18.12.2017

Em Ji Siyaseta Demokratk Netewa Demokratk i Fmdikin?

Netewa demokratk j weke dayik ye. Hem pkhateyn civak bi reng wan qebl dike. Hem netew, hem bawer, hem etnste, hem ziman dikarin xwe di nava netewa demokratk de fade bikin

 

 

 

Jiyan Hêvî

Di roja me de siyaset, rêveberî û îqtîdar weke hev têne dest girtin. Di vî milî de mirov dikarê bêje ku tevliheviyek mezin heye. Elbet sedemên vê yekê raste rast bi zihniyeta sîstema hîyararjî û dewletî ve girêdayiye. Sîstema hiyararîk ji bo desthilatdariya xwe xurt bike rewa bike pêdivî bi perçekirinê dîtiye. Di navbera pêkhateyên civakê de perçebûn çêkiriye. Di navbera jin û mêr de, mirov û xwezayê de perçebûn çêkiriye. Bi kurtî bi vê perçebûnê her tit ji xwezaya wî, ji heqîqeta wî dûrxistiye. Lewma mirov dikarê bêje ku mirovê niha dijî mirovê ku ji heqîqeta xwe hatiye dûrxistin e. Rêbertî di paraznemeyên xwe de di derbarê heqîqeta mirov ango taybetmendiyên ku di mirov de hene xalên girîng tînê li ser ziman. Mînak dibêje: “ Di mirov de kevirê bingehîn ê maddeyê atom, hem di warê hejmarê û hem jî di warê rêzbûnê de bi awayê herî dewlemend bi cih dibin. Her wiha dibêje mirov ji nebatan û heywanan zêdetir temsîliyeta gerdûnê dike ji ber ku hemû berIdandin û pêveçûnên beriya xwe di nava xwe de dihewîne. Her wiha mirov êweyê herî pêketî yê jiyana civakî ava kiriye. Mirov xwediyê cîhaneke zêhnî ya gelek nerm û azad e. Dikarê metafizîk bijî”. Di civaka xwezayî de mirovan xwe bi van xisletên xwe xwe jiyanî dikirin û xwe pêktanîn. Mirov di çarçoveya civakîbûnê de dihizirîn û tevdigeriyan. Ji ber ku civakîbûn ert û mercê yekane yê hebûna mirovan bûn. Feraseta heyî “yek ji bo herkesî, her kes ji bo yek kesî bû”. Lewma hemû mirovên wê civakê ji bo pirsgirêk û pêdiviyên civaka xwe pêkbînin û çareser bikin difikirîn pîlan û proje derdixistin, biryar digirtin û pêktanîn. Ji bo wê ji civaka xwezayî re tê gotin civaka exlaqî û polîtîk. Encama ku mirov ji vê yekê derdixe ew e ku hemû mirovên civaka xwezayî mirovên siyasî bûn, mirovên exlaqî bûn. Ji aliyê din jî derdikeve holê ku siyaset di rastiyê de karê civakê ye. Siyaset û civakbûnê mirov ji hev qut nikarê bigire dest.

Ji titê ku min di pêî de anî ser zimên pênaseya siyasetê derdikeve holê ku siyaset ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê, ji bo pêkanîna pêdiviyên civakê, ji bo xweikirina jiyana civakê fikirîn biryar, pîlan û proje derxistin e. Ba e, wê demê siyaseta demokratîk çi ye? Ji kîjan siyasetê re mirov dikarê bêje demokratîk e? Dema ku hemû mirovên civakê, ango hemû pêkhateyên civakê tevlî vê karê fikrandinê, biryar û pîlan derxistinê dibin mirov dikarê bêje ku siyaseta tê kirin siyaseteke demokratîk e. Ji ber weke me got karê fikirandinê ji aliyê her kesî ve tê kirin. Hemû mirov difikirin. Ji xwe demokrasî weke wate em dizanin tevlîbûna hemû pêkhateyên civakê û rêvebirina wan a xwe bixwe ye.

Li ser vî bingehî mirovên ku dikarin siyaseta demokratîk bimeînin û cihê xwe di nava netewa demokratîk de bigirin mirovên ku xwe li gor xwezaya xwe, li gor heqîqeta xwe xwe pêktînin û jiyanî dikinin e. Mirovên ku li gor potansiyela xwe xwe pêktînin ne. Lê pitî damezrandina sîstema hiyararî û dewletî û perçekirin û berûvajîkirina wî ya rastiyê, tenê karê fikirînê bû ayîdî hinek mirovan. Hinek mirov tenê dikarin bifikirin û yên din tenê karê wan bû xizmet û pêkanîn. Hinek mirov tenê dikarin siyasetê bikin. Ji wê jî bi awayekî xwezayî derdikeve ku tenê hinek dikarin karê rêveberiyê bikin. Lewma desthilatdariya wan jî rewa dibe. Ew mirovên xuliqkar, berpirsiyar, ew mirovên ku difikirin û xwe bixwe pirsgirêkên xwe çareser dikirin ji holê rabûn û di cihê wan de mirovên ku nahizirin, naxuliqînin, nikarin xwe birêvebibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin derketin. Fikirandin, bi rêvebirin bi vî rengî  tenê bû kar û sifata mirovên desthilatdar ên ku hêza civakê ya fikirandinê xistine bin yekdesta xwe.

Bi saya vê sîstema ku bi hezarê sala hewlda xwe di nava hemû pêkhateyên civakê de bide rûnikandin, mirovan bawer kirin ku bi rastî ew nikarin bifikirin, ew ji vê hêzê mehrûm in. Jixwe hinek ji ber wan ve difikirin, hinek ji ber wan ve siyasetê dikin û pirsgirêkan çareser dikin. Îro dewlet heta jê tê vê zihniyetê hîn xurtir dike. Bi hemû hêza xwe ji bo mirov û civak negihin heqîqeta xwe her titî dike. Dewlet naxwaze bi ti awayî mirov, civak bibin ê xwe. Dewlet bi ti awayî nahêlin ku mirov, civak bibin îrade û xwe bixwe xwe bi rêvebibin. Ji ber îradebûna mirov û civakê tê wateya têkçûna dewletê. Xurtbûna mirovan, civakan û xwebûna wan zemînê ango bingehê ku dewlet xwe li ser dike desthilatdar ji holê radike.

Di vê rewê de ji ber ku siyaset, birêvebirin her ji aliyê desthilatdaran ve hatiye meandin, di hiê mirovan de siyaset, birêvebirin û desthilatdarî weke ku yek têgeh in hatine rûnikandin. Jixwe tevlîheviya ku derdikeve jî ji ber vê yekê ye.

Bi kurtî eger em dixwazin siyaseta demokratîk di nava civakê de bê meandin divê beriya her titî zihniyeta heyî bê derbazkirin. Divê têgihîtina heyî ya di derbarê mirov û civakê de bê derbazkirin. Divê em heqîqeta mirovan bi mirovan bidin naskirin. Divê mirov bikevin ferqa xwe. Elbet pêkanîna vê ango guhertin û veguherîna di vî warî de bi riya perwerdeyê wê bê kirin. Bi perwerdeyê tenê tu dikarê yê nû di cihê yê kevin de damezirînê. Ji derveyî wê yê kevin wê di meriyetê de be.  Ji bo ku gel bikaribe siyasetê bike divê li gor paradigmeya nû bê perwerdekirin. Guhertin û veguhertin bi perwerdê tê li pêxistin. Bi perwerdê mirov dikarê yê nû îna bike. Dema ku mirov di cihê yê kevin de yê nû îna nekir, jixwe yê kevin di jiyanê de wê bê meandin. Li gorî zihniyeta desthilatdar mirov nikarin bihizirin, nikarin biryar bidin, ji xwe mirov ji ber zihniyeta heyî neketine hewldana ku vê yekê bikin jî, her ji derveyî xwe hêvî kirine, ji dewletê hêvî kirine. Jixwe yê ev sîstema avakiriye, dewlet e. Dewlet ti carî hêviyên civakê pêknayinê, ji ber eger wê bike wê têkbiçe. Lewma divê mirovên ji xwe bawer, mirovên bi hêz, mirovên ku bikaribin xwe birêvebibin û civaka xwe xweik bikin bên avakirin. Bi vî rengî feraseta ku ji derve hêvî dike wê bike. Ew jî elbet bi riya perwerdê wê bê avakirin.

Wekî din di derbarê Netewa Demokratîk de titê ez bînim ser ziman ev e. Netewa demokratîk hertim dayikê, sîstema dayiktî tîne hiê min. Beriya niha Rêbertiyê di nameya xwe de peyveke nû di derbarê têkoîna azadiya jinê de bikaranîbû. Rêbertî gotibû ku “ji dêvila azadiya zayendî azadiya jinê hîne rastir e”. Ji ber Rêbertî azadiya civakê di azadiya jinê de dibîne. Li ser vî bingehî gotina jinbûyînê bikartîne. Çawa ku di civaka xwezayî de jiyan li derdora jina-dayik dimeiya û civakîbûn bi pêengiya jinê pêvediçû, ya ku Rêbertî dixwaze cardin pêk bê jî dîsa avakirina sîstema li derdora jinê ye. Ji ber ku em hemû dizanin zihniyet û sîstema ku bi pêengiya jina-dayîk dimeiya rê nedida ku ti pirsgirêkên civakî derbikevin. Hemû pêkhateyên civakê di civaka xwezayî de bi rengê xwe tevlî jiyanê dibûn. Her kes di wir de wekhev xwedî rol bû, ti ferq û cudatî di navbera pêkhateyên civakê de nebû. Ji bo vê demokrasî weke gotin an têgeh nebû, lê sîstema jiyanê sîstemeke demokratîk, komûnal bû. Di vê civakê de têkilî, danûstandin li ser bingehê rêz, hezkirin, parvekirin, hevdu xwedîkirin, hevdu mezinkirin û hevdu temamkirinê pêdiket. Ev danûstandin ne tenê di navbera pêkhateyên civakê de derbazdar bû, di navbera civakê û xwezayê de jî têkiliyeke bi vî rengî hebû. Mirovên wê civakê xweza weke dayika xwe didîtin, lewma heta dawiyê rêz didan xwezayê û bawer dikirin ku çi zerara ku bigihê xwezayê digihê wan bixwe jî. Lewma xweza diparastin. A ku ev jiyan û sîstema rengareng afirandiye û înakiriye jin e, zihniyet û sîstema jina-dayikê ye. Taybetmendiyên jinê, xwezaya wê er, çînayetiyê, newekheviyê, bê rengîniyê napejirîne. Jin dikare tevahî rengîniya gerdûnê di nava xwe de hembêz bike, lewma Rêbertî dibêje jinbûyîn wê civakîbûna heqîqî û azad bi pêbixe.

Em civaka xwezayî jî bidin aliyekê, di roja me de her çi qas em dibêjin ku dayiktiya heyî ji cewherê xwe dûrketiye jî, tevî wê jî yê ku malbatê îro li ser piyan digire dîsa dayîk e. Ya ku malbatê bi rêk û pêk dike, dayîk e. Dayîk yekîtiyekê di navbera ferdên malbatê de çêdike. Dayîk bêyî ku ti ferq û cudahiyê bixe navê de hemû zarokên xwe hembêz dike û nirx dide wan. Zarokên wê çi keç bin, çi law bin, çi xurt bin, çi lawaz bin, çi ba bin, çi xirab bin nirxê wan li ber dilê wê giranbiha ye. Hemû jî kezeba wê ne, her hewl dide milên wan yê kêm temam bike. Netewa demokratîk jî weke dayikê ye. Hemû pêkhateyên civakê bi rengê wan qebûl dike. Hemû netew, hemû bawerî, hemû etnîsîte, hemû ziman dikarin xwe di nava netewa demokratîk de îfade bikin. Rêbertiya me got netewa demokratîk yek zimanî tenê esas nagire, hemû ziman dikarin xwe di bin banê netewa demokratîk de îfade bikin. Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Suriyan, Ermenî...û hwd, hemû dikarin li gorî reng û xweseriyên xwe xwe di bin banê netewa demokratîk de îfade bikin. Zerdutî, Elewî, Misliman, Xiristiyan... û hemû baweriyên din jî dikarin xwe di nava netewa demokratîk de îfade bikin. Lewma pêxistina netewa demokratîk pir girîng e.. ji pirsgirêkên heyî re derman e.

Sstema Jiyara Demokratk

Em j droka dijber droka hey dinivsnin. Ji ber ku ew kesn dijbertiya dewlet kirine, zdetir li gor cewher civak tevgeriya ne.

Ernesto Che Guevara

W ax d li piya wan ten riyek bimaya. Ev j heta dawiy erkirin b.

Di Avakirina Xweseriya Demokratk De Girngiya Aboriy -2

ro di apartmanek de end malbat hevdu nasdikin? Gelek km! Eger em kevneopiyn xwe bnin bra xwe, w dem ka em div komn koperatfan awa ava bikin, w derkeve hol. Ew apartman belaya ser civak xwezay ne.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]