20.10.2017

Civak, Ēand Ū Ciwan

Civakek bź ciwan ū bź hūner weke mirovek bź ruh ū bź což e.

 

 

 

 

 

 

Akademiya TEV-ÇAND ê

Mirov weke hemû zindiyên din ji bo tine nebe, xwe bi her awayî parastiye. Ji ber ku her zindîyek dixwaze bijî. Lê hinek taybetmendiyên ku hene mirovan ji zindiyên din cuda dike. Ev jî maneviyata wî / wê ye. Exlaq, fikir, îman, huner, hêz û hwd. ferqa mirov ji zindiyên din bi wan têgînan pêk tê. Ev maneviyat jî bi hev re jiyankirina mirovan dide îfade kirin. Ji xwe mirov nikare bê civak jiyan bike, mirov nikare bê maneviyat jî jiyan bike. Em temaže bikin di roja me ya îro de mirov bûye weke robot. Ji ber ku maneviyat hêdî hêdî dihele. Rêber Apo dibêje; 'sedemê vê pirsgirêka civakî Kapîtalîzm bi xwe ye'. KapÎtalîzm çawa Erdnîgariya Kurdistanê çar parçe kiriye, kesayeta mirov û jiyana civakî jî dixwaze wisa parçe bike. Ev parçekirina rastiya Kurd û mirovatiye ye. Eger nirxên civakî parçe bibe girîngiya maneviyat jî winda dibe. Vaye Kapîtalîzm wisa dike û her tižtî difrože. Ger tu çand, felsefe, îman, nirx bifrožî bizane be ku te weke mirov firotiye. Em dizanin ku mirov bi kedekî bê dawî hatiye afirandin û kes nikare vê kedê bifirože. Weke mînaka hevaltî û welatparêztî ye. Lê belê kapîtalîzm jîn û jinê jî difrože. Wê demê ev tê wê wateyê ku mirovatî jî tê firotin. Ger civak bê çand û bê felsefe bimîne kapîtalîzm wê demê dikare mirovatiyê weke sewalekî bifrože. Dewleta fažîst û kapîtalîst propagandaya yek tîp, yek çand, yek ziman dike . Di eslê xwe de jî dixwaze bêje; cîhanekî bê çand, bê ziman û bê mirov. Tayîp Erdoxan jî yek ji vane ê ku vî karî dike . Çawa ku Kurdistan hatiye dagirkirin îro jî dixwazin mejî û dilê Kurdan wisa dagir bikin. Bedena Kurdan kirine qada žer. 24 seat bombe dibare, mirovê kurd jî weke erdnîgariya Kurdistan xirab dibe. Dixwazin exlaq, îman û çand wisa parçe bikin.

Ger, em dibêjin em mirovin, pêwîste em bêjiyaniya Kapîtalîzmê erê nekin û nekevin têkiliyek lîberal.  

Hûner û Ciwan jî tižtekî  îdeolojîk û manevi ne. Têkiliya çand û hûner çibe civak û ciwan jî ew e. Ciwantî û hûner îfadeyek civakî ne. Civakek bê ciwan û bê hûner weke mirovek bê ruh û bê což e. Guherîn û veguherîn jî wisa nameže. Sedem ew e ku Kapîtalîzm di her wextê de dixwaze ciwan û hûner ji civakê qut bike. Em niha dibêjin ciwanên me ji derveyê Kapîtalîzmê ne! Bi rastî wisa ye? Em li ciwan û hûnera civaka kurd binêrin, em ê bibînin ku em nikarin bibêjin ji sedî sed li derveyê Kapîtalîzmê ye.

Di žoreža civaka Kurd de çand û ciwan pir giring in. Di dîroka mirovatîyê de bi vî rengî ye. Di žoreža Fransa û Rusya’yê de jî xebatên çand û ciwan gelek pêžketî bû. Ciwantî û hûner ji bo gel jiyankirin e. Pîvana civaka exlaqî û polîtîk ev e ku; Rêber Apo di parêznameya xwe de gelek behsa vê mijarê dike. Di vê wateyê de rastiya civakê îro hatiye parçekirin. Ger em bixwazin ji nûve rêxistin bikin, pêwîstî bi Žoreža çand û ciwan heye. Ji ber hûner û ciwan civakê careke din dike yek. Herdu jî di cewherê xwede dijî kapîtalîzmê ne. Eger hûner û ciwan têk biçe, kapîtalîzm jî  wê demê  bi hêsanî dikare civakê xirab bike. Civakek wisa bi mîsoger bê parastin e. Ji bo parastina civakê pêžengtiya  ciwan û hûnerê pêwîst e. Kapitalîzm dixwaze civakê bike bende. Li hember vê ciwan û hûner jî hertim dixwazin civakê azad bikin. Hûner û ciwan weke lêgerîna azadiyê  derdikeve holê. Weke avekî bi tekožînê re diherike ye. Eger biherike çolê wê winda bibe. Lê eger biherike baxçê gel an wê baxçe žîn bibin. Ferqa di navbera baxçê žîn û çolê  çi be, ciwan û hûner jî weke vê ferq diafrîne.

Di dîroka Kurdan de weke agirgeha Zerdežt, Baxçê ronahiya Manî heye. Saziyên me yên çand û hûnerê jî weke vê hest û ramanê tevdigerin. Saziyên me yên çand û hûnerê jî bi ked û ronahiya Serokatî žîn bûne. Kî dikare pirsgirêka Kurd çareser bike? Gerîlayek, hozanek ,Ciwanek û derwêžek! Eger em bihev re tevlî jiyanek demokratîk bibin her sazîyek wê bibe bexçê ronahiyê. Çawa ku mirovek bi awayekî bi îman diçe cihê pîroz pêwîstiya baweriya xwe pêk tîne, divê em jî her wisa ji bo demokrasiyê vê bixin merîyetê. Li hemberî sîstema Kapitalîzmê  jiyanek azad ji bo em karibin jiyan bikin divê em bi felsefa Rêber Apo re bibin yek. Divê   bi rêka žoreža hûner û ciwan re li dijî qirkirina çandî em bibin eniyek.Pêwîste ciwanên ku dibêjin em demokrat û welatparêzin baž  biryara vê bidin. Çi baže, çi xirabe, çi nexirabe, çi xwež e? Em dibêjin tižtên xwežik civakî ne. Ji ber xwežikbûn cewheriye û xwe nižanî  derve dide. Žoreža çanda ciwan karekî pir mezin, hêja û bi wate ye.  Ji ber vê sedemê ciwanên demokrat û welatparêz,  divê  jiyanê rast, xwežik bijîn û bidin jiyan kirin. Ežq ev e!

Sīstema Jiyara Demokratīk

Em jī dīroka dijberź dīroka heyī dinivīsīnin. Ji ber ku ew kesźn dijbertiya dewletź kirine, zźdetir li gorī cewherź civakź tevgeriya ne.

Ernesto Che Guevara

Wź ēaxź dź li pźžiya wan tenź riyek bimaya. Ev jī heta dawiyź žerkirin bū.

Di Avakirina Xweseriya Demokratīk De Girīngiya Aboriyź -2

Īro di apartmanekź de ēend malbat hevūdu nasdikin? Gelekī kźm! Eger em kevnežopiyźn xwe bīnin bīra xwe, wź demź ka em divź komūn ū koperatīfan ēawa ava bikin, wź derkeve holź. Ew apartman belaya serź civak ū xwezayź ne.

2017 © Partiya Karkerźn Kurdistan (PKK)
[[email protected]]