkirin û cûda bê nişandan jî gelek destkeftiyên mezin avakir. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê îro gelê Kurd bi wan gel û baweriyên din ê li Surî dijin dixwazin di bin pergala xweseriya demokratîk de jiyana xwe saz bikin. Ji bo vê berxwedanek pir mezin pêş dikeve, berdêlên pir mezin tê tayin. Jin zarok, ciwan, kal her beşê civakê cihê xwe di nav vê berxwedanê de digre. Ji bo azadiya xwe û azadiya xaka xwe wê ji îro û şunde jî berxwedana xwe û xwesteka jiyana azad hîn bilind bike.

Dîsa ji bo yekîtiya gelê Kurd bê avakirin di asta herî jor de gav tên avêtin. Bê goman ji bo yekîtiya gelê Kurd neyê avakirin dagirker her cûre polîtîkayên qirêj li ser gelê Kurd pêş dixin. Îxanet û hevkariyê dixin dewrê. Qirkirin û bişaftine dixin meriyete. Rixmê van hemuyan gelê Kurd bi biryare ku yekîtiya xwe avabike. Ji ber baş dizane ku di dîrokê de tişta herî zêde bi Kurda daye hundakirin perçebûna di nav wande ye. Êdî serê Kurda li kevir ketiye û nayê wan lîstok û xefkên dagirkeran.

Rastiya Komployê Rast Famkirin

Bi giştî dema em li van pêvajoyên ku tên jiyîn dinerin em dibînin ku di asta tê xwestin de serkeftinek nehatiye bidest xistin. Ev, sedemê xwe bingehîn ji vê komploya navnetewî ku kokên wê bi dîroka şaristaniya dewletger re girêdayiye û îro bi hin rêbazên cûda tê meşandin digre. Ji bo hevsengiya di navbera van pêvajoyade baş bê dayîn, famkirina wa çêbibe û serkeftinek rast bi dest bikeve famkirina rastiya komployê pir girînge. Bêyî ku rastiya komplo bê famkirin nabe ku têkoşînek rast jî derkeve. Jiyana azad bi berdêlên mezin tê girtin. Ji hin kesan, derûdoran hêvîkirin xeletiya herî mezine. Ji ber wê jî tişta destpêkê bê kirin û bi serde bê çuyîn bi vîna azad, bêyî ku li benda hindek ciyan bê mayîn têkoşîn bilind kirin û azadî bidest xistine.

Gelê Kurd û têkoşîna azadiyê di astek jêneveger de ye. Êdî her kes baş dizane ku gelê Kurd wekî berê nîne û nabe kole û xizmetkarê tu kesî. Ev jî îspat kir; ti tişt li pêşiya têkoşîna azadiyê nikare bibe asteng. Ger biryardarî, xwestek, fedakarî û vîna azad hebe wê ti asteng nikaribe li pêşî bisekine. Ji ber wê jî îro bi giştî tinekirina komployê di destê me de ye. Encex em dikarin azadiya xwe bi têkoşîna xwe bidest bixin.

Rêber Apo dema komploya navnetewî dinirxîne didu sedemên bingehîn ku nehişt pêşiya komployê bigre tîne ser ziman. Ya yekê hevaltiya sexte, dido jî hevaltiya kêm. Di vir de tişta ku herî zêde em li ser bisekinin rêhevaltiya me ku em têde kêm mane ne. Ger em kêlî bi kêlî rastiya komployê derxin zanebûnê û li hember têkoşîn bidin meşandin em dikarin xwe ji vî gunihî rizgar bikin. Bi zanebûna ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê îro ji hemû deman girîngtir û hesastire, bihestiyar têkoşîn mezinkirin tişta ji me tê xwestine. Polîtîkayên îmha û înkarê ê li ser gelê Kurd û qirkirina çandî hîn berdewame. Lîstok hîn ziravtir bûne. Polîtîkayên tên meşandin zêdeyî ser girtîne. Lê ev xeterî hîn didome. Bi vê berpirsyariyê nêzîkatî encex dikare demboriya me a bi gunih bide efû kirin. Ger wusa nêzîkatî pêş bikeve em dikarin komployê ji holê rakin. Em dikarin Rêberê xwe azad bikin û welatek azad, jiyanek azad, mirovatiyek azad avabikin.

Rêber APO tîne bîra me ku “welatê me hîn di bin dagirkeriyek leşkerî, metîngeriyek siyasî û aborî û qirkirinek çandî de ye.” Bi vê me dawetî vê zanebûnê dike. Xwe gihandina vê zanebûnê komplo jibîrnekirin û bi vê zanebûnê jiyîne. Ev zanebûn wê gelê me, gelên Rojhila Navîn û pêre hemû mirevatiyê ber bi siberojên azad ve bibe.

 

Sîstema Jiyara Demokratîk

Em jî dîroka dijberê dîroka heyî dinivîsînin. Ji ber ku ew kesên dijbertiya dewletê kirine, zêdetir li gorî cewherê civakê tevgeriya ne.

Ernesto Che Guevara

Wê çaxê dê li pêşiya wan tenê riyek bimaya. Ev jî heta dawiyê şerkirin bû.

Di Avakirina Xweseriya Demokratîk De Girîngiya Aboriyê -2

Îro di apartmanekê de çend malbat hevûdu nasdikin? Gelekî kêm! Eger em kevneşopiyên xwe bînin bîra xwe, wê demê ka em divê komûn û koperatîfan çawa ava bikin, wê derkeve holê. Ew apartman belaya serê civak û xwezayê ne.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]